BLOGA ZINDÎ

Hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, li 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan hilbijartinên xwecihî pêk hatin. Kar û barê dengdayînê bi dawî bû, niha deng tên hejmartin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
00:46

Xelkê Erdîşê bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' serketina xwe pîroz kir

 

00:20

Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê têkildarî hewldanên AKP’ê yên “avakirina danezanê” li pêşiya avahiyê rêxistina bajar daxuyanî da. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan, Sezaî Temellî û Serhat Eren gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bedlîs ranezê, xwedî li dengê xwe derkeve” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku ew di bajarên Kurdistanê de serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha axivî: “Li çend navçe û bajaran bi hîle, avakirina danezanê û hilbijêrên veguhestî, dixwazin di nûçeyên tên belavkirin de xwe wek serkeftî nîşan bidin. Li gelek bajaran de DEM Partî bi ser serktiye. Me şahidî kir ku AKP bi ser avakirina danezanê dixweze xwe wek serkeftî nîşan bide. Tiştekî wisa nîn e.” 

DENG DÊ JI NÛ VE BÊN JIMARTIN

Temellî da zanîn ku gelek dengên hatine betalkirin hene û axaftina xwe wiha domand: “Em bi hemû yekineyên xwe yên hiqûqî û rayedar îtîrazên xwe dikin. Gelek deng beyî sedemeke maddî hatine betalkirin. Deng bi awayeke keyfî an hatine betalkirin an jî bi ser navê partiyeke din hatine jimartin. Bi vî awayî dixwazin îradeya gel xesp bikin. Ev vê yekê qebûl nakin, dê heya dawiyê li pey mafê xwe bin. Em ê destûr nedin yek deng jî were xespkirin.”

DEM Partiyî piştî daxuyaniyê derbasî lijneya hilbijartinê ya bajar bûn û îtirazî encaman kir. Bi ser vê yekê hat gotin ku dê deng jinûve werin jimartin.

00.14

Li Sêrta ferqeke dîrokî

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê bi ferqeke dîrokî rekor şikand. Li bajarê ku AKP’ê zêdetirî 6 hezar û 600 dengan leşker û polîs veguhestin bajêr, DEM Partiyê tevî hemû nelirêtiyan şaredarî bi ferqeke mezin bi dest xist.

Di sindoqên li bajêr hatin danîn de DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53) deng wergirt û AKP’ê 27 hezar û 554 deng (ji sedî 33) wergirt. Bi van encamên derketin holê re DEM Partiyê li bajêr bi ferqa 9 hezar û 302 dengan qezenc kir.

Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajêr 33 hezar û 227 deng (ji sedî 48) wergirtibûn û AKP’ê jî 31 hezar û 611 deng (ji sedî 46) deng wergirti bû. AKP’a ku di wan hilbijartinan de bi ferqa 616 dengan winda kiribû, li bajarê piştî qeyûm hate tayînkirin vê carê bi ferqa 9 hezar û 302 dengan bi ser ket.

00:10

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê îlan kir ku ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin her 14 şaredariyên navçeyan bi dest xistine. Hate diyarkirin ku li navçeya Miksê ya hilbijartin ser bi ser diçe, li gorî girtekên îmzekirî partiya wan bi ser ketiye. Rêxistina Bajêr daxuyanî da û wiha got: “Li gorî pergala şopandinê ya hilbijartinê ya partiya me, girtekên encamên sindoqan ên îmzekirî û girtekên gihiştine YSK’ê li navçeya me ya Miksê şaredarî DEM Partiyê bi dest xistiye. Namzetê AKP’ê namzetên me yên hevşaredariyê pîroz kir û ji eywanê derket. Li ser van encaman ji aliyê beşên cuda ve encamên hilbijartinê tê xwestin ku bên manîpulekirin. Li dijî vê rewşa bêhiqûqiyê şandeyek çûye navçeyê. Em ê vîna gelê xwe biparêzin.”

23:39

Çîgdem Ûçar: Xwe ji Kurdistanê vekişînin we winda kir

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar têkildarî encamên nefermî li navenda giştî daxuyanî dan.

SPASÎ JI BO KESÊN BI ŞEV Û ROJ XEBITÎN

Ji ewil Bakirhan axivî û wiha got: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja; me hilbijartineke rêveberiyên herêmî ya dîrokî li pey xwe hişt. Bi pêşhilbijartinan ve me di hêla demokrasiya herêmî de mînakeke herî xurt raber kir. Ez spasiya hemû ciwan û jinên ji pêşhilbijartinan heta niha bêyî ku çavê wan li berjewendiyekî be, tevî hemû zext û zordariya desthilatê û dewletê bi awayekî xurt tevlî xebatên hilbijartinê bûn. Her hevalekî/a me hêviya welêt û mîsogeriya pêşeroja demokratîk in. Her wiha spasiya hemû endamên me yên MYK’ê, PM’ê, namzetên me, xebatkarên partiyê û hemû peywirdarên sindoqan ên li dijî hemû bêusulî û binnpêkirina sindoq parastin dikim.

ME GOT KU ‘YÊN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKIN DÊ JI HEV BELAV BIBIN’

Van encamên hilbijartinê careke din nîşan da ku em bi ser ketin û desthilat têk çû. Vî gelî îradeya xwe teslîm nekir. Yên ku pirsgirêka Kurd çareser nekirin, ji hev belav bûn. Yên ku hewl dan bi Kurdan bidin windakirin, welêt winda kirin. Siyaseta qeyûm bi desthilatê windakirin. Gelê Kurd careke din nîşan da ku li gel çareseriya demokratîk e. Ev îradeye, di mijara demokrasiya herêmî de biisrar e. Ev yek careke din nîşan da. Dijminatiya mezin a li dijî gelê kurd, nefreta li dijî kurdan pêş xistî hem li rojava hem jî li Kurdistanê bi desthilatê da windakirin. Gelê me careke din nîşan da ku tu caran têk naçe. Hemû kes neçare rêzê ji vê îradeyê re bigire. Polîtîkaya me ya lihevkirina bajar encam girt. Qeyûm, hilbijêrên sexte, xespkirina îradeyê li hemberî îradeya DEM Partiyê têk çû. Qeyûm tayîn kirin lê bi ser neketin. Hilbijêrên sexte tayîn kirin lê dîsa bi ser neketipn. Ev pêvajo niha didome. Dixwazin li navenda Şirnexê îradeya gel desteser bikin. Li Şirnexê 6 hezar û 541 hilbijêrên qaçax hatin veguhestin. Dema em vê hejmarê jê dixin, em bi ferqekî mezin bi ser dikevin. Di heman demê de li gorî girtekên bi îmzeya şil, li Bedlîs û Qersê jî em bi ser ketine. Lê belê hewl didin bi rêya hîleyan îradeya van bajaran xesp bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin vê.

EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KESÊN DENGÊN GELÊ ME DIDIZIN

Banga me ji bo partiyiyên me yên qersî, bedlîsî û şirnexî ew e ku xwedî li sindoqan derkevin. Li gel hilbijêrên heram, li dehan navçeyan hîleyan dikin. Em ê li dijî hemû sindoqan îtîrazan bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin kesên dengê gelê me didizin.

ARTÊŞA MEDYAYÊ YA DEWLETÊ ÊRIŞÎ DEM PARTIYÊ KIR

Weke her carê îcar jî zextekî giran li DEM Partiyê kirin. Li bajarên Kurdan artêşa dewletê, ya medyayê, ya darazê bi hev re êrîşî DEM Partiyê kirin. Bi awayekî eşkere sepana mêtingeriya veguhestî xistin meriyetê. Tevî vê rastiyê jî muxalefet li dijî desthilatê bêdeng ma. Di tevahiya hilbijartinê de xebatên me hatin astengkirin, emniyetê zext li partiya me klir û parlamenter û namzetên me hatin derbkirin, muşahidên me hatin qetilkirin. Leşker û polîs veguhestin û xwestin îradeya me xesp bikin. Em ê tenê yek dengî jî ji wan re nehêlin. Rêveberiyeke neheqiyê dike, derhiqûqî û mazbatayê xesp dike rewa nîne.

SERKEFTÊ HILBIJARTINÊ GELÊ KURD E

Hevalên hêja; serkeftê vê hilbijartinê gelê Kurd e, gelên me ne, DEM Partî ye. Kedkar, jin, gel û baweriyên Tirkiyeyê ne. Stratejiya DEM Partiyê bi ser ket. Şaredariyên li bajarên herêmê ji zilm û mêtingeriya AKP’ê hatin rizgarkirin. Li bajarên rojava jî kedkar, jin, ciwan, gel û bawerî bûn xwedî gotin. Bandora DEM Partiyê û hilbijêrên wê careke din hate îspatkirin. Îdiaya kesên ji bo gelê me digot ‘taqeta wan nema ye’ vala derket. Gelê me li ser pêya ye û yên rast û dirûst nêzî vê îradeyê nebûn winda kirin. Bêyî DEM Partiyê tu hevkêşe nayên avakirin. Ji 1’ê Nîsanê ve her kesên dixwazin di siyaseta Tirkiyeyê de hevkêşeyekê ava bike, heta DEM Partiyê hesab neke nikare bimeşe.

LI SER SINDOQÊ PEYAMA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DERKET

Gelên Tirkiyeyê li ser sindoqan peyama aqilê hevpar, lihevkirin, demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê dan. Banga me li her kesî ew e ku ji bo pêşeroja demokratîk a welêt, ji bo avakirina aştiyê û refahê bên em bi hev re bi rêya siyaseta demokratîk pirsgirêkan çareser bikin. Encamên heta niha 5 heqîqet nîşanî me dan.

*Nûnerê gelê kurd û bindestan DEM Partî ye. Êdî gumana ji vê nîne.

*Bi van encaman re gelên Tirkiyeyê mezinkirina rêya sêyemîn danî pêşiya me.

*Em li dijî êrişên sîstematîk têkoşiyan û li dijî DEM Partiyê zextekî giran hebû.

* Di serî de krîza aborî, li dijî hemû cureyên êrîşan parolaya me parastina civakê ye. Em ê li dijî xizaniyê têkoşîneke mezin bimeşînin. Em ê civaka demokratîk ava bikin.

*Divê îktîdar û muxalefet bizane ku çareserî aştî ye, rizgarî lihevkirina demokratîk e û rêgezên gerdûnî ne.

* Gelên Tirkiyeyê peyameke zelal dane ku divê cihêkarî were bidawîkirin.

*Encamên hilbijartinê nîşan da ku divê rêya aştiyê were vekirin. Karê me hêj neqediya, karê me piştî 1’ê nîsanê dest pê dike. Em ê aştiyê bînin vî welatî û têkoşîna xwe ya azadî, aştî û wekheviyê bidomînin.”

UÇAR: GELÊ KURD HELWESTA XWE NÎŞAN DA

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wiha got: “Ez jî li ser navê DBP’ê we tevan bi rêzdarî silav dikim. Li Kurdistanê kurdbûn, bi tena serê xwe têkoşîn e. Li dijî vê, li bi tevahiya hevalên xwe re em bi meha ye kedê didin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Encama îro derketî pêşiya me, nîşan dide gelê me tişta heq dikir bi dest xistiye. Bersiva herî baş daye îktîdara AKP’ê ku li Kurdistanê îradeya gel xesp dike û rejîma qeyûman xistiye meriyetê. Her wiha bersiva herî baş daye tifaqên qirêjî yên li Kurdistanê ava kiriye. Li dijî hilbijêrên veguhestî û ne rewa, sekna herî demokratîk nîşan daye.

POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ LI TÊKOŞÎNA GEL QELIBÎ

Israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û tecrîda 25 salan a li Îmraliyê, li têkoşîn û berxwedana gelê me qelibî. Gelê me careke din nîşan da ku Birêz Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye û îradeya çareseriyê ye. Polîtîkayên wan ên şer û zayendperest, li têkoşîna gelê me qelibî û parçe parçe bû. AKP a ku dixwest bi taybet jî bi hilbijartinê re li Kurdistanê ji xwe re serkeftinan çêbike û hebûna xwe jinûve ava bike, li dijî têkoşîna deomkratîk têkçûneke mezin jiya.

XWE JI KURDISTANÊ VEKIŞÎNIN WE WINDA KIR

Hilbijartin didomin. Bi taybet jî li Bedlîs û Şirnexê hejmartin tê astengkirin, li Hewagê sindoq hatin şewitandin û êrîş li dijî pîrozbahiyan tên kirin. Hevalên me yên hatin binçavkirin hene. We winda kir. Gelê me dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em spasiya hemû hevalên kedkar dikin. Em pir mezin bi ser ketin û dê hêj mezintir bi ser kevin.”

