HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Divê gelê me teqez biçe warê xwe û dengê xwe bi kar bîne!
Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş got, "Mijara hilbijêrên bi tevger gelekî girîng e". Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Kadikoyê Veysî Eskî jî got, "Yên qeyda xwe li vir nîne divê teqez li warê xwe dengê xwe bi kar bîne." -
516 kesayet û saziyan daxuyanî dan: Li Cizîrê em piştgiriyê didin DEM Partiyê
Nivîskar û akademîsyen jî di nav de 516 kesayet û saziyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Cizîrê ew ê piştgiriyê bidin DEM Partiyê û gotin, "Em ji gelê Kurd dixwazin ku piştgiriyê bide DEM Partiyê, têkoşîna serketinê bilind bike." -
Mele Salihê Botî: Huda Par tetîkkêşê dijmin e
Mele Salihê Botî got, "Huda Par rûyê tarî yê dewletê ye. Yên ku piştgiriyê didin wan jî Misilmanên ji dil nînin. Bila gelê me bi wan nexape." -
CÎK: Li Serhedê jî em piştgiriyê bidin DEM Partiyê
Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li xelkê li bajarên Serhedê kir ku piştgiriyê bide namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyê. -
Wêranşar wê jinûve bibe ya gel
Li navçeya Wêranşar a Rihayê ku di hilbijartinên 2019'an de bi hîleyan HDP'ê winda kir, tê payin ku DEM Partî bi rêjeyeke bilind a dengan şaredariyê bi dest bixe. -
Şahîn: Em xwedî li dengê xwe derkevin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn: Divê em hem dengê xwe bi kar bînin, hem jî xwedî lê derkevin. Ji ber ku li vê derê pêşbirk di navbera Kurdan û dewletê de tê kirin." -
Li Serêkaniyê û Dersimê hevdîtinên gel
DEM Partî di çarçoveya xebatên 31’ê Adarê de li Serêkaniyê û Dersimê hevdîtinên gel kirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dersimê axivî, diyar kir ku ji hilbijartinan re demeke kurt maye û banga parastina sindoqê li her kesî kir. -
Ahmet Turk û endamên TJA'yê serdana taxan kirin
Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û aktîvîstên TJA'yê 3 taxên navçeya Artûklûyê ziyaret kirin. -
Li Wêranşarê bi deh hezaran kes ji bo DEM Partiyê li hev civiyan
Li Wêranşarê beriya hilbijartinên xwecihî bi deh hezaran kes tevlî civîna gel bûn. -
DEM Partî bendan hildiweşîne û ji bo şandina qeyûman tê
Civînên namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bi gel re dewam dikin. Li Rezanê bendên polîsan hatin hilweşandin û xebatên xwe domandin. -
Partî û rêxistinên Kurdistanî piştgirî dan DEM Partiyê
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş û Partiyên Siyasî yên Kurdistanê û Komîteya Karên Sedsala Peymana Lozanê daxuyaniyek weşand û têkildarî hilbijartinên xwecihî bang kirin ku piştgirî ji namzetên DEM Partiyê re bê dayin. -
'Ji bo me cihê moralê ye ku namzetên xwe li qadê dibînin'
Kampanyayên hilbijartinê êdî ber bi dawiyê ve diçin. Hilbijêrên DEM Partiyê yên li Stenbolê hem ji namzetên xwe hem jî ji karên hilbijartinê kêfxweş in. -
DEM Partî li Rihayê nêzî serketinê ye
DEM Partî heta niha li Rihayê partiya duyemîn bû, lê niha li pêş xuya dike. Tevî navçeyên girîng, xwe amade dike ku Şaredariya Bajarê Mezin jî bi dest bixe. -
Temellî: Tu hêz nikarin li pêşiya vê çareseriyê bisekine
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di şahiya gel a li Îdîrê axivî û got: “Heke em vîna xwe bi temamî deynin holê, tu hêz nîne ku li pêşiya vê çareseriyê bisekine.” -
Xebatên hilbijartinên xwecihî yên DEM Partiyê bêyî navber didome
DEM Partiyiyên ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, banga “Bi hişmendiya ku hûn dikarin vê pergalê biguherînin dengê xwe bikar bînin” kirin. -
Leşker û polis bi balafiran veguhestin Îdîrê
Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê leşker û polîsên mîna ku li navenda Îdirê dijîn qeyda wan hate kirin bi balafirên kargoyê anîn bajêr. -
Tulay Hatîmogûllari banga bi ruh û coşa Newrozê veguhêzin ser sindoqan kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mîtînga hilbijartinê ya li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê de axivî û got, "Em ê agirê Newrozê ya ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqê vêxist, di hilbijartinên 31'ê Adarê de bibin ser sindoqan." -
Ebex wê bi destê jinê bê guhertin
Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Ebexê Hatîce Atabay Gundogdû anî ziman ku gelek pirsgirêkên mezin ên Ebexê hene û got, "Pirsgirêkên navçeyê wê bi destê jinê bêne çareserkirin." -
DEM Partî derî bi derî digere: Em bi dengên xwe dengdêrên sexte rawestînin
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di serdana esnafan de axivî û got, "Divê em hemû dengên xwe yên helal bidin dengên heram û dev ji van hilbijêrên sexte berdin." -
DEM Partî li Wanê projeyên xwe eşkere kir
Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan 113 projeyên ku dê di nava 5 salan de pêk bînin eşkere kirin. -
DEM Partiyê ji bo zarokan projeyên xwe eşkere kir
DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir. Di beyannameyê de ji bo zarokan gelek proje hatin eşkerekirin. -
Agirî xwe amade dike ku xwe birêve bibe
Agirî xwe amade dike ku wêranî û xisara ku hikûmeta AKP-MHP'ê û Savci Sayan daye bajêr derbas bike. Namzetên DEM Partiyê ji hişmendiya kûr a dîrokî û feraseta siyasî ya gel bawer in. -
‘Dengê xwe bidin DEM Partiyê ku li her qadê demokrasiyê diparêze’
MHK û MOP ku têkildarî hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî dan, diyar kirin ku ew bi DEM Partiyê re ne ku li her qadê demokrasiyê diparêze û bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî kirin ku dengê xwe bidin DEM Partiyê. -
‘Hemû çavkaniyan ji bo kuştina Kurdan bi kar tînin’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku xebatên hilbijartinê dimeşîne got, “Heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan misoger nebe, wê her tişt kêm bimîne. Hemû çavkaniyên welat ji bo kuştina Kurdan bi kar tînin.” -
Namzetên DEM Partiyê li Wan, Qers û Mûşê bi gel re hatin cem hev
Ligel ku ji hilbijartinên xwecihî re çend roj man, namzetên DEM Partiyê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê û bernameya xwe ya şaredariyên wekhev, azadîxwaz û beşdarvan ji raya giştî re vedibêjin.