Mêrdînê serketina xwe bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ pîroz kir

DEM Partiyê ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Artûklû û Kerboranê yên di destê AKP’ê de jî bi dest xistin. Gelê Mêrdînê serketina xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kir.

Li gorî encamên hilbijartinên herêmî yên neteqez; Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serketineke mezin bi dest xist. DEM Partiya ku Şaredariya Bajarê Mezin bi rêjeyeke bi ser ji sedî 56’an de bi dest xist, ji bijî vê şaredariyên Kerboran û Artûklû yên di destê qeyûm de şaredariyên Şemrex, Qoser, Dêrîk û Nisêbînê careke din bi dest xist.

Li ser encamên sindoqan li hemû navçeyan DEM Partiyî daketin kolanan. Li ber navçeyên Kerboran, Qoser, Dêrîk, Nisêbîn û Şemrexê, li Artûklûyê jî bi hezaran kesên li ber avahiya bajêr kom bûn bi gerandina govendê bi meşaleyan pîrozbahî li dar xistin. Di pîrozbahiyên hatin kirin de bi wesayîtan konvoy hate çêkirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” serketin pîroz kirin. Pîrozbahiyên li Artûklûyê li çar aliyên bajêr belav bûn, welatiyan îşaretên serkeftinê kirin û bi flamayên DEM Partiyê li kolanan tûr avêtin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û Hevşaredarên Artûklûyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker, li avahiya DEM Partiyê ya Bajêr hilbijartin şopandin. Piştî ku encamên sindoqan ên dawî hatin Demîr û Turk bang li hezaran kesên li ber avahiya bajêr kom bûn kirin.

DEMÎR: QEYÛM WINDA KIR

Demîr a ewilî spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin, wiha got: “Gelê Kurd tevî hemû êrîş û listikan bersiva herî xurt daye qeyûman. Tevî hemû lîstikên qirêj qeyûm dîsa winda kir, me bi hev re qeyûm şand.”

TURK: KESÊN KURDAN NAS NEKIN NIKARIN BIBIN DESTHILAT

Ahmet Turk ê pişt re axivî, spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin û wiha got: “Îro gelê Kurd, gelê Mêrdînê bersiveke mezin da kesên vîna me xesp kirin. Ez we hemûyan pîroz dikim. Gelê kurd dê bi vê coş û kelecanê bigihe armanca xwe. Pêşeroja gelê Kurd ronî ye. Bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê pêşeroja gelê Kurd ronî bikin. Careke din xwestin bi lîstikên qirêj dest deynin ser vîna gel. Lê gelê Kurd bersiva herî mezin daye. Em dizanin ku ev bersiv ji bo hemû cîhanê bersivek bû. Kesên dixwazin Kurdan tune bikin, kesên vîna Kurdan nas nekin nikarin bidin desthilat.”

Piştî axaftinan girseyê pîrozbahiya xwe domand.