 

23:26

Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn

Mûrat Çepnî got; “AKP’ê winda kir” û wiha domand: “Polîtîkaya şer û mêtingeriyê ya AKP’ê ku 20 sal in didomîne, têk çûn. Yên bi ser ketin, daxwaza guherîn û çareseriyê ya gelên me bû. Li dijî xespên qeyûman gelê kurd bi ser ket. Divê baş bê fêmkirin ku ev encam nayê wateya çareserbûna pirsgirêkan. Van encaman nîşan da ku divê hêzên ked û demokrasiyê li dora DEM Partiyê bibin yek. Guherîn, tenê bi têkoşîna rêxistinkirî û demokratîk dibe.”

BEŞTAŞ: ÎMAMOGLÛ BILA NEBÊJE EV DENG ÊN MIN IN

Meral Daniş Beştaş jî got ku li gorî encamên heyî DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ketiye. Beştaş, got ku hilbijêrên DEM Partiyê xwestin li Stenbolê AKP’ê ceza bikin û ev tişt anî ziman: “Encama li Stenbolê derketî holê ev bû. Anku bila Îmamoglû nebêje, ‘ev deng ên min in.’ Ew deng ne tenê yên wî ne, yên me jî deng dan wî. Birina hilbijêrên qaçax li kurdistanê, bandor li hilbijartina Stenbolê kir. Gelê me bersiva pêwîst da. Me li Stenbolê winda nekir. Demekî ku AKP’ê li dijî kurdan şer dikir, hilbijartin winda kir. Gelê kurd bersiva pêwîst da. Gelê me careke din nîşan da bê ka di mijara dayîna dengê stratejîk de çiqas serkeftî ye. Nexwe me tu caran ev rêjeya deng nedistand. Dê têkoşîna me bidome û dê hêj gelek bibin xewnereşkên wan.”

23:24

Li Colemêrgê pîrozbahî berdewam dike

 

23:24

Li Êlihê pîrozbahiya serkeftina DEM Partiyê

 

23:23

Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye

Li Qilebana serê sibê dengdayîn dest pê kir û, di saet 16.00’an de jî bi dawî bûn. Li navçeyê di tevahiya rojê de bêusilî hatin jiyîn û 2 hezar û 500 hilbijêr ji derve hatin navçeyê. Li gorî daneyên nefermî AKP’ê ji sedî 48.97, DEM Partiyê ji sedî 42.00 deng girtin. DEM Partî îtîraza encaman kir. Li gel îtîraza hatiye kirin, gel li pêşiya lijneya hilbijartinê nobet da destpêkirin. Gel ê li pêşiya lijneya hilbijartinê kom bûye bi hilkirina agir li benda encaman disekine. 

Li gorî agahiyên rêveberiya DEM Partiyê parve kirine, ferqa dengan ket 127’an. Li gel vê yekê tê îdiakirin ku sindoqek bi awayeke bêusilî hatiye revandin. Bendewariya gel li pêşiya lijleya hilbijartinê didome.

22:37

Xelkê Çermûgê ber bi edliyeyê ve meşiya

Li navçeya Çermûgê ya Amedê hilbijartin di navbera DEM Partî, CHP, Partiya Yenîden Refahê û AKP’ê de derbas dibe. Piştî ku DEM Partî ketî pêş, hejmartina dengan hate hêdîkirin. Welatiyên ku ketin fikara mudaxilekirina encaman, ber bi pêşiya Edliyeya Çermûgê ve herikî. Li ser agahiyên hatin bidestxistin, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevseroka DBP’a bajar Sûltan Yaray û rêveberên bajar çûn Çermûgê. Welatiyên li pêşiya edliyeyê kom bûn dirûşman berz dikin û namzet bi çepikan pêşwazî kirin. Namzetan têkildarî rewşê hatin agahdarkirin.

Hejmartina dengan a li navçeyê didome û namzetan banga xwedîderketina li sindoqan li gel kir. Li gorî girtekên bi îmzeya şil, DEM Partî li pêş xuya dike û hêj ji sedî 35’ê sindoqan nehatine hilbijartin.

22:28

Hevşaredarê Rezanê yê nû Siraç Çelîk:

“Me ev yek di dema xebatên hilbijartinê de dît. Ev ji bo me ne surprîz e. Encamek ku em li bendê bûn. Em xizmetkarên gelê xwe ne. Em bi şiyara xizmetkirina gelê xwe derketin vê rêyê. Em bi rêgeza şaredariya gel derketibûn vê rêyê. Ji ber vê yekê, encam ji bo me ne surprîz e.

Vîna gel nedihat desteserkirin. Ev encameke diyar bû. Her cihê ku em diçûn gel tu xizmet ji me nedixwest. Tenê gotin, vîna me paşde bistînin, em ê paşê biaxivin. Ev çêbû. Em soza vê yekê didin: em ê ji niha û pê ve li ser xwestek û daxwazên gelê xwe projeyan çêbikin.”

22:24

Li Wanê serkeftina hilbijartinê bi coşeke mezin tê pîrozkirin

Li Wanê ya li dijî qeyûmên rejîma AKP û MHP’ê serkeftineke mezin hate bidestxistin û gelê Wanê ji bo pîrozbahiyan dadikevin kolanan.

22:23

Li Tetwanê bi hezaran kes daketin kolanan

Piştî ku DEM Partiyê şaredariya Tetwanê bi dest xist, bi hezaran kes ji pîrozbahiyê daketin kolanan. Girseya gel, meşale pêxistin û bi konvoyên mezin li navçeyê geriyan.

22:16

DEM Partiyê Dep wergirt

AKP’ê li Depa ku 750 hilbijêr veguhestinê 3 hezar û 662 dengên ku di sala 2019’an de wergirtibûn 995 deng kêm kirin û bû partiya duyemîn. Li sindoqa bi hejmara 1013 ku herî zêde polîs û leşker lê hatibûn veguhestin DEM Partiyê 11, AKP’ê 148 û Partiya Yenîden Refahê 92 deng wergirtin. Hilbijêrên AKP’ê veguhestî deng dan Partiya Yenîden Refahê.

21:59

Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû

Li navçeya Kerboran a desthilatê bi sedan leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestinê karûbarên hejmartinê temam bûn. Li gorî encamên ne teqez; li Kerboranê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket. Li gorî encamên ku neteqez in, DEM Partiyê li navçeyê bi ser ji sedî 50’yan de deng wergirt û AKP di ji sedî 43’yan de ma.

Piştî encamên sindoqan, li Kerboranê li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pîrozbahî dest pê kirin.

Li aliyê din li gorî encamên ne teqez DEM Partî li Artûklû, Dêrîk, Qoser, Nisêbîn û Şemrexê bi ferqeke zêde li pêş e.

21:48

Li Amedê coşa serkeftinê

 

21:47

Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e

Li gorî endamên dengdana Şaredartiya Bajarê Mezin a Mêrsînê, namzetê CHP’ê Vahap Seçer ku bi lihevkirina bajêr hate diyarkirin (DEM Partî piştgirî diditê), bi sedî 37,72 dengan li pêş e. Li navçeya wê ya herî mezin Akdenîzê namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz bi sedî 31,98 dengan li pêş in. Li Akdenîzê ji sindoqan sedî 24, 46 hatin vekirin. Piraniya gel herikî ber avahiya DEM Partiyê ya li Akdenîzê.

21:47

Li Curnê Reşê endamên AKP’ê yên ku bi bin ketin, sindon dan ber agir

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê endamên AKP’ê yên ku di hilbijartinê de bi bin ketin, sindoqeke dengan dan ber agir. Endamên AKP’ê sindoqa bi hejmara 1119 a li Yenî Mahaleyê, şewitandin. wezîfedarên sindoqê yên DEM Partiyê û polîsan xwestin pêşî li wan bigirin. Lê endamên AKP’ê wezîfedarên DEM Partiyê û polîs derp kirin.

Li gorî endamên sindoqa hatî şewitandin; DEM Partî 96, AKP’ê 58 û YRP’ê jî 35 deng wergirt. Li navçeyên ku DEM Partî li pêş e, endamên partiyê encamên îmzeya şil a ayîdê sindoqa bi hejmara 1119 diparêzin.

Wezîfedarên DEM Partiyê wê giliyên endamên AKP’ê yên ku sindoq şewitandine, bikin.

21:44

Li Nisêbînê pîrozbahiyan dest pê kir

 

21:36

Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartina li navenda Şirnexê daxuyanî da. Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Li Şirnexê berxwedaneke mezin heye. Divê çavê herkesê li vir be. Li gorî girtekên îmzekirî em li pêş ketine!”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan jî wiha got: “Banga me li gelê me ye. Tevî her cure lîstikan em bi ser ketin. Hûn bi binçavkirina hevalên me yên ji karûbarên hilbijartinê berpirsyar û hevserokên me yên bajêr, bi veşartina girtekan nikarin bi ser bikevin. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava aramiyê de bi partiya xwe re bikeve nava piştevaniyê û xwedî li vîna xwe derkeve. Ewlehiya hilbijartinê û vîna gel berpirsyariya hemû partiyên mûxalîf e. Em ê li vîna xwe xwedî derkevin, em ê bi awayê hiqûqî jî siyasî jî îtîrazên xwe bidomînin. Barkirina daneyên YSK’ê didome, em ji nêz ve dişopînin.”

21:32

Li Agiriyê serkeftina DEM Partiyê tê pîrozkirin

 

21:31

WAN

 

21:28

Namzeta Rêya Armûşê: Polîtîkayên şer ên AKP'ê têk çûn

Namzetên DEM Partiyê Cevdet Altindag û Canan Uzunay di hilbijartina li navçeya herî mezin a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de bi ser ketin. Hevserok Cevdet Altindag der barê serketina hilbijartinê de ji ANF'ê re axivî û got: "Zîhniyeta qeyûm û AKP'ê wenda kir. Gelê me dîsa helwesta xwe nîşan da. Em dibînin ku hilbijêrên AKP'ê jî ji AKP'ê dûr dikevin. Tirkiye li ser sindoqan bersiva herî mezin da polîtîkayên şer. Bi qeyûman xwest îradeya gel bişkîne, lê dîsa jî encam negirt. Gelê me îradeya xwe bi awayekî herî xurt li ser sindoqan nîşan da. DEM Partî li Wanê û navçeyên wê serketin bi dest xist û her tişt wê hîn baştir bibe. Ji sibê pê ve em ê dest bi vegerandina zerarên ku ji aliyê qeyûman ve hatine kirin, bikin. Di demeke kurt de em ê xizmet û projeyên xwe bi raya giştî re parve bikin. Em ê xizmetê bidin gelê xwe.”

21:24

Li Şirnexê polîsan êrîşî endamên DEM Partiyê kir

Li Şirnexê piştî ku kar û barên dengdayînê bi dawî bûn û hejmartina dengan destpê kir, endamên partiyê li ber avahiya Rêxistina bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin ba hev. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî gel kir û hewl da wan belav bike. Di êrîşê de Hevserokê bajêr ê DEM Partiyê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

21:24

Gelê Colemêrgê dest bi pîrozbahiyê kir

Li Colemêrgê sindoq ji sedî 85 hatine vekirin. Gelê Colemêrgê ji bo pîrozkirina serkeftina DEM Partiyê li pêşiya bînaya bajêr kom dibin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Colemêrg bi we re şanaz e” tên berzkirin û rêveberên DEM Partiyê ji bo parastina sindoqan jî ji gel daxwaz dikin ku sindoqan neterikînin.

20.09

Li Mûşê serketina DEM Partiyê tê pîrozkirin

Li gorî encamên nefermî li navenda Mûşê, Gimgim, Kop, û Milazgirê DEM Partî li pêş e. Siyaseta Kurd cara yekeme li navenda Mûşê şaredariyê bi dest dixe û ev yek bi coşek mezin li kolanan tê pîrozkirin. Piştî fitarê gel daket qadan û bi gerandina govendê serketina xwe pîroz dikin.

21.00

Hilbijêrên Kurdistanê lîstokên hilbijêrên qeçax û qeyûm pûç kirin

Ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Taxan, kar û barên dengdayînê dewam dikin. Beşekî mezin ên hilbijêrên li bajarên Kurdistanê, dengê xwe dan DEM Partiyê. Tevî ku desthilatdariya AKP’ê bi hezaran leşker û polîst li herêmê bi cih kiribûn jî têk çû. Li ser sindoqan îradeya gel bi ser ket.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi raya giştî re parve kiribû ku li 31 navendên Kurdistanê 46 hezar û 901 hilbijêr hatibûn veguheztin. Li gorî daneyên Ajansa Anadolû heta niha li 11 bajaran di sindoqên hatine vekirin de, DEM Partî li pêş e.

