NÛ BÛ

DEM Partî: Em banga xwedî derketina li sindoqan dikin

Li Amed û Êlihê fînala xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bi konvoya bi sedan wesayîtan hate kirin. Partiyê banga deng dayînê û xwedî derketina li sindoqan kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Rêxistina Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê fînal bi “Konvoya Mezin a Amedê” kir. Beriya konvoyê bi sedan wesayît li herêma Gozeliyê kom bûn. Li ber muzîkên otobusên hilbijartinê govend hate gerandin. Di destê welatiyekê ku tevlî konvoyê bûyî de, dovîza “Dîroka dawî ya bikaranîna ampulê 31’ê Adarê” bal kişand.

Bi hezaran kesên ku hatîn qadê, wesayîtên xwe bi alên DEM Partiyê xemilandin. Konvoy bi muzîkên hilbijartinê bi rê ket. Konvoy li rêya Riha, Nînova, Seyrantepe, rêya Xarpêt, Mizgefta Selahaddin Eyyubi, Dûraka Ofis Ayhan, Alî Pinar, Cadeya Sento, Kantar, Yenîyol, Dîclekent, Çarxerêya Dunya, 75’ê geriya û herî dawî derbasî Gazîler Son Dûrak a li avahiya bajêr a DEM Partiyê bû.

Bi hezaran kesan ji malên xwe, pencere, balkon û banên avahiyan piştgirî dan konvoyê. Bi hezaran kesên ku li ber avahiyê hatin ba hev, qad veguherandin mîtîngê.

Li vir destpêkê Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Bûcak her ji niha ve serketina hilbijartina sibe pîroz kir û banga “xwedî derketina li sindoqan” li welatiyan kir. Piştre Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî bi bîr xist ku sindoq wê siharê di saet 07.00’an de vebin, di saet 16.00’an de bên girtin. Hatûn diyar kir ku nêzî 4 meh in hemû navçeyan digerin û got ku gund bi gund tax bi tax xebatên xwe dimeşînin û sibe wê serketinê bi dest bixin. Hatûn anî ziman ku ew ê bibin îradeya 2 milyon Amediyan û her ji niha ve serketina her kesê pîroz kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekinê jî beşdarvan silav kir û banga xwedîlêderketina sindoqan kir.

ÊLIH  

Rojekê beriya hilbijartinên xwecihî li Êlihê DEM Partî li navenda bajêr bi sedan wesayîtan konvoyeke hilbijartinê lidar xist. Rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê li pêşiya otogara bajêr bi sedan wesayîtan hatin cem hev. Namzeta Hevşaredara DEM Partiyê Gulistan Sonûk, Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû, rêveberên DBP û DEM Partiyê jî tevlî konvoyê bûn û konvoy li pêşiya otogara bajêr ber bi Cadeya Amedê ve bi rê ket. Konvoy li ser cadeyê bi çepik û tilîlîyan hate pêşwazîkirin û konvoy ji wir ber bi Şaredariya Elihê ve bi rê ket. Konvoya ku berê xwe da Taxa Petrolkentê piştre li ser heman rêyê vegeriya û berê xwe da nava kolanên bajêr.

ÇEWLÎG

Rêxistina Çewlîgê ya DEM Partiyê bi tevlîbûna Namzetên Hevşaredarên Çewligê, Çîçek Ariç û Aydin Burçun û Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulakuyî li navenda bajêr meşeke girseyî lidar xist. Meşê heya li pêşiya bînaya bajêr berdewam kir û gelê Çewligê eleqeyeke mezin nîşanî meşê da. Di tevahiya meşê de dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Wê DEM were û dewran vegere’ hatin berzkirin.

DERSIM

Pêkhateyên Tifaqa Dersimê ku DEM Partî jî di nav de ye, di roja dawî ya xebatên hilbijartinê de bi konvoya sedan wesayîtan li bajêr geriya.

Namzetên Hevşaredariya Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî di konvoyê de cih girin. Konvoy ji Rostanê destpê kir, heta taxên Sihenk, Gazik, Harçik, Esentepe, Yeni Mahalle û Alîbaba geriya û hat navenda bajêr.

Gel bi çepik û tilîliyan konvoy pêşwazî kir. Namzetan jî di axaftinên xwe de peyama “Em amade ne, em ê bi ser bikevin” dan.

Her wiha DEM Partî di buroya hilbijartinê de, peyama ku Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji gelê Dersimê re şandî, xwend.