Hêzên Îranê 4 kolberên din qetil kir

Di êrişa hêzên Îranê de 4 kolberên din jiyana xwe ji dest dan.

Êriş û kuştinên bi destê hêzên Îranê yên li beramberî kolberên Kurd berdewame. Li gor zanyariyan ji serê meha Gulanê ve li deverên sinorî yên bajarê Bane û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Li gor zanyariyan ji serê salê ve jî 231 kolber û kasibkar ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin û birîndarkirin.

Êrişên hêzên Îranê ya li beramberî kolberên Kurd didome. Li gor zanyariyan ji serê meha Gulanê ve li deverên sinorî yên bajarê Bane û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Roja 1’ê Gulanê kolberê bi navê Hêmin Ehmedî li devera sinorî ya Bestamî ya girêdayî Seqizê di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Roja 2’yê Gulanê kolberê bi navê Celal Suhrabî yê ji gundê Tajanî ya ser bi Bane li devera sinorî ya Surkêwî ji ber gulebarana hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da.

Roja 5 Gulanê kolberê Kurd yê bi navê Eta Rustempur yê xelkê Seqiz li sinorê Hengejal a Bane di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Roja 7’ê Gulanê jî kolberek Kurd bi navê Mihemed Qadirî yê ji gundê Şiwê ya girêdayî Bane li devera sinorî ya Gelesure ji ber êrişa hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman zanyariyan di encama van êrişan de jî 2 kolber birîndar bûne.

Li gor amarên nefermî û ew zanyariyên ku bi dest ajansa me ketine, ji destpêka serê salê ve 31 kolber û kasibkarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin û zêdetirî 200 kolber jî birîndar bûne.