AMED

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 12.56

DEM Partî: Ji sedî 62.47

AKP: Ji sedî 17.14

HUDAPAR: Ji sedî 7.36

CHP: Ji sedî 3.00

YRP: Ji sedî 2.78

MÊRDÎN

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin:  ji sedî 17.63

DEM Partî: Ji sedî 54.33

AKP: Ji sedî 30.09

YRP: Ji sedî 4.75

CHP: Ji sedî 2.15

HUDAPAR: Ji sedî 1.96

ÊLÎH

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin:  ji sedî 6.68

DEM Parti: Ji sedî 63.78

HUDAPAR: Ji sedî 15.87

AKP: Ji sedî 14.06

CHP: Ji sedî 2.15

YRP: Ji sedî 1.16

SÊRT

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 43.25

DEM Partî: Ji sedî 49.04

AKP: Ji sedî 39.07

CHP: Ji sedî 2.21

YRP: Ji sedî 1.71

HUDAPAR: Ji sedî 1.51

BEDLÎS

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 58.77

DEM Partî: Ji sedî 38.82

AKP: Ji sedî 37.38

YRP: Ji sedî 7.56

HÜDAPAR: Ji sedî 2.36

Saadet: Ji sedî 1.70

MÛŞ

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 34.09

DEM Parti: Ji sedî 38.19

AKP: Ji sedî 23.80

YRP: Ji sedî 10.28

İyi Parti: Ji sedî 4.05

HÜDAPAR: Ji sedî 3.05

DERSIM

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 23.75

DEM Parti: Ji sedî 41.70

CHP: Ji sedî 34.66

AKP: Ji sedî 15.31

H. AYGUN: Ji sedî 4.10

Partiya Zafer: Ji sedî 1.05

AGIRÎ

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî  50.00

DEM Partî: Ji sedî 49.25

AKP: Ji sedî 35.91

YRP: Ji sedî 4.54

CHP: Ji sedî 2.09

Partiya Îyî: Ji sedî 1.21

ÎDÎR

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî  85.31

DEM Partî: Ji sedî 45.96

AKP: Ji sedî 44.34

Partiya Îyî: Ji sedî 4.22

CHP: Ji sedî 2.42

YRP: Ji sedî 0.78

WAN

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî  24.97

DEM Partî: Ji sedî 54.39

AKP: Ji sedî 28.03

YRP: Ji sedî 5.05

CHP: Ji sedî 2.11

HUDAPAR: Ji sedî 1.54

COLEMERG

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 47.11

DEM Partî: Ji sedî 44.40

AKP: Ji sedî 41.54

CHP: Ji sedî 1.07

YRP: Ji sedî 0.59

Partiya Zafer: Ji sedî 0.44

ŞIRNEX

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 80.65

AKP: Ji sedî 47.02

DEM Partî: Ji sedî 41.53

CHP: Ji sedî 3.35

YRP: Ji sedî 2.77

HUDAPAR: Ji sedî 1.73

COLEMÊRG

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 71.61

AKP: Ji sedî 46.24

DEM Partî: Ji sedî 42.98

CHP: Ji sedî 3.08

YRP: Ji sedî 2.53

HUDAPAR: Ji sedî 1.84

RIHA

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 24.64

YRP: Ji sedî 36.61

AKP: Ji sedî 34.57

DEM Partî: Ji sedî 22.21

CHP: Ji sedî 1.30

HUDAPAR: Ji sedî 1.03

SEMSÛR

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 14.26

CHP: Ji sedî 48.40

AKP: Ji sedî 28.51

YRP: Ji sedî 13.60

DEM Partî: Ji sedî 2.31

Saadet : Ji sedî 1.1

ÇEWLÎG

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 94.55

AKP: Ji sedî 35.55

DEM Parti: Ji sedî 26.58

YRP: Ji sedî 21.57

HUDAPAR: Ji sedî 9.88

CHP: Ji sedî 1.91

ERZIROM

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 34.89

AKP: Ji sedî 49.29

Partiya Îyî: Ji sedî 21.66

DEM Parti: Ji sedî 6.98

CHP: Ji sedî 6.26

Partiya Zafer: Ji sedî 4.39

QERS

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 27.69

MHP: Ji sedî 38.06

DEM Partî: Ji sedî 26.09

CHP: Ji sedî 16.65

Partiya Îyî: Ji sedî 8.89

YRP: Ji sedî 3.32

ERDEXAN

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 88.00

CHP: Ji sedî 41.91

AKP: Ji sedî 39.75

Partiya DEVA: Ji sedî 3.07

HUDAPAR: Ji sedî 0.21

YRP: Ji sedî 0.19

XARPET

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 49.08

AKP: Ji sedî 39.17

YRP: Ji sedî 20.99

CHP: Ji sedî 15.29

MHP: Ji sedî 10.81

Saadet: Ji sedî 6.36

MELETÎ

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 34.89

AKP: Ji sedî 48.81

CHP: Ji sedî 36.99

YRP: Ji sedî 9.31

Î. GEZER: Ji sedî 0.84

DEM Partî: Ji sedî 0.51

MEREŞ

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 19.26

AKP: Ji sedî 40.50

YRP: Ji sedî 29.17

CHP: Ji sedî 19.55

Partiya Îyî: Ji sedî 4.11

Partiya Zafer:  Ji sedî 1.45

DÎLOK

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 39.99

AKP: Ji sedî 37.20

CHP: Ji sedî 30.05

YRP: Ji sedî 16.30

DEM Partî: Ji sedî 4.72

Partiya Îyî: Ji sedî 1.68

ERZINGAN

Rêjeya sindoqan a hatiye vekirin: Ji sedî 45.37

MHP: Ji sedî 44.88

YUKSEL ÇAKIR: Ji sedî 27.57

CHP: Ji sedî 18.43

YRP: Ji sedî 2.06

Partiya Îyî: Ji sedî 1.67

20:50

Gelê Mûşê serketina DEM Partiyê pîroz dike

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinê, DEM Partî li navenda Mûşê, Gimgim, Kop û Milazgirê bû partiya yekemîn. Siyaseta Kurd cara ewil li navenda Mûşê şaredarî bi dest xist. Piştî fitarê gel derketin kolanan û li ber def û zirneyê govend gerandin. Gelê Mûşê li kolanan bi coşeke mezin serketina DEM Partiyê pîroz dike.

20:46

Polîsan êrîşî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin

Li Şirnexê piştî karûbarê dengdayînê gelek kes li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê kom bûn. Polîsan êrîşî girseyê kir. Polîsên gaza îsotê avêt girseyê û hewl da belav bike.

Di êrîşa polîsan de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

20:38

Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî encamên dawî yên nefermî daxuyanî da.

Dogan got ku di halê hazir de rewşeke ku gel ji yekperestiyê, tunehesibandinê, cihêkariyê û navendperestiyê re dibêje “Na” derketiye holê û ev tişt anî ziman: “Her ku dane eşkere dibin, em ê rewşê binirxînin. Dê hevserokên me yên giştî daxuyaniyê bidin.

EM LI ÎDÎR Û ŞIRNEXÊ LI PÊŞ IN

Tevî manîpulasyona tê kirin jî em li Îdîr û Şirnexê li pêş in. Ji vê saetê û şûnde peywira herî mezin ew e ku ji kerema ji kerema xwe xwe sist nekin. Hilbijartin di heman demê de ewlehiya sindoqan e. Em sindoqên xwe biparêzin, dengê xwe biparêzin û lê hişyar bin bê ka deng ji bo kîjan partiyê çawa tên nivîsandin. Em girtekan biparêzin. Pir girîng e ku em sindoqan neterikînin. Em bi baldarî dixebitin. Komên me daneyan yek bi yek bar dikin û di heman demê de piştrat dikin. Lewma jî guh nedin manîpulasyonên tên kirin.

EM LI GELEK CIHAN LI PÊŞ IN

Her wiha li gelek cihên ji me hatine dizîn em bi ferqekî mezin li pêş in. Her ku dane zelal dibin em ê bi we re parve bikin. Li ji kerema xwe dema hûn me dişopînin hişyar bin û sindoqan biparêzin. Em hewl bidin serkeftina xwe teqez bikin.”

TEVÎ HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ JÎ

Têkildarî navendên ku hilbijêr lê hatine veguhestin jî Dogan ev agahî da: “Min ew jî hejmartin. Me lîsteyên hilbijêrên veguhestî eşkere kiribûn. Em li wan deran jî niha bi ferqekî mezin li pêş in. Weke parlamentera Şirnexê û keseka ji Şirnexê dibêjim; Bi dehan sala ye hewl didin Şirnexê veguherînin garnîzonekê. Heke gotin di cih de be weke qişleyeke leşkerî tê bikaranîn. Lê çi bikin jî em ê destûrê nedin ew Şirnexê veguherînin garnîzonekê yan jî qişleya leşkerî.

Mîna li Şirnex û ÎdÎrê, em li Amed, Êlih, Agirî, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Bedlî, Mûş û Dêrsimê jî li li pêş in. Lê dema daneyên piştrastkirî yên li ber destê me hatin, em ê di nava çendek saetan de encaman eşkere bikin.”

20:38

DEM Partî li gundê Fîsê ji sedî 89.47 dengan stend

Li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ku damezrandina PKK'ê lê hatibû ragihandin, DEM Partî ji sedî 89 dengan bû partiya yekemîn. Li gundê ku 190 hilbijêran dengên xwe dan, 170 deng ji DEM Partiyê re derket.

20:22

DEM Partî li Tetwanê bi ser ket

DEM Partî li Tetwana di destê AKP’ê de ye, bi ferqeke mezin bi ser ket û dest bi pîrobahiyên serkeftinê kir.

DEM Partî li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li Tetwana di destê AKP’ê de ye bi ferqeke mezin bi ser ket. Piştî dengdayînê welatî li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeya Tetwanê kom bûn û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê tev li pîrozbahiyan bûn. Namzetê hevşaredariya Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku ew bi ferqeke mezin hilbijartinê bi AKP’ê dane windakirin. Piştre welatî bi dahol û zirneyan govendên serkeftinê gerandin.

20:20

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dema serkeftinê dema xwedî derketina sindoqan e

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga xwedî derketina li sindoqan kirin.

Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Hevrêyên me yên hêja, hevalên me yên hêja ku ji bo demokrasî û aştiyê li ber sindoqan têdikoşin, ji serketina hilbijartinê demekî kurt ma. Em ê li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ku her cure bêhiqûqiyê pêk tîne, bi rengekî herî xurt dengên xwe biparêzin. Em bi îdîa ne, em xurt in. Em qadan neterikînin.”

Tûncer Bakirhan jî ev tişt diyar kirin: “Gelê me yê hêja, peywîrdarên me yên sindoqan ên kedkarên demokrasiyê; em weke çavê xwe li sindoqan û torbeyan xwedî derkevin. Divê agahiyên serkeftinê bi tu awayî nebin sedem bû em lijneyên hilbijartinê yên navçeyan biterikînin. Em ê bi hev re bi awayekî herî xweş serkeftinê pîroz bikin. Lê niha ne dema pîrozbahiyan e, dema xwedî derketina sindoqan e. Em bi biryar in bi hêvî ne û em ê qet sist nebin.”

20:01

Li Serhedê DEM Partî bi serket

Li gorî encamên nefermî DEM Partî li 35 navendên herêma Serhedê bi ser ket.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hema hema tevahiya şaredariyên di serdema berê di destê AKP’ê de û yên qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi dest xist. Ji van navendan ên herî girîng Mûş, Bedlîs, Agirî, Wan û ji 14 şaredariyên navçeyan li 12’an DEM Partî niha li pêş e.

Li gorî encamên nefermî, li bajarên Serhedê yên DEM Partî bi ser ketî wiha ne:

WAN

*Bajarê Mezin a Wanê

*Rêya Armûşê

*Artemêtan

*Tuşba

*Ebex

* Westan (Di sala 2019’an de AKP bi ser ketibû)

* Elbak

* Payîzava (Di 2019’an de AKP bi ser ketibû)

* Şax (Di 2019’an de AKP bi ser ketibû)

* Serav

*Qelgelî

* Bêgirî

MÛŞ

*Mûş Navend (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

* Milazgir  (2019’da AKP kazanmıştı)

* Kop

* Gimgim

* Bajaroka Vartinisê

* Leter / (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

COLEMÊRG

* Colemêrg Navend 

* Şemzinan  (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

* Gever 

BEDLÎS

* Bedlîs Navend (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

* Tetwan  (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

* Pirxûs

AGIRÎ

*Agirî Merkez (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

*Avkevir (Di sala 2019’an de AKP bi serketîbû)

* Giyadin

* Bazîd

ERZIROM

* Tatos

* Qerayazî

* Qereçoban

ÎDIR

Îdîr / Navend

QERS

* Qers / Navend

* Dîgor (Di sala 2019’an de AKP bi serketibû)

* Bazarcix

* Qaxizman (Di sala 2019’an de MHP bi serketîbû)

19:58

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi hezar û 200 dengan li pêş in

Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê de got: “Li gorî zabitnameyên îmzekirî yên komîteya hilbijartinê ya bajêr, em li Qersê bi 1200 dengan li pêş in. Pir kêm maye ku em ya ku aîdê me bi dest bixin.”

