Qeyûmê Qoserê kursî jî dizîne!

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgayê ku mazbataya xwe wergirt û dest bi karê xwe kir û got: ‘’Qeyûmê li vir heya kursî jî dizîne û wesayîtên aîdî şaredariyê jî tune ne.’’

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgayê qala dizî û talana qeyûmî kir û got: ‘’Ma kesek  kursiya bi erdî ve sabîtkirî dibe, erê qeyûmî biriye.’’ Tûrgayê qala deynê qeyûmî kir û ev yek anîn ziman: ‘’Me bi 106 mîlyon deynî şaredarî dewr girt. Dahata şaredariyê niha 38 milyon e lê belê em lê dinêrin lêçûnên wê 43 milyon xuya dike.’’

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ji ANF'ê re axivî û qala dizî û talana qeyûmî kir.

Tûrgayê destnîşan kir ku ji kursiyên şaredariyê bigire heya wesayitên aiydî şaredariyê her tiştên aîdî şaredariyê birine û û got: ‘’Niha tu wesayitên aîdî şaredariyê xuya nakin, em bi îmkanên xwe tên û diçin ku heya kursiyên li parkan û qadên lîstinê yên sabitkirî yên zarokan jî birine. Ji ber hatûçûna zêde û mêvanan ku ji bo pîrozbahiyê tên me hê hemû diziya qeyûmî tespît nekiriye lê belê em ê tespît bikin.’’

Turgayê bal kişand ser deynê şaredariyê û ev yek anîn ziman: ‘’Me şaredarî bi 106 mîlyon deynî dewr girt. Ji Banka Îllerê 3 krediyên cuda hatine kişandin. Ji van krediyan yej 40 milyon e, ya din 34 milyon e û ya din jî 20 milyon e. Texsîda van krediyan jî heyvê 5,4 milyon e. Dahata şaredariyê niha 38 milyon e lê belê em lê dinêrin lêçûnên wê 43 milyon xuya dike. Kredî ji bo kevirên parkeyê hatine kişandin. Bi dikare hemû rêyên navçeyekê were çêkirin lê belê tu rê nehatine çêkirