Li Esenyûrtê serketina ‘Lihevkirina bajêr’

Li Esenyûrtê ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin û namzedê CHP’ê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya "lihevkirina bajêr" de DEM Partiyê piştgiriya wî kir, bû yekemîn.

Li Esenyûrta ku yek ji mezintirîn navçeyên Stenbolê ye ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin. Di sindoqên vekirî de namzetê CHP'ê Ahmet Ozer ê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser bingehê "lihevkirina bajêr" piştgiriya wî kir, bi rêjeya ji sedî 50,09 li pêş e.

Di sindoqan de AKP bi ji sedî 39,94 dengan bû partiya duyemîn.

Tevî ku hêj encamên sindoqan bi dawî nebûye jî, ji ber namzetê CHP'ê Ahmet Ozer bi ferqeke mezin li pêş e, pîrozbahî dest pê kir.

Hilbijêrên DEM Partiyê encamên hilbijartinê li avahiya rêxistina navçeyê pîroz kirin.