BI DÎMEN

‘Em ê biçin şaredariyên xwe bigirin, em dengên xwe biparêzin’

Namzeta Hevşaredariya Depê Songul Dûzgûn got, "Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe bi dest bixin. Divê hemû gelê me li ser sindoqan dengên xwe biparêzin.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re tenê çend saet man. DEM Partiyê di serî de li Kurdistanê li hemû herêman xebatên xwe yên hilbijartinê pêk anî û bi dawî kir. DEM Partî ya ku xwe amade dike şaredarî û bajarên xwe ji qeyûm rizgar bike, wê li gelek bajaran konvoya fînalê pêk bîne.

Li Depê bi heftiyane bi şev û roj xebat hatin meşandin. Di xebatên bi beşdariya namzetên hevşaredariyê, rêveberên navçeyê û gel hatin kirin de, biryardariya bidest xistina şaredariyên xwe ji desthilatdariya AKP'ê derket pêş.

‘GELÊ DEPÊ DIXWAZE EV SÎSTEM BIGUHERE’

Namzeta Hevşaredariyê ya DEP’ê Songul Dûzgûn, anî ziman ku ji bo hilbijartinê tenê çend saet mane û got, "Bi rojan e heta saetên şevê me xebatên hilbijartinê pêk anî. Dep niha ji aliyê zîhniyeta AKP'ê ve tê birêvebirin û em dikarin bêjin ku sepanîneke qeyûm heye. Bi temamî nêzîkatiyek tekparêz û faşîst heye. Dem hatiye ku vê zîhniyeta bi salan e gel îstîsmar dike, ji Depê û hemû bajarên me derxînin. Dem hatiye ku gel vîna xwe diyar bike û bajarên xwe ji talankeran rizgar bike. Di hemû xebatên me de, me dît ku gel dixwaze desthilatdariya AKP'ê biçe. Gelê Depê dixwaze ev sîstema ku jin û ciwanan ji nedîtî ve tê biguhere.”

'EM XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVIN'

Songul Dûzgûn, da zanîn ku partiyê li Depê hemû ewlekariya hilbijartinê pêk aniye û ji bo erkdarên sindoqan perwerde daye û wiha domand, "Tedbîrên pêwîst hatine girtin. Lê belê bendewarî û banga me ji gelê me ew e ku sindoqên ku dengê xwe dane biparêzin. Divê hemû gelê me li navendên xwe yên hilbijartinê weke şahidên dildar li bendê bin û dengên xwe biparêzin. Ev têkoşîna îradeyê ye. Em li dijî yekperestiyê pirjimariyê diparêzin û em dixwazin bi hev re birêve bibin. Divê em zîhniyeta AKP'ê ji şaredariyên xwe, bajar û kolanên xwe derxînin. Divê em bajarên xwe û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Hêz û kapasîteya me heye ku em vê bikin. Li dijî bloka tifaqa faşîst a hewl dide me tine bihesibîne, divê em di 1'ê Nîsanê de govenda serketinê bigerînin."

'DEP A DEM PARTIYÊ YE’

Songul Dûzgun, destnîşan kir ku divê DEM Partî ya ku ked û vîna gel diparêze bi ser bikeve û wiha dewam kir: "Dengek jî be girîng e. Welatiyên ku li bajarekî din in teqez divê werin dengê xwe bidin. Divê em nebêjin ku bi yek dengî çi diguhere. Bi dengekê gelek tişt diguherin, ev sîstem diguhere. Ji bo jinan, ji bo ciwanan, ji bo gelên kedkar divê DEM Partiyê bi ser bikeve. AKP'ê zêdeyî hezar hilbijêrên xeyalî anî Depê. Li dijî vê divê her kes were dengê xwe bi kar bîne û xwedî li dengê xwe derkeve. Divê em serî li ber lîstikên AKP'ê netewînin. Divê em xwedî li vîna xwe derkevin. Dep ê DEM Partiyê ye û em ê di 31'ê Adarê de şaredariyên xwe bi dest bixin."