19:33

AKP têk diçe

Li gorî encamên ku heya niha hatine eşkerekirin desthilatdariya AKP û MHP’ê li seranserê Tirkiyeyê têk diçe. Çapemeniya AKP û MHP’ê jî neçar ma ku vê têkçûnê eşkere bike. Tevî hemû nelirêtî û deq û dolabên AKP û MHP’ê jî têrê nekir ku vê encamê biguherîne.

19:27

DEM Partî li Roboskiyê rekor dengan girt

Di 28’ê Kanûna 2011’an de li navçeya Qileban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de 34 kes ku 19 jê zarok bûn, hatin qetilkirin. DEM Partî di 8 sindoqên ku li Roboskê hatin danîn de hezar û 52 deng bi dest xist û AKP'ê 191 deng girt. Hate diyarkirin ku yên dengê xwe dane AKP’ê cerdevan û leşkerên çûne herêmê ne.

19:15

Li Esenyurtê namzetê "Lihevkirina Bajêr" bi ferqeke zêde li pêş e

Li Esenyurt a ku yek ji navçeyên herî mezin ê Stenbolê ye, li gorî daneyên destpêkê namzetê "Lihevhatina Bajêr" a ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştgiriyê didê, bi ferqeke mezin li pêş e. Ahmet Ozer ê ku di bin sîwana CHP'ê de ket hilbijartinê, li gorî daneyên destpêkê bi rêjeya ji sedî 53 li pêş e.

19:09

Gelê Amedê li ber avahiya DEM Partiyê dest bi pîrozbahiyê kir

Li Kurdistan û Tirkiyeyê hêj jimartina dengên hilbijartinên xwecihî dewam dike, li gelek bajarên Kurdistanê DEM Partî bi ferqeke mezin li pêş e.

Li Amedê piştî ku DEM Partî bi rêjeyeke zêde ket pêş gel ji bo pîrozbahiyê wekî lehiyê ber bi rêxistinên bajar û navçeyan ve herikîn.

Welatî bi def û stranan şandina qeyûman ji Kurdistanê pîroz dikin.

19.07

Li Navenda Dersimê DEM Partî bi ser ket

Li Dersimê li navenda bajêr û navçeyên wê encam diyar bûn. Li gorî encaman li Dersimê namzetên hevşaredariya DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak bi 6 hezar û 453 dengan bûn yekemîn. Di rêza duyem de jî CHP’ê 5 hezar û 262 deng wergirtin.

Li navçeyan jî encam bi vî rengî ne:

PULUR

Namzetê CHP’ê Mûstafa Sarigul bi 688 dengan hilbijartin qezenc kir. Tifaqa Ovacik ku DEM Partî jî di nav de ye, bi 628 dengan di rêza duyem de ye. AKP’ê jî 592 deng wergirtin. Li Ovacikê rêjeya dengên DEM Partiyê li gorî hilbijartinên 2019’an zêdetir e.

XOZAT

Li Xozatê namzetê Partiya Çep Aydin Kaya bi 476 dengan li Tirkiyeyê şaredariya xwe ya destpêkê bi dest xist. CHP jî bi 451 deng wergirtin. Tifaqa Hozatê ku DEM Partî jî di nav de ye, 422 deng wergirtin. AKP’ê jî 406 deng wergirtin.

PÊRTAG

Li Pêrtagê jî namzetê AKP’ê Recaî Vûral bi 514 dengan di rêza yekem de derket. Tifaqa Pertek ku DEM Partî jî di nav de ye, hezar û 256 deng û CHP’ê jî hezar û 5 deng wergirtin.

MAZGÊRT

Li Mazgêrtê namzetê CHP'ê Ûmît Tayhava bi 401 dengan bi ser ket û Tifaqa Mazgêrtê ku DEM Partî jî di nav de ye 280 deng girt.

QISLE

Li Qisleyê namzetê CHP'ê Alî Emrah Tekîn bi 510 dengan bi ser ket û AKP'ê 160, DEM Partiyê jî  33 deng girt.

PÎLEMÛRİYE

Li Pilemûriyeyê namzetê CHP'ê Mûslûm Tosûn bi 505 dengan bi ser ket û AKP'ê jî 207 deng girt.

PERÎ

Li bajarokê Perîyê jî namzetê CHP'ê Zeynel Yildirim bi 461 dengan bi ser ket. Li bajarokê DEM Partiyê 276, AKP’ê jî 449 deng girt.

18.52

Li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e

Bi rakirina qedexeya weşanê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên hilbijartinê hêdî hêdî tên parvekirn. Li gorî sindoqên ji sedî 12,59 hatine vekirin, CHP li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê li pêş e.

STENBOL

Li gorî agahiyên ewil ên Stenbolê CHP ji sedî 59,40, AKP ji sedî 37,02, DEM partî ji sedî 2 deng stendin.

ENQERE

Li gorî agahiyên ewil li Enqereyê CHP ji sedî 61,16, AKP ji sedî 35,84, DEM partî ji sedî 1 deng stendin.

ÎZMÎR

Li gorî agahiyên ewil li Îzmîrê CHP ji sedî yüzde 56,11, AKP ji sedî 36, 59, DEM partî ji sedî 3,17  deng stendin.

18.44

Li gorî agahiyên destpêkê, DEM Partî li Dersimê bi ser ket

Li gorî encamên ewilî, DEM Partî li Dersimê bi 6750 dengan bi ser ket.

18.39

DEM Partî li 11 bajaran li pêş e

Li gorî daneyên ewil; Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Mêrdîn, Amed, Wan, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Îdir û Mûşê li pêş e.

Li bajarên Şirnex, Qers û Çewligê ku bi hezaran leşker û polîs lê hatine veguhestin jî pêşbirk di navbera DEM Partî û AKP’ê de derbas dibe.

18.34

DEM Partî li Amarayê bi ferqekî mezin bi ser ket

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 61 milyon û 441 hezar kes çûn ser sindoqan û karûbarên dengdayîn bi dawî bû. Hejmartina dengan destpê kir û li hinek deveran encam diyar bûn.

Yek ji cihên ku hejmartina dengan lê bi dawî bûyî jî gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê ye. Li gundê Amarayê li sindoqên hejmar 1076 û 1077’ê bi giştî 398 hej deng qeydkirî bûn ji van 244’an dengên xwe dan. Ji van dengan DEM Partiyê 179 deng, AKP’ê 26, YRP’ê 20, CHP’ê 1 û partiyên din jî 3 deng standin. Her wiha 12 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.  

Ji 398 dengên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hatin bikaranîn 173 jê DEM Partiyê, 28 jê AKP’ê, 23 jê YRP’ê û 10 deng jî partiyên din standin. 10 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.

18.30

YSK’ê qedexeya weşanê rakir

Desteya Hilbijartinê ya Bilind qedexeya weşanê ya li ser hilbijartinên xwecihî qedexeya weşanê rakir.

18.18

Komeleya Oy ve Otesiyê bang kir ku girtekên hilbijartinên 31’ê Adarê li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bên barkirin

Komeleya Oy ve Otesiyê ku ev 10 sal in ji bo ewlehiya sindoqan bi dilxwazî dixebtite û di 11 hilbijartinan de cih girtine, piştî bidawîbûna dengdayîna di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê banga “girtekan” kir. komeleyê bang li hilbijêrên 81 bajaran kirin ku girtekên di destê xwe de li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bar bikin.

Têkildarî mijarê li ser hesaba X’ê ya Komeleya Oy ve Otesiyê ev daxuyanî hate dayîn: “Hemû girtekan ji Oy ve Otesiyê re bişînin! Piştî parvekirina daneyan, ji saet 16.00/17.00’ê ve hûn dikarin li 81 bajarên Tirkiyeyê girtekên xwe li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bar bikin û pêvajoya hilbijartinê li gel me bi awayekî şefaf bişopînin.”

18.16

Sakik: Ev serketin a hemû xelkê Agiriyê ye

Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev daxuyanî da: “Spas Agirî. Ev serketin a hemû xelkê Agiriyê ye.”

18.13

Tê diyarkirin ku CHP’ê Enqere bi dest xistiye

Tê diyarkirin ku Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê namzetê CHP’ê Mansûr Yavaş qezenc kiriye.

18.12

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî ewlehiya sindoqan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bang kirin.

Barkirhan wiha got: “Peywirdarên me yên sindoqan ên kedkar û gelê me yê hêja; divê em yek saniyeyê jî sindoqan bala nehêlin. Divê em bizanin ku her qada em vala dihêlin, her saniyeya em vala dihêlin ji bo dizan firsend e. Em ê firsendê nedin hîlebazan. Em xwe sist nekin! Heta ku torbeyên dengan radestî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyan tên kirin em bişopînin. Em, yekkirina dengan a li Lijneyên Hilbijartinê yên Bajaran jî bi hûr û kûr bişopînin. Li dijî hîleyên ku di dema derbaskirina dengan a li pergala YSK’ê de em hişyar bin û çavê me lê be.”  

Hatîmogûllari jî wiha got: “Hevalên hêja; peywirdarên sindoqan û gelê me, hejmartina dengan didome. Li dijî her cureyên manîpulasyonê divê em yek kêliyê jî dev ji parastina sindoqan bernedin. Em xwe sist nekin û li dijî propagandaya îktîdarê em îradeya xwe biparêzin. Em torbeyên dengan heta Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bişopînin. Em bi hûr û kûr karûbarên yekkirina dengan bişopînin. Divê em ji bîr nekin ku ev di her kêliyê de hîleyan dikin û divê em xwedî li îradeya xwe derkevin.”

18.06

DEM Partî li navçeya Til û Vartînîsê bi ser ket

Li gorî agahiyên destpêkê hate diyarkirin ku DEM Partiyê li navçeya Til a Mûşê û bajaroka Vartînîsê bi ser ketiye.

18.05

DEM Partiyê li Dîgorê bi ser ket

Li gorî agahiyên pêşî hat ragihandin ku DEM Partî li Dîgor û bajarokê Bazarcix a Dîgorê bi ser ketiye.

18.04

Li Deştadarê DEM Partî bi ser ket

Li gorî encamên nefermî: Li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê 280 hilbijêrên veguhestî yên ku ji leşker û polîsan pêk tê deng dane. Tevî vê yekê jî DEM Partî bi 578 dengan li bajarokê Deştadarê bi ser ket. AKP’ê jî 377 deng girtiye.

17:26

Meral Daniş Beştaş: Sindoqan neterikînin

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş piştî bidawîbûna dengdayînê bang li berpirsiyarên sindoqan kir.

Beştaşê li ser medyaya dijîtal ev yek parve kir: ‘’Endamên komîteya sindoqan û çavdêrên sindoqan ên ezîz; Jimartina dengan temaşe bikin û bêyî teslîmstandina zabitnameyên îmzekirî, sindoqan neterikînin. Ji bilî bangên navenda me, guh nedin tu daxuyanî, bang û agahdarkirinên din. Têkildarî nelirêtiyên jimartina dengan û encaman de îtîrazên xwe bikin û îtîrazên xwe bi zabitnameyan belge bikin.’’

17.23

Ayşegul Dogan: Em sindoqan terk nekin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî daxuyaniya çaremîn da. Dogan, careke din bang li hilbijêran kir ku xwedî li sindoqan derkevin.

Dogan, got ku pir zêde agahiyên manîpûlatîf tên parvekirin û ev agahî parve kir: “Daneyên ewil hatin ber destê me. Heta ku em van daneyan parve dikin ji kerema xwe guh nedin agahiyên manîpulatîf. Ji vê saetê ve ya herî girîng, parastina sindoqan e. Bi hezaran endamên partiya me ji navendê heta qadê bi koordînasyoneke mezin dixebitin. Banga me ji bo hevalên me yên li noqteyên yekkirinê ye; ji kerema xwe bi berpirsyartî û hesasiyeteke mezin tevbigerin. Heke em di dema pêwîst de mudaxile nekin, dê îradeya me were dizîn. Lewma divê peywirdarên sindoqan bi tu awayî cihê xwe terk nekin.”

17.20

Namzetê AKP'ê û 150 kesên li gel wî li 5 cihên cuda bi awayekî komî deng dan

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, namzetê serokê şaredariyê yê AKP'ê û serokê şaredariyê yê niha Şeref Albayrak û koma pê re ku ji 100-150 kesî pêk tê, li 5 taxên cuda bi awayekî komî deng dan.

Parêzerên DEM Partiyê girte girtin û li dijî vê bêhiqûqiyê li Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê giliyê sûc kirin. Di gilînameyê de hat ragihandin ku Albayrak û koma wî ji saetên sibehê ve li taxên gundewarî yên Qunefirik, Talikan, Beresûr û Kavaklicayê, her wiha li Lîseya Anadolu ya Xelfetî ya navçeya navendî ya taxa Siyahgulê bi awayekî komî deng dane.

17.09

Îmamoglû: Kar û barên hejmartina dengan divê bi baldarî were şopandin

Namzetê Şaredartiya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû piştî bi dawî bûna kar û barên dengdayînê daxuyanî da. Îmamoglû wiha got: “Li Stenbolê heta niha rewşeke nerênî neqewimî ye. Niha pêvojo destpê kir ku divê kar û barên hejmartina dengan ji aliyê wezîfedar û welatiyan ve bi baldarî were şopandin.”

17.04

Rapora ÎHD’ê ya têkildarî hilbijartinê: Pêşî li şandeyan hate girtin, leşker weke hilbijêr hatin veguheztin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) “Rapora Navbeynê ya Binpêkirinên di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de” eşkere kir. rapor, bi awayeke nivîskî hate weşandin. ÎHD’ê da zanîn ku wan li 22 bajaran çavdêrên hilbijartinê bi cih kirine.

Daxuyanî wiha ye: “Hat zanîn ku koma me ya ji 8 kesan pêk dihat a li navenda Sêrtê hatibû peywirdarkirin; koma ji 7 kesan a li Agiriyê peywirdar; koma ji 5 kesan a li Gever a Colemêrgê peywirdar; koma ji 14 kesan pêk dihat a li Mêrsînê peywirdar û koma me ya serbixwe ya ji 46 kesan pêk dihat û li Wanê peywirdar ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin û bi tu awayî nehiştin çavdêriyên xwe bikin. Hêzên ewlekariyê yên Wanê ji şandeya me re got ku li ser biryara walîtiyê destûrê nadin.”

Bi domdarî wiha hate gotin: “Ji me re hate gotin ku li navçeyên Kerboran û Strewrê; li navçeya Pasûrê; li navçeya Gever a Colemêrgê; li navenda Dêrsimê û navçeya wê ya Qisleyê; li navenda Şirnexê; li Qers, Agirî û Îdirê hêzên ewlekariyê bi mînîbus, otobûs û wesayîtên zirxî bi awayekî komî anîn dibistanan, hinekan jê bi unîformayên xwe hinekan jî bi çekên xwe dengên xwe dan; li hinek sindoqên ku hêzên ewlekariyê qeydên wan lê hebûn qeydên sivîlan tune bûn. Mîna di her hilbijartinê de, di serî de li navenda Rihayê û hinek navçe û gundên wê deng bi komî û eşkereyî hatin bikaranîn; hinek hilbijêran pusulayên dengan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin û hat îdiakirin ku beramberî vê jî pere wergirtine.

LI BURSAYÊ KESEK HATE KUŞTIN 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Mûstafakemalpaşa ya Bursayê kesê bi navê Yûsûf Yîgît di êrişa E.Y. (36) û M.Y. ve bi îdiaya ku deng daye namzetê keyatiyê yê ne ji xizmên wan e bi çekê kuştin. Her wiha yek jê zarokeke 3 salî 2 kes jî birîndar bûn.  

RIHA-XELFETÎ

Saet serê sibehê di 05.00’ê de komeke çekdar dora Dibistana Seretayî ya Hîlallî ya Xelfetiyê girtin, muşahit ji dibistanê derxistin û deng bi komî dan.

Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak û 100 kesên pê re jî li dibistana navîn a li gundê Talîkanê hewl dan bi hev re deng bidin.

SERÊKANIYÊ

Kesên ji bo pereyan deng dayîn AKP’ê, li ser koma WhatsAppê pusulayên dengên xwe parve kirin.

AMED-SÛR

Li gundê Çirnika yê Sûrê ji ber hilbijartinê di navbera du aliyan de şer derket û kesek hate kuştin. 11 kes jî birîndar bûn. Her wiha rojnamegerên ji bo şopandina hilbijartinê hatin vî gundî jî rastî êrişa çekdarî hatin.

Di êrişa çekdarî ya li Çirnikayê de peywirdarê sindoqê yê DEM Partiyî Emîn Çelîk hate kuştin, 2 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.

XANA AXPAR

Namzetê AKP’ê yê Xana Axparê ji bo hezar û 200 dengên li 4 gundan peymaneke bi bedela 2 milyon TL mohr kr. Hat zanîn ku bi keyayan re lihev kiriye.

ŞIRNEX

Parlamenterên DEM Partiyê û muşahitan bi sedema ku di sindoqa hejmar 5950 ya li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl tu hilbijêrên sivîl tune ne, bertek nîşan dan.

CIZÎR

Namzetê AKP’ê êrişî peywirdarê sindoqê yê Partiya Îyiyê kir û rageşî derket.

ÎZMÎR

Welatiyê bi navê Şahîn Uzun ji sedî 92 astengdar e û dane sindoqa hejmar 1010 a Dibistana Navîn a Alî Şîr Nevaî. Tevî ku astengdare jî dane qata 3’yan û li gel ku ev rewş ji YSK’ê re hatiye vegotin jî qeyda Şahîn Uzun derneketiye.  Her wiha li heman dibistanê qeyda welatiyên astengdar Tulay Ozalp û welatiyê 82 salî jî qeyda wan di sindoqa hejmar 1007’ê bû û li qata 2’yan bû.

ENQERE - ÇANKAYA

Li pêşiya Dibistana Turhan Fevzîoglûyê materyalên kampanyaya hilbijartinê yên Partiya Îyiyê hene.

SEMSÛR - ÇÎLIKAN

Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê Muhammed Yilmaz li bajarokê Sergolanê du caran deng bi kar aniye.

MÛŞ

Agahiya binpêkirineke din jî ji sindoqa hejmar 1108 a Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a navenda Mûşê hat. Hat diyarkirin ku jineke çarşefa reş li xwe kirî di sindoqên cuda de sê caran dengê xwe da.

Banga me ya ji bo YSK’ê û Serokatiyên Lijneya Hillbijartinê ev e;

Tavilê dawî li astengkirina 300 peywirdarên me yên li 22 bajaran bînin; ewlehiya wan biparêzin û alîkar bibin ku bikarin çavdêriyên xwe bikin; derheqê kes û komên ewlehiya hilbijartinê dixin xetereyê de lêpirsînên bibandor bidin destpêkirin; derheqê bêusuliyên me li jor tespît kirin de lêkolînên pêwîst bikin û tevdîran bigirin; ewlehiya xebatkarên çapemeniyê mîsoger bikin; li dijî êriş û astengkirina namzetên şaredariyê û partiyên siyasî tevdîrên pêwîst bigirin.”

16.57

YSK’ê di demên jimartina dengan de qeydkirina dîmenan li rojnemevanan qedexe kir 

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di kêliyên jimartina dengan de qeydkirina dîmenan li rojnamevanan qedexe kir. Polîs rojnamevanên ji hin hêrêmên ku deng lê tên jimartin dur xist û mafê agahîstendina gel xesp kirin. Xespkirina mafê agahîstendinê, bi biryara YSK’ê tê domandin. 

Li gorî Qanûna Hilbijartinê ya hejmar 298’an, rojnamevan dikarin di kêliyên jimartina dengan de dîmenan qeyd bikin.

16:44

AKP'yiyan li 5 cihên cuda deng dan

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê namzetê şaredariyê yê AKP'ê û serokê şaredariyê Şeref Albayrak û li gel koma ku ji 100 û 150 kesî pêk tê, li 5 taxên cuda bi komî li ser hev deng dan.

Her wiha di hin dîmenên ku danê sibehê hatine parvekirin de zerfên YSK’ê yên ku mohra AKP’ê li ser heyî, derketin holê û tê îdîakirin ku li Xelfetiyê zerfên ku ji derve hatine anîn, derketine holê.

16.28

TÎP û EMEP’ê nerazîbûn nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan

Karûbarên dengdayînê yên li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dawî bû. Dîmenên leşker û polîsên ji bo dengê xwe bidin AKP-MHP’ê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê hatin weşandin. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) têkildarî van dîmenan daxuyanî dan û gotin ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike.

Têkildarî mijarê TÎP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyanî da û bal kişand ser dîmenên leşker û polîsan. TÎP’ê got ku leşker û polîs li navend û navçeyên DEM Partî lê bihêz e bi awayekî derqanûnî deng didin û wiha got: “Em li dijî pergala qeyûm û hewldana darbeya li dijî îradeya gelê kurd in. Dê gel bi ser keve, kesên hewl didin îradeya gel xesp bikin, têk biçin.”

EMEP’ê jî li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniya Serokê Giştî Seyît Aslan parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdar hewl dide bi rêya hêzên ewlekariyê, terrîqet û cemaetan gel bixapîne û bi veguhestina leşker û polîsan li bajarên kurdan bandorê li encamên hilbijartinê bike. Bi domdarî bal kişand ser dîmenên leşkeran û qetilkirina endamê DEM Partiyê li Amedê. EMEP’ê ev êriş û veguhestina leşker û polîsan şermezar kir û wiha got: “Dê têkoşîna me ya li dijî vê xespkirina îradeya gel bidome û li dijî her cureyên zordestiyê yên îktîdarê, em ê li cem îradeya gelê kurd bigirin.”

16.23

Li Sêrtê şerê muxtariyê: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gundê Merke yê girêdayî navenda Sêrtê, di hilbijartina muxtariyê de şer derket. Hat diyarkirin ku di şerê qewimî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku B.K hatiye binçavkirin.

16.03

Li Tirkiyeyê dengdayîn bi dawî bû

Dengdayîna ji bo hilbijartinên xwecihî bi dawî bû. DEM Partiyê banga xwedî derketina li sindoqan kir.

15.02

‘Dem qediya jî be, eger hûn di rêzê de bin hûn dikarin dengê xwe bidin’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Navenda Giştî daxuyanî da.

Ayşegul Dogan diyar kir ku di kêlî yan jî wextê temambûna kar û barên dengdayînê de, eger mirov di rêzê be, yanî li dibistanê be hingê jî dikare dengê xwe bide û got: “Yanî saet 16.00 yan jî 17.00 derbas kiribe jî hûn dikarin dengê xwe bidin. Ev mafê we ye.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku li 31 navendan hilbijêr hatine bicihkirin û got: "Di qonaxa ewil de me li 31 navendan hilbijêrên veguhestî tespît kirin. Li navenda Agiriyê 4 hezar û 168, li Avkevirê ya Agiriyê 204, li Heskîf a Êlihê 280, li Kercews a Êlihê 274, li Azarpêrt a Çewligê 99, li navenda Bedlîsê 51, li Tetwan a Bedlîsê 726, li Akpazar a Mazgêrda Dêrsimê 127, li Gêl a Amedê hezar û 129, li Hezro ya Amedê 797, li Pasûr a Amedê hezar û 929, li Dep a Xarpêtê 519, li Qereçoban a Erziromê 312, li Çelê ya Colemêrgê 3 hezar û 235, li Rûbaroka Colemêrgê hezar û 979, li Bajêrgeh a Gevera Colemêrgê 953, li Şemzînan a Colemêrgê hezar û 886, li navenda Îdirê 4 hezar û 382, li navenda Qersê 3 hezar û 842, li Kerboran a Mêrdînê 570, li Stewr a Mêrdînê 978, li Akdenîz a Mêrsînê 460, li Milazgir a Mûşê 609, li Dihê ya Sêrtê hezar û 71, li Misircê ya Sêrtê 688, li Berwarî ya Sêrtê 33, li navenda Sêrtê 6 hezar û 328, li Elkê ya Şirnexê 828, li Basa ya Şirnexê 494, li navenda Şirnexê 6 hezar û 541, li Qileban a Şirnexê hezar û 409 hilbijêr hatine veguhestin. Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî hatine tespîtkirin."

15.46

Li Mêrdînê sindoqên dengan bi wesayîta şaredariyê anîn koordînasyona hilbijartinê ya bajêr

15.40

Li Stenbolê dîmenê hilbijartinê

15.39

Li Êlihê li hin dibistanan wesayîtên zirxî hatin bicihkirin

15.34

Li Kurdistanê di hilbijartinan de dîmenê dizîtî û hîleyên AKP'ê

15.30

Ji YSK’ê daxuyanî

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinan daxuyanî da. Ahmet Yener got: “Ji saet 17.00’an ve kar û barên li bajarên me yên mayî, wê biqedin. Di saet 17.00’an de em ê têkildarî hemû kar û barên dengdayînê agahiyeke giştî bidin. Piştre wê desteya me bicive û em ê biryar bidin ka wê qedexeya weşanê kîjan saetê bê rakirin.”

15.07

Kar û barên dengdayînê li 32 navendan bi dawî bû

Li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Gumgum, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kîlîs, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburt karûbarê dengdayînê bi dawî bû.

Li 49 bajarên din jî dê dengdayîn saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.

14.55

Li Ebexê dengdana 180 karkeran hatin astengkirin

 

Qeyûmê Wanê destûr neda 180 kesên ku li navçeya Ebexê weke wezîfedarên hilbijartinê hatin erkdarkirin dengê xwe bidin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, 180 karkerên di nava şaredariyê de dixebitin weke wezîfedarên hilbijartinê li Ebexê ku li derveyî navçeyê hilbijartinê ye wezîfedar kir. Bi wezîfedarkirina bêhiqûqî re 180 karker ji mafê xwe yê dengdayînê bêpar hatin hiştin.

14.49

Li Dersimê dîmenê dengdanê

14:48  

Leşkerên Tirk bi çekên xwe hatin dengdanê

Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Tetwan a Bedlîsê li Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Karşiyakayê 45 leşkeran bi çekên xwe deng dane. Hate zanîn ku leşkerên hatine dengdanê ji gundê Reşadîyeyê hatine anîn. Hate ragihandin ku leşker bi 3 wesayîtan hatine anîn û navên wan di lîsteya dengdêran de heye.

Berpirsiyarê sindoqê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji leşkeran re gotiye; ‘Hewce ye hûn cil û bergên sivîl li xwe bikin’ û hişyarî daye leşkeran ku li gorî prosesa hilbijartinê tevbigerin. Leşkeran jî êrîşî berpirsiyarê sindoqê yê DEM Partiyê kiriye û bûne asteng ku dîmenên wan bigire.

Hate diyarkirin ku li Taxa Hîdayetê li Dibistana Navîn a Vakifbankê zêdetirî 20 leşkeran bi unîformayên leşkerî  deng dane.

14.33

Ji bo dengdayînê hezar leşker anîn

Li navçeya Depê ya Xarpêtê ji bo hilbijartinên rêveberiya xwecihî kar û barên dengdayînê dewam dikin. Hat zanîn ku mîna li gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê li Depê jî hilbijêr hatin bicihkirin. Hat tespîtkirin li Dibistana Seretayî ya Nûrî Ozaltin nêzî hezar leşker ji bo deng dayînê hatin.

14.32

Li Sêrtê dîmenên dizên AKP’î

14.26

Li Agirî bang: Werin û vîna xwe biparêzin

Namzeta Hevşaredariyê ya Agirî ya DEM Partiyê Hazal Aras, ji ber hejmarek zêde ya leşker û polîsan li navendên dengdanê yên li bajêr dengê xwe dan bang li gel kir û got, "Werin vîna xwe nîşan bidin."

Hazal Aras got, "Ez di serî de bang li gelê Agiriyê û tevahiya gelên Tirkiyeyê dikim. Ji saetên sibehê ve me dest bi gera xwe ya li dibistanan kir. Lê li Agiriyê dîmenek ya dagirkeriyê derket holê. Bi hezaran leşker û polîs anîn Agiriyê û deng hat dayîn. Em gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Divê gelê Agiriyê îradeya xwe biparêze.  Divê bên ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin. Nehêlin leşkerekî Baybûrt, Gîresûn, Erzîrom an jî Erzînganê vîna we desteser bike. Dengdan saet 16.00'an bi dawî dibe. Pêwîste gelê Agiriyê xwedî li sindoqan derkeve û vîna xwe biparêze."

14.23

Li Şirnexê dîmenê dizên AKP’ê

14.22

'Bila her kes li ber sindoqan, li ber kîsikên dengan be'

Li Konyayê Namzeta Hevşaredariya Cîhanbeylî ya DEM Partiyê Eylul Yaylaci li Dibistana Amadeyî ya Anadolû ya Guven Belgîn dengê xwe bi kar anî.

Eylul Yaylaci anî ziman ku di hilbijartinan de bi rengekî pir zêde bêûsilî çêdibin û ev tişt got: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li sindoqan derbikevin. Heta ku saeta hilbijartinê diqede, bila ti kes sindoqan terk neke. Heta ku desteya hilbijartinê ya navçeyê tê, bila her kes li ber sindoqan, dibistanan û kîsikên dengan be.”

14.15

Berdevka DEM Partiyê: Em dengê xwe bi kar bînîn, sindoqan terk nekin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang li kesên ku hîna dengê xwe nedane kir ku biçin ser sindoqan. Ayşegul Dogan bang li gel kir ku sindoqan terk nekin û wiha got: “Ji kerema xwe re dengên xwe bi kar bînin. Em bang li we dikin ku li ser navê DEM Partiyê dengê xwe bidin. Li rojava kar û barên deng dayînê heta saet 17.00’an dewam dike, lê li Kurdistanê hûn dikarin heta saet 16 dengê xwe bi kar bînin. Kêm maye, em valehî nedin û bi dengdayînê em îşev herêmên xwe bi rengê mor bixemilînin. Bi yek dengê em dikarin hişyarî biharê bibin. Em dikarin destpêkeke nû biafirînin. Ti qada ku hûn dengê xwe lê bi kar tînin, terk nekin. Sindoqan biparêzin, dengên xwe biparêzin. Heta ku kar û barên dengdayînê diqede, teqez sindoqan terk nekin.”

14:01

Di sindoqekê de ji 120 hilbijêran tenê yek ji Qersê ye

Yek ji navnîşanên ku desthilatdarî ji bo hilbijartinê leşker û polîs veguhasine Qers e. Li Qersê hilbijêrên veguhestî bi otobusan birin Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya li Taxa Cumhuriyetê, Dibistana Navîn a Cumhuriyetê ya li Taxa Fevzî Çakmakê û Dibistana Navîn a Alparslanê ya Yenî Mahalleyê. Derket holê ku di sindoqa bi hejmara 1042 a Dibistana Navîn a Ataturkê de tenê ji 120 hilbijêran yek qeyda wî li Qersê ye. Hemû kesên din ên deng dane ji bajarên din hatine veguhastin.

13:54

Li Kurdistanê dengdan wê saet di 16:00 de bi dawî bibe

Li Kurdistanê dengdana hilbijartinên xwecihî wê saet di 16:00 de bi dawî bibe. DEM Partiyê bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne. Her wiha ji bo xwedîderketina li dengan jî bang kir.

13:44

Li Rihayê dîmenên dengên bi mohra AKP'ê yên berê mohrkirî

 

13:34

Li dijî hilbijarên veguhestî nerazîbûn: Ew bêrûmet, bê terbiye û diz in

Gelê li Şirnexê nerazîbûn nîşanî hilbijêrên ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve veguhestî dan. Gel ji hilbijêrên veguhestî re gotin, “Hûn ji bo carekê hatine vir, şerm bikin. Bipeyvin hûn ji kur in? Hûn kole ne, kole. Bêrûmet, bê terbiye û dizin.”

13:25

Namzetê AKP'ê yê Mîdyadê êrîşî wezîfedarê sindoqan kir

Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Mîdyadê Veysî Şahîn êrîş bir ser wezîfedarê sindoqê yê Partiya Demokrat. Hate ragihandin ku wezîfedarê Partiya Demokrat rakirin nexweşxaneyê.

13:12

Namzetên DEM Partiyê yên Amedê ji bo dengdanê bang kirin

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak bang li gel kirin ku dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqan derkevin. Dogan Hatûn bang li wan kesan kir ên ku heta niha dengê xwe bi kar neanîne ku heta saet 16'an dengê xwe bi kar bînin. Serra Bûcak jî bang li xelkê Amedê kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.

13:06

Extiyar bi hevgirtinê çûn dengdanê

Li dibistanên navçeya Bajara Nû ya Amedê ji bo hilbijartinan tevlîbûneke zêde çêbû. Bi taybet kal û pîr di saetên sibê de bi zarokên xwe re hatin û dengê xwe dan. Dayikeke ku bi alîkariya keça xwe hat dibistanê, tevî ku di meşê de zehmetî dijiya jî çû ser sindoqê. 2 extiyarên mêr ên ku hatin Lîseya Fatîh Anadolu ya navçeya Bajara Nû alîkarî dan hev û bi hev re ji bo dengdanê çûn ser sindoqê. Hevgirtina extiyaran bal kişand. 

Li Rezan, Sûr, Gêl û Pasûrê gelê navçeyan ji bo parastina sindoqên xwe li dijî dengên veguhastî bi awayekî girseyî çûn dengêdanê. 

13:03

Polîsan gaz berdan çavê Hevşaredara DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê

 

13:02

Jin a 120 salî jî dengê xwe da

Li navenda Sêrtê, hilbijêrên DEM Partiyê li taxan bi extiyar, ciwan, astengdar diçin ser sindoqên dengdanê û dibêjin, wê qeyûm bişînin.

Jineke 120 salî di hembêza kurê xwe de deng da û nîşaneya serketinê kir.

13:00

Li Çewlîkê tevlîbûna xurt

Li Çewlîkê gel ji serê sibehê ve herikî qadên dengdanê. Li Kanîreşê, Dêra Hênê li taxa Sîmanî tevlîbûneke xurt heye.

12:59

Xelkê Dersimê herikî qadên dengdanê

Li Dersimê jî tevlibûneke zêde ya hilbijartinê heye. Welatî ji saet 07.00’ê ve berê xwe dan dibistanan. Li bajêr 69 hezar hilbijêr hene û dê dengên xwe li ser 516 sindoqan bidin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Bajar Ayten Kordu dengê xwe da û got: “Bila ji bo xizmeteke wekhev û azad xelkê Dersimê bi ser keve.” Namzetên Tifaqa Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî çûn ser dana dibistanan.

Navenda Koordînasyona Krîzê li avahiya DEM Partiyê hat danîn û ji bo ewlehiya hilbijartinê li her devera bajar xebat tên meşandin.

12:58

Ji Îdirê wêneyek: Ji bo DEM Partiyê dengê xwe bi kar tînin

12:57

Ji bo şandina qeyûman gel dengê xwe bi kar tîne

Ciwan, jin, kal û pîr û astengdar jî di nav de li Êlihê bi hezaran welatiyan ji saetên zû yên serê sibehê ve ji bo dengdayînê berê xwe dan dibistanan. Namzeta DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk dengê xwe da û banga parastina sindoqan kir. Sonuk ku dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya li Taxa Cumhriyetê da, got ku gelê kurd dê di hilbijartinê de bi ser keve û bi rêjeyeke bilind a deng re qeyûman bişîne. Her wiha welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin dibistanan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan.

Li Taxa Pazaryeriyê dayikeke 98 salî jî çû ser sindoqê. Hilbijêrên kal û pîr nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku dengê li xwe Amedê da, dibistan bi dibistan geriya û têkildarî ewlehiyê agahî girt. Karûbarê dengdayînê didome.

12:52

Kurdistanî xwedî li îradeya xwe derdikevin

Li Agiriyê tevî êrîş, hîle û astengiyan jî gel dengê xwe bi kar tîne. Ji extiyar, heta nexweşan gelê Kurdistanê xwedî li îradeya xwe derdikeve.

12:49

Li Şirnexê gel bi gotina 'Diz heye' nerazîbûn nîşanî AKP'iyan da

 

12:44

Mîthat Sancar û Omer Ocalan bang li gel kirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê namzetê AKP'ê Şeref Albayrak û tîma pê re li taxên bejahî yên Qunefirik, Talikan, Beresûr û Kavaklicayê û taxa Siyahgul a li navenda bajêr li Lîseya Anadolû ya Xelfetiyê bi zerf û pûsûlayên ji derve anîn deng bi kar anîn. DEM Partî li ser vê yekê çûn lîseyê.

Komek ji 50 kesî ya ji navçeya Bêrecûkê hat, êrîş bir ser endamên DEM Partiyê. DEM Partiyî yên ku polîsan gaz berdan ser wan, derbasî Edliyeya Xelfetiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mîthat Sancar li vê derê daxuyaniyek dan. Omer Ocalan got, "Em bang li gelê xwe dikin ên ku deng bi kar anîne li ber Edliyeya Xelfetiyê li hev kom bibin." Sancar jî got, "Bila gelê me ji xwe bawer bike. Em ê nehêlin îradeya me bê desteserkirin."

12:41

Namzetên DEM Partiyê: Em xwedî li vîna xwe derkevin

Karûbarê dengdayînê yê li Antalyayê ji saet 08.00’an ve didome. Hilbijêr berê xwe didin dibistanan û dengê xwe didin. Namzetên DEM Partiyê yên bajar jî çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Namzetan banga xwedîderketina li îradeya xwe li gel kirin.

12:41

Li Edeneyê li ser sindoqan qelebalixiyek zêde çêbûn

Li Edeneyê ji saetên serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan dibistanan û dengê xwe dan. Hema hema li pêşiya hemû dibistanan qelebalixiyeke zêde heye. Li ser sindoqan jî welatî ji bo dengê xwe bidin ketine dorê. 

12:37

Li Hatayê tevlîbûn zêde ye: Deng di konteyniran de hatin bikaranîn

Di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de bandoreke mezin li Hatayê bû. Dengdayîna li Hatayê di bin konteyneran de destpê kir. Ji bo hilbijartinê li Hatayê 3 hezar û 424 sindoq hatin danîn û li konteynirên pêşiya dibistanan hatine danîn hatin bicihkirin. Hilbijêran di bin konteyneran de dest bi dengdayînê kirin. Tevlibûneke xurt a hilbijêran heye.

Li Mêrsînê siyasetmedar û parêzer li ser erka xwe ne Hilbijêrên li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji saetên serê sibehê ve dest bi dayîna dengên xwe kirin. Gelek hilbijêrên ciwan, kal û pîr û astengdar ji bo dengdayînê dibistan tije kirin û li baxçeyên dibistanan jî qelebalixeke mezin çêbû. Di dema hilbijartinê de ji bo DEM Partiyiyan eleqeyeke zêde hebû.

Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz li gelek dibistanan bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Arslan û Sariyildiz dengê xwe dan û banga xwedîderketina li sindoqan kirin. Rêveberên DEM Partiyê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo pêşîlêgirtina bêusuliyên di hilbijartinê de ji saetên zû yên serê sibehê ve çûn serdana dibistanên li Mêrsînê. Serdanên endamên DEM Partî û OHD’ê yên ji bo dibistanan didomin. 

12:15

Divê li Serhedê kesê ku dengê xwe nede nemîne!

Li Serhedê ji bo dengdanê 3 saet mane, lê li dibistanan gel ji bo dengdanê ketine rêzê. Li taxên Xaçort, Karşiyaka û Yenîmahalle yên rêya Rêya Armûşê gel ji bo dengdanê çûn ser sindoqan. Namzetên DEM Partiyê û rêveberên bajêr û navçeyan gel vexwendin ser sindoqan ku dengê xwe bidin. 

Rêveberên DEM Partiyê bang li welatiyan kirin ku xwedî li sindoqan dernekevin û îradeya xwe biparêzin.

12:15

DEM Partî: Hûn çi dikin bikin, em ê bi ser bikevin

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrînê Ahmet Turk daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hûn çi dikin bikin, xelkê Stewrê wê dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqan derkeve. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin."

12:06

Ahmet Turk: Bila her kes dengê xwe bi kar bîne!

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqan derkeve.

12:05

Li Wêranşarê ji bo AKP’ê 11 caran dengê xwe da

Li navçeya Wêranşarê Saît Gunaydin li dibistana seretayî ya li taxa Gozlekê li ser hesabê xwe yê dîjîtal diyar kiriye ku wî 11 caran ji bo AKP’ê deng daye. 

Gunaydin wêneyê pûsûlayên dengan kişandiye û bi gotina, "Deng ji AKP'ê re ye. Kurdno bibînin min 11 deng daye” peyam ji kesekî re şandiye. Kesê ku peyam wergirtiye gotiye ‘Ez ê giliyê te bikim.’ Li ser vê Gunaydin gefa ‘ez ê te bikujim’ xwariye.

12:04

Li Qereçobanê hilbijêrên sexte yên AKP'ê deng bi kar anîn

Li taxa Hacilar a navçeya Qereçoban a Erzîromê, hilbijêrên sexte yên AKP'ê bi rengekî komî deng bi kar anîn.

12:02

Berdevka DEM Partiyê: Bila her kes dengê xwe bi kar bîne!

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî hilbijartinê ku dewam dike civîneke çapemeniyê li navenda giştî ya partiyê lidar xist. Dogan bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne û got, "Em ê bi ser bikevin."

12:00

Li Şirnexê nerazîbûna li hemberî hilbijêrên qaçax ên AKP'ê

 

11:59

94 salî ji bo DEM Partiyê çû dengdanê

Li taxa Kerika ya navçeya Pasûrê ya Amedê Halîme Bayram a 94 salî dengê xwe bi kar anî. Bayram ku di hembêza zarokên xwe de çû cihê dengdanê, li Dibistana Seretayî ya Zehîr Acar dengê xwe bi kar anî.

11:57

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş nerazîbûn nîşanî polîsên veguhestî da

 

11:56

Piraniya 5 hezar hilbijêran ji nifûsa Şirnexê nîne

Huseyîn Tûrhanli nerazîbûn nîşanî leşkerên 'veguhestî' yên li hewça Dibistana Navîn û Dibistana Seretayî ya Omer Keçecîgîl ên li Şirnexê da, lê rastî êrişê hat. Mamoste Tûrhanli bi gotina 'hûn diz in' nerazîbûn nîşan da.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Abdullah Gungen û endamên partiyê pêşî li leşkeran birîn û nerazîbûn nîşan dan.

Li dibistana navborî nêzî 5 hezar hilbijêr hene. Lê belê piraniya kesên di lîsteyê de ne ji nifûsa Şirnexê nîne.

11:46

AKP'iyan li Mûşê bi rengekî komî deng dan

Li taxa Ejmanukê ya li navenda Mûşê li sindoqa bi hejmara 1034'an a li Dibistana Navîn a Ejmanukê bi serkêşiya Feyat Asya hevjîna Namzetê AKP'ê yê Şaredariyê bi rengekî komî deng hatin bikaranîn. Wezîfedarên sindoqê dest li bikaranîna komî ya dengan werdan, lê belê AKP'iyan êrîşî wan kirin. Ji ber zêdebûna nerazîbûnan bi lez ji dibistanê çûn.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz diyar kir ku ji ber bikaranîna dengan a bi komî divê dengên li wê sindoqê bêne betalkirin. Li ser hewldana parlamenter û hiqûqnasan rapor têkildarî mijarê hate amadekirin. Sumeyye Boz got, "Bûyer li pêş çavên hêzên ewlekariyê diqewimin. Hin mirovan bi kesên bi xwendin û nivîsandinê nizanin dişînin cihê dengdanê. Ya rast divê ev hilbijartin nederbasdar bê hesibandin. Em ji bo îradeya gelê xwe li vê derê ne û em ê xwedî li îradeya gel derkevin."

11:42

Bakirhan: AKP hilbijêrên qaçax li bajarên Kurdan bi cih dike

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan dengê xwe li Enqereyê bi kar anî. Tûncer Bakirhan got, "Hêvîdarim bibe hilbijartineke demokratîk, lê belê beriya ku bêm vê derê me hemûyan dît ku hilbijêrên qaçax li bajarên Kurdan têne bicihkirin. Leşker, polîs û hilbijêrên li wan bajaran namînin, li wê derê deng bi kar tînin. Ji destpêkê ve guman tevlî hilbijartinê kirin. Tevî vê yekê jî em bi hemû hêza xwe bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bi kar bîne. Ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku min îro dengê xwe da jin a herî bedew, herî têgihiştî, herî entelektûel û berxwedêr. Bila bi xêr be."

11:38

Leşkerên li Qersê li xwe mikur hatin: Em ji derveyî bajêr hatin

Li Qersê ku bi hezaran hilbijêr ji derveyî bajêr lê hatin bicihkirin, leşkerên ku bi otobusan anîn Dibistana Navîn a Ataturk û Cûmhûriyetê, bi komî deng dan. Wekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Qersê di dema bikaranîna dengê komî de ji leşkerekî pirsî ku 'Ji ku derê hatine?', leşker jê re got, 'Ji derveyî bajêr hatine'. Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Leşkerên ji derve hatine anîn li her derê hene. Bi van hilbijêrên veguhastî dixwazin îradeya xelkê Qersê desteser bikin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li xelkê Qersê kir ku îradeya xwe biparêze.

11:28

Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengê xwe bi kar anîn

 

11:17

Namzetê AKP'yî tevî qeymeqamê qeyûm li sindoqên dengdanê digere

Li bajarokên Xirvate û Bajêrge yên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi sedan leşkerên veguhastî deng bi kar anîn. Li bajarokê Bajêrgeyê qeymeqam Omer Cîmşît ku li Geverê qeyûm e, tevî namzetê AKP'ê Dirbaz Buyuksû li sindoqên dengdanê digere. Tevî hilbijêrên veguhestî jî gel ji serê sibehê ve diçin navendên dengdanê û xwedî li îradeya xwe derdikeve.

11:08

Ahmet Turk: Hevrikê me dewleta Tirk e

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe bi kar anî. Ahmet Turk got, "Hevrikê me ne partiyeke siyasî ye. Dewlet bi xwe hevrikê me ye. Em li hemberî polîs, walî, qeymeqamên dewletê di pêşbirka hilbijartinê de ne. Bi hezaran leşker û polîs anîn û xwestin îradeya gel desteser bikin. Li Stewr, Kerboranê hilbijêr veguhastin û hewl didin îradeya gel tine bihesibînin. Bêguman ev neheqî ye, bêhiqûqî ye. Ji bo paşeroja demokratîk gefeke. Ez bawer dikim ku gelê me vê dibîne. Di hilbijartinên xwecihî de hêvî dikim ku gelê me serketî be û hilbijartin bibe wesîle ji xêrê re."

11:02

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Bila gelê me xwedî li dengê xwe derkeve

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak dengê xwe bi kar anî û got, "Îro wê bibe ew hilbijartin ku xelkê Amedê îradeya xwe nîşan bide, bibe wesîleya aştî û demokerasiyê. Bila gelê me heta bidawîbûna jimartina dengan xwedî li dengê xwe derkeve, li dibistanan bimîne."

Namzeta Hevşaredariya Peyasê Bêrîvan Sîncar jî li heman dibistanê dengê xwe bi kar anî.

10:48

Li Kerboranê dîmenê dizîtiya AKP'ê

 

10:46

Li gundê Çirmiq ê Sûrê wezîfedarê DEM Partiyê hat qetilkirin 

Li gundê Çirmiq yê navçeya Sûrê ya Amedê, di şerê navbera muxtaran de wezîfedarê hilbijartinê yê DEM Partiyê Emîn Çelîk jiyana xwe ji dest da. 

Beriya hilbijartinan AKP’ê li Kurdistanê û gelek bajaran hilbijêr bi cih kirin. Hilbijêrên AKP’yî bi girseyî çûn dibistanan. Her wiha li navçeyên Pasûr, Pîran û Sûrê yên Amedê di navbera gel û hilbijêrên hatine bi cih kirin de rageşî derketin. 

Li gundê Çirmiq yê Sûrê, danê sibehê di şerê navbera muxtaran de wezîfedarê hilbijartinê yê DEM Partî Emîn Çelîk jiyana xwe ji dest da. Li gund ku birîndar jî lê hebûn, leşker ketin û derketina gund qedexe kirin.

10:37

Li navçeya Norşîn a Bedlîsê, namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariyê serdana sindoqên dengdanê kirin

 

10:36

Namzetên Hevşaredariya Wanê ya DEM Partiyê: Em xwedî li sindoqan derkevin

Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan dengê xwe bi kar anîn û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan. Namzeta Hevşaredariyê Neslîhan Şedal got, "Em bang li hemû gel û ciwanan dikin; Em dengê xwe bi kar bînin û xwedî li vîna xwe derkevin. Heta dengdan bi encam bibe xwedî li sindoqan dernekevin." Abdullah Zeydan jî got, "Hevrêyên me yên îro wezîfedarên sindoqên hilbijartinê ne, heta ku prosedurên dawî biqedin divê ji ber sindoqan veneqetin û xwedî li sindoqan derkevin."

10:33

AKP'ê li Qereçobanê dengê qaçax da bikaranîn

Li navçeya Qereçobanê ya Erzîromê serê sibehê dengên qaçax hatin bikaranîn. Xelkê navçeyê wêneyê hilbijêrên qaçax kişand. Hate ragihandin ku adresa hilbijêrên qaçax li ser Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

10:29

Namzetên Norşînê ya Bedlîsê bang li gel kirin ku dengê xwe bi kar bîne

 

10:16

Li Şirnexê hîleya hilbijartinê: Leşkerên ji derve hatine anîn deng bi kar tînin

Li Şirnexê, leşkerên ku ji Enqere, Mûgla, Aksarayê hatine anîn bi rengekî komî deng bi kar tînin. Li Dibistana Navîn a Omer Keçîcî ya li taxa Gundogdûyê hate tespîtkirin ku eşker deng bi kar tînin.

Li Dibistana Seretayî ya Findikê ya li bajarokê Findik ê navçeya Basayê li sindoqa bi hejmara 1012'an ji 275 hilbijêran 175 ji wan leşker in. Yên ku deng bi kar anîne jî li ser bajarên Isparta, Antalya û Mûglayê qeyidkirî ne.

Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê jî 17 sindoq ji bo dengdanê hatin danîn. Li hewşa her dibistanê jî leşker hatin bicihkirin. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku divê leşker li derveyî dibistanê bisekinin.

10:12

DEM Partî: Em dengê xwe bi kar bînin, xwedî li sindoqan derkevin

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî karên nelirê yên di dema dengdanê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku muşahît, wezîfedarên dibistanan û sindoqan, parlamenter û rêveberên wan li ser karê xwe ne û hate gotin, "Em ê rê nedin hîleyan. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin bi ser bikevin. Îrade û biryardariya gelê me wê her cûre hîleyan têk bibe. Em bang li her kesî dikin ku ji 7 heta 70 salî xwedî li îradeya xwe, xwedî li sindoqên dengdanê derkevin."

10:09

Sakik: Nêrîna we çi dibe bila bibe li ber desteserkirina îradeyê rabin

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik: Îro roja rûmetê ye. Nêrîna we ya siyasî çi dibe bila bibe, li ber desteserkirina îradeyê rabin.

10:03

AKP'yî li Mûşê bi her awayî hîleyan dikin

Li Mûşê dengdanê bi hîleyên desthilatdariya AKP-MHP'ê destpê kir. Li taxa Ejmanukê ya navenda bajêr, AKP'yiyan bi rengekî komî deng bi kar anîn. Tevî hewldanên tîma koordînasyona krîzê û parlamenteran jî rapor li ser mijarê nehate amadekirin.

Li Milazgirê hilbijêrên veguhastî bi komî deng bi kar anîn. Li Dibistana Navîn a Mûhammet Safîturk a li taxa Menguçluyê 580 deng bi rengekî komî hatin bikaranîn. Li dibistana seretayî ya Alparslanê jî deng bi rengekî komî hatin bikaranîn.

10:00

AKP di berdêla pereyan de deng dide bikaranîn

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, eşkere bû ku AKP'yî ji bo di berdêla pereyan de dengan bide bikaranîn komeke WhatsAppê ava kiriye. Kesên ku di berdêla pereyan de dengê xwe bi kar tînin, pûsûlaya dengan a ku dengê xwe dane AKP'ê tevî wêneyên xwe dikişînin û dixin komê. Di koma ku navê 'Atîlla Ocagi' lê hatiye kirin 296 kes qeyidkirî ne.

Parêzerên DEM Partiyê têkildarî mijarê wê li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtirazê bikin.

09:58

Tulay Hatîmogûllari: Em dengê xwe bi kar bînin, xwedî li sindoqan derkevin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê dengê xwe bi kar anî. Hatîmogûllari piştî dengdanê daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li sindoqên dengan li her kesî kir. Tulay Hatîmogûllari got, "Em hêvî dikin ku li Tirkiyeyê gel bi ser bikeve. Hêvî dikin ku yên bindest bi ser bikevin. Jin û ciwan bi ser bikevin. Doza parêzvanên mafên mirovan û xwezayê bi ser bikevin. Ji bo me hemûyan li ser xêrê be."

09:50

AKP'ê bi keyayan re peyman mohr kir

Namzetê AKP'ê yê Şaredariyê Davût Arzû li navçeya Çinarê ya Amedê doh bi keyayên gundên Halioren, Gorece, Dugruk û Îltaşê ji bo hezar û 200 dengî di berdêla 2 milyon lîreyî peymanek îmze kir. Di peymanê de tê gotin, pere wê ji îmamê taxa Haliorenê re bê dayin, lê belê eger hezar û 200 deng ji Davût Arzû yê AKP'yî re neyê dayin wê peyman bê betalkirin û pere neyê dayin.

09:33

DEM Partiyê têkildarî hilbijêrên sexte daxuyaniyek da

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş li ser veguhastina gelek hilbijêrê sexte li navçeya Stewrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bêrîtan Guneş bang li gel kir ku bi berpirsyarî rabe û got, "Çi dikin bila bikin wê îradeya vî gelî qezenç bike."

09:31

Serokê YSK'ê hîleyên hilbijartinê yên li Kurdistanê ji nedîtî ve hat

Serokê Desteya Hilbijartinê Bilind (YSK) Ahmet Yener: Li ser rewşa dawî ya li hemû bajar, navçeyan me agahî ji desteyên hilbijartinê wergirt. Niha bi rengekî bêpirsgirêk dengdan dewam dike. Înşaleh wê dawiya rojê dengdan bêpirsgirêk biqede û em ê derbasî jimartina dengan bibin.

Serokê YSK'ê veguhastina leşker û polîsan ji bo bajarên Kurdistanê ji nedîtî ve hat.

09:15

Li Qersê leşker bi komî deng bi kar tînin

Li Qersê leşkerên ku ji derveyî bajêr bi mînîbusan hatin anîn, li Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê û Dibistana Navîn a Ataturk a li taxa Cûmhûriyetê deng bi kar anîn. Her wiha destûr nehate dayin ku dîmen bê kişandin.

Li gorî agahiyan li Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê 550 hilbijêrên ji derve hatine anîn qeydkirî ne.

09:01

Wezîfedarê li ser sindoqê 2 caran deng bi kar anî

Li bajarokê Bûlamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê hate tespîtkirin ku wezîfedarê bi navê Mûhammed Yilmaz 2 caran deng bi kar aniye. Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Er Erdal Şîrecî ya taxa Hacîlarê li sindoqa 1030'î wezîfedar Yilmaz hem li sindoqa qeydkirî hem jî li sindoqa bi hejmara 1031'ê deng bi kar aniye. DEM Partiyê ev yek ji desteya hiblijartinê re ragihand. Desteyê îtiraz qebûl kir û dengê hate bikaranîn pûç kir.

08:57

AKP'yî leşker û polîsan dibin Şirnexê

Li TOKÎ yên Şirnexê li Dibistana Seretayî ya Ûmût Tûncay û Dibistana Seretayî ya Edîpbaşar gelek leşkeran bi kincên xwe yên leşkerî deng dan. Li taxa Konûtê muşahît nexistin nava dibistanê.

Her wiha serê sibehê gelek otobus ketin nava Şirnexê. Li Dibistana Pîşeyî ya Keçan a Nazîmiye Demîrel û Lîseya Teknîkê leşkeran bi kincê xwe deng dan. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez ê  li dibistanê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

08:54

Li Stewrê dîmenê leşker û polîsên çûn dengdanê

 

08:53

Li Xelfetiyê hîleyên AKP'iyan destpê kirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, eşkere bû ku li Dibistana Seretayî ya Hîlallî û Dibistana Navîn a Ozmuşê bi rengekî komî dengdan hatiye kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan hat dibistanê, lê belê şaredarê heyî û namzetê şaredariyê yê AKP'ê Şeref Albayrak, parêzvan û alîgirên wî êrişî Omer Ocalan kirin.

Her wiha Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP'ê Şeref Albayrak tevî yên pê re ku 100 kes bûn, li taxa Talikanê li dibistana navîn hewl dan bi hev re deng bi kar bînin.

Muşahîdê DEM Partiyê xwest rewşê qeyd bike lê belê bi lêdanê telefona wî hate desteserkirin. Hate ragihandin ku jendermeyên dor li dibistanê girtin, wezîfedar hemû derxistin derve. Li vê derê dengdan hate rawestandin.

Li taxa Beresûr a navçeyê jî agahî tên ku bi rengekî komî deng têne bikaranîn. DEM Partiyê karên ne li rê yên li taxa Beresûrê qeyd kir.

08:41

Li Îdirê dîmenê leşker û polîsên ku ji bo dengdanê hatin anîn

 

08:40

Leşker û polîs tevî AKP'iyan deng bi kar tînin

Li bajarokên Xirvate û Bajêrge yên navçeya Gever a Colemêrgê bi sedan leşker û polîsên hatin veguhastin bi rengekî komî deng bi kar tînin. Li Xirvateyê leşker bi wesayitên zirxî hatin, li bajarokê Bajêrgeyê jî tevî AKP'iyan deng bi kar anîn.

08:38

Li Pasûrê gel li ber dengdana leşker û polîsan rabû

Li navçeya Pasûr a Amedê li Dibistana Navîn a Ataturk, Dibistana Navîn a Seyrek, Dibistana Navîn a Hamzali Canaydin û Dibistana Navîn a Ûzûnovayê leşker û polîsên hatin veguhestin dest bi bikaranîna dengan kirin. Polîs û leşkerên ku kincên sivîl i xwe lirin bi mînîbusan ber bi dibistanan hatin veguhastin ku dengê xwe bi kar bînin. Gel li ber vê yekê rabû û nerazîbûn nîşan da.

08:32

Li Mêrdînê leşker û polîs deng bi kar tînin

Li navçeyên Kerboran û Stewrê yên Mêrdînê, leşker û polîs ji bo deng bi kar bînin bi komî anîn dibistanan. Li Lîseya Anadolû ya Kerboranê û Dibistana Navîn a Kerboranê leşker û polîs hatin tespîtkirin.

Wezîfedarên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Stewrê îtiraz li bikaranîna dengan a leşker û polîsan kirin. Li navçeya Stewrê li du dibistanan karê bikaranîna dengan hate rawestandin.

08:29

Li Îdirê li sindoqa bi hejmara 1016'an leşkerên ji derve hatine anîn, deng bi kar tînin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Îdirê bi hezaran leşkerî deng dide bikaranîn. Di dîmenan de ku gihîştin ANF'ê, leşkerên ku anîn Lîseya Emîn Guner Hatîp a li Îdirê ji bo deng bi kar bînin ketine rêzê. Bi taybetî leşkerên ji navçeya Aralikê hatin anîn bi çenteyê xwe yê ger û geştê deng bi kar tînin. Leşkerên ku li sindoqa bi hejmara 1016'an dengê xwe bi kar anîn, serê sibehê saet di çaran de çûn dibistana ku deng bi kar bînin. Hate ragihandin ku beriya saeta dengdanê destpê bike, leşkeran dengê xwe bi kar anîn. Li dibistana ku leşkeran deng dan tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin û destûr nehate dayin ku kes xwe nêzî dibistanê bike.

Li gorî agahiyan, gelek leşker serê sibehê bi balafiran anîn Îdirê.

08:05

Hevserokên DBP'ê: Em xwedî li sindoqan derkevin

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir li navçeya Rezan a Amedê deng dan. Hevserokan banga xwedîderketina li sindoqan kirin.

00:35

Li Agiriyê zevtkirina hilbijêrên qaçax

Li Agiriyê hilbijêrên qaçax ên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê hatin zevtkirin.

Danê êvarê gelek polîs û leşker weke hilbijêrên qaçax bi otobusan ber bi Agiriyê ve hatin şandin. Dîmenê vê yekê jî ji aliyê kesekî ve hate kişandin. Kesê ku dîmenê derbasbûna bi dehan otobusan kişand, anî ziman ku hilbijêrên qaçax ji polîs û leşkeran pêk tên û plaqeyên wesayitan jî parve kir. Şahid diyar kir ku di her rêya ber bi Agirî ve hilbijêrên qaçax têne veguhastin.

00:04

AKP'ê li Çinarê bi 2 milyonî deng kirî

AKP'ê li 4 gundên Çinarê hezar û 200 deng bi 2 milyon lîreyî kirî.

00:01

Li 30 bajarên mezin wê ji bo serokên şaredariyan dengdan bêne kirin.

Li tevahiya Tirkiyeyê Serokên Şaredariyên 30 Bajarên Mezin wê bi dengê hilbijêrên li bajaran bêne diyarkirin. Li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wanê hilbijêr ji bo hilbijartina Serokên Şaredariya Bajarê Mezin, endamên meclîsa şaredariyê, keya û şandeya extiyaran wê deng bi kar bînin.

00:01

Zêdeyî 61 milyon hilbijêr wê deng bidin

Ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bang li zêdeyî 61 milyon hilbijêrî hate kirin ku li nêzî 208 hezar sindoqan dengê xwe bi kar bînin.

Saeta dengdanê wê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê cuda, li rojhilat jî cuda be.

Ji ber saeta cuda ya hilatin û çûyîna ava ya rojê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzîrom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê dengdan wê saet di 07:00 de destpê bike û heta saet 16:00 wê dewam bike.

Li bajarên din jî wê dengdan saet di 08:00 de destpê bike û heta saet 17:00 dewam bike.