Sakik: Bi veguheztina leşker-polîsan dixwazin îradeyê desteser bikin, em bêdeng nemînin

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bal kişand ser polîs û leşkerên ku weke hilbijêr tên veguheztin û bang li her kesê kir ku li dijî yên dixwazin îradeya gel desteser bikin, bêdeng nemînin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Panosê mitîngek li dar xist. Bi sedan kes tevlî mitînga ku li navçeyê hate lidarxistin bûn. Di mitînga ku dirûşme jê kêm nebûn de pankarta “Em ê teqez serbikevin” hate vekirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Panosê yên DEM Partiyê Kerem Kirtay û Rojbîn Kartal axaftineke kurt kirin. Namzetan diyar kirin ku dê serbikevin û gel vexwend ser sindoqan.

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, piştî derketina ser dikê ya hunermend Xecê, axivî. Sakik, ê got ku li Panosê kêmasî hene, anî ziman ku dê kemasî teqez bên çareserkirin û wiha got: “Li vir bi netayînkirina qeyûman dorpêç kir. Ji ber vê hevalên me yên nû bên hilbijartin dê kêmasiyan çareser bikin. Erdnîgariya kurdan di bin dorpêçekê de ye. Ji ber polîsan û tîmên taybet nikarin li kolanên Agiriyê bigerin. Hûn ê ji vê re bêdeng bimînin? Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna Agiriyê, Panosê xesp bikin, bêdeng bimînin? Em dikevin şer an dikevin hilbijartinê ne diyar e. Ji vîna vî gelî re rêzê bigirin. Gelê kurd dê qet li hemberî we serî netewîne, dê vîna xwe radestî we neke.”

Sakik, diyar kir ku tenê weke şaredarî li hilbijartinê na nêrin û wiha berdewam kir: “Em azadî û aştiyê dixwazin. Lê AKP ji bo ji şaredariyê sûdê bigire û dewlemend bibe dixwaze. Li ser navê fuzeyan navê xwe nenivîse. Heke tu bixwazî li vî welatî bibî ezîz, were ser maseya aştiyê rûne. Bi gelê kurd re şer nekin, aştiyê pêk bînin. Lê hûn li ser fuzeyan navê xwe dinivîsin û piştî hilbijartinê şer îlan dikin. Tu kes bi derxistina şer, nikare navê xwe bi awayekî birûmet li dîrokê binivîse. Em ji vir careke din dibêjin em aştiyê dixwazin.”

Sakik, qala gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî yên “Terorîstê Xinûsî Seîd” ên ji bo Şêx Seîd gotine kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn ê dengê xwe bidin kesên ji mezinên we re dibêjin terorîst? Ev dijminê zimanê me, çanda me û her tiştê me ne. Em du peyvan bi kurdî diaxivin lê weke zimanê nayê zanîn girtekan digirin. Hûn dikarin ji me hêrs bibin, bixeyidin lê hûn nikarin pişta xwe bidin dozê. Mafê wê yê vê yekê tune ye. Hûn ji têkoşîneke mezin tên û li her mala yekê ji we wêneyekî digirî heye. Hûn nikarin biçin dengê xwe bidin hin cihên din. Zîlan li kêleka we ye. We ev komkujî ji bîr kiriye? Walî û hemû saziyên dewletê ji bo AKP’ê û MHP’ê dişixulin. Bila qet gumana we nebe ku em ê hemû kesên dijminatiyê li gelê kurd dikin têk bibin.”

Sakik, bi lêv kir ku ji Agiriyê 55 hezar kes çûne derveyî welat û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji wan jî ji ber rêyên çal ên vî bajarî neçûn, ji ber zilmê çûn. Ji xwe polîtîkaya AKP’ê koçberkirine. Divê em bersiveke baş bidin van. Gelê Panosê bedeleke mezin da û di doza 40 salan de gavek jî paşve neavêt. Ez bawer dikim ku dê xwedî li namzetên xwe derkeve û ji vê hilbijartinê bi serkeftinê derkeve. Hevalên me dê bibin vîna vî gelî. Em ê piştî hilbijartinê Agiriyê weke bajarê pîlot îlan bikin û hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo hûn derseke baş bidin leşker û polîsên ku bajarên me dorpêç kirine, herin ser sindoqan. Ey eşîretno îro roja rûmetê û bersivdayînê ye.”

Mitîng bi gerandina govendê ya li ber stranan bi dawî bû.

DÛTAX

Li aliyê din Rêxistina DEM Partiyê ya Dutaxê li ser Cadeya Kaxizmanê hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Heval Bozdag û Sirri Sakik, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bûn. Girse, ji ber Rêxistina DEM Partiyê heta qadê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşiya û pankarta “DEM tê dewran dizivire” vekir.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê bang li girseya ku qad tejî kir, kir wiha got: “Ev salên dirêj in em bi gelên Tirkiyeyê re dijîn. Pirsgirêkeke me ya bi gelên Tirkiyeyê re nîne. Meseleya me bi kesên ku me înkar dikin, nelirêtiyê dikin û me tune dihesibînin re ye. Em ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin; li 9 salên dawî binêrin. Li kesên herî zêde qala tirkbûnê dikin binêrin. Ev feraset dê ewilî herî zêde zirarê bide gelên Tirkiyeyê. Kesên bi çeteyan re wêneyên wan hene ew in. Pişt re tên li ser turkbûnê dersê didin me. Pişt re tên li ser turkbûnê hewl didin derse bidin me. Vê yekê jî li ser gelên Tirkiyeyê dikin. Divê kes vê qebûl neke. Divê em hemû bertekê nîşanî vê yekê bidin. Hemû qala demokrasiyê dikin lê dema mesele dibe kurd û Kurdistan demokrasiyê paşguh dikin.”

Piştî axaftinan hevdîtina bi gel re bi dawî bû.