Şaredariyên li Kurdistanê yên hatin desteserkirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dengên leşker û polîsan herî kêm 12 şaredariyên bajar û navçeyan ên li Kurdistanê desteser kir.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dengên leşker û polîsan herî kêm 12 şaredariyên bajar û navçeyan ên li Kurdistanê desteser kir.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li 31 navendan wan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine. Leşker û polîsên veguhestî doh li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Qers, Agirî û Îdirê bi rengekî komî deng dan û hatin kifşkirin.
DEM Partî tevî van hilbijêrên veguhestî jî li gelek navendan bi ser ket. Lê belê li hin deveran bi dengên leşker û polîsên veguhestî şaredarî hatin desteserkirin.
Li gorî encamên nefermî; AKP-MHP’ê di encama hîleya hilbijartinê de herî kêm 12 bajar û navçe desteser kir. Dema bajarokên ku leşker û polîs lê hatine veguhestin tên hejmartin, ev hejmar 30 şaredariyan derbas dike.
Li hinek bajar û navçeyan rewş wiha ye:
1- ÊLIH/ KERCEWS
AKP: Hezar û 360
Partiya DEM’ê: Hezar û 306
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 54
Hilbijêrên veguhestî: 274
2- AMED/ GÊL
AKP: 4 Hezar û 589
Partiya DEM’ê: 4 Hezar û 372
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 217
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 129
3- AMED/HEZRO
AKP: 4 Hezar û 83
Partiya DEM’ê: 3 Hezar û 712
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 371
Hilbijêrên veguhestî: 797
4- COLEMÊRG/ÇELÊ
AKP: Hezar û 506
Partiya DEM’ê: Hezar û 404
MHP: 883
Partiya Zaferê: 405
CHP: 379
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 102
Hilbijêrên veguhestî: 3 Hezar û 235
5- COLEMÊRG/GEVER/BAJÊRGE
AKP: Hezar û 22
Partiya DEM’ê: 531
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 491
Hilbijêrên veguhestî: 953
6- COLEMÊRG/ŞEMZÎNAN
AKP: 4 Hezar û 64
Partiya DEM’ê: 3 Hezar û 739
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 325
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 886
7- QERS/ NAVEND
MHP:16 Hezar û 384
Partiya DEM’ê: 13 Hezar û 120
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 3 Hezar û 264
Hilbijêrên veguhestî: 3 Hezar û 842
8- MÊRDÎN/STEWR
AKP: 6 Hezar û 15
Partiya DEM’ê: 5 Hezar û 248
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 767
Hilbijêrên veguhestî: 978
9- SÊRT/DIHÊ
AKP: 2 Hezar û 857
Partiya DEM’ê: 2 Hezar û 125
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 732
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 71
10- ŞIRNEX/ELKÊ
AKP: 2 Hezar û 169
Partiya DEM’ê: Hezar û 215
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 954
Hilbijêrên veguhestî: 828
11- ŞIRNEX / NAVEND
AKP: 18 Hezar û 33
Partiya DEM’ê: 15 Hezar û 553
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 2 Hezar û 480
Hilbijêrên veguhestî: 6 Hezar û 541
12- ŞIRNEX/QILEBAN
AKP: 2 Hezar û 681
Partiya DEM’ê: 2 Hezar û 575
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn deı: 106
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 409