BI DÎMEN

Li Nisêbînê şahiya gel: Em ê dîsa şaredariya xwe bi rê ve bibin

Namzeta Hevşaredariyê ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan di şahiya gel a li Nisêbînê de axivî û got: "Em ê Nisêbînê bi hev re, mil bi mil vegerînin rojên berê, em ê dîsa Nisêbîna Rengîn bikin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Nisêbînê ku amadekariyên hilbijartinên 31'ê Adarê bi dawî bûn, DEM Partî bi beşdariya parlamenterê Mêrdînê Kamuran Tanhan şahiya gel û meş li dar xist.

Girse li kolana 27 Mayisê li hev civiya û bi meşaleyan heta buroya hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê ya li kolana Şîrînê meşiyan. Meşa ku dîmenên rengîn derxist holê, kolan bi kolan tevêbûna gel mezin bû. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî berxwdana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan li ber buroya hilbijartinê ji gelê Nisêbînê re axivî û got: "Ev hilbijartin ne hilbijartineke rêzê ye, wê bibe hilbijartineke di navbera gelê Kurd ê ku tevî her tiştî di aştiyê de israr dike û yên ku mirinê diparêzin. Di 31'ê Adarê de ji bo zîhniyeta qeyûm a talanker ji Kurdistanê bê rakirin. Em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li dijî tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan em ê helwesta xwe nîşan bidin. Em li bendê ne ku gelê me bi vê biryardariyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”


Namzeta Hevşaredariyê ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan jî got, "Ev du serdem in li Nisêbînê qeyûm tayînî îradeya gelê me tê kirin. Em hemû dizanin ku rejîma qeyûmê çi ji me re rewa dibîne. Gelê me tiştên herî baş û bedew heq dike. Em ê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin û şaredariyên xwe dîsa bi rê ve bibin. Parastina wan sindoqan bi qasî çûna ser sindoqan û dengdayînê girîng e. Bi hev re em ê Nisêbînê vegerînin rojên berê û em ê dîsa bikin Nisêbîna Rengîn."

Şahiya gel a ku dîmenên rengîn derxist golê, bi gerandina govendê bi dawî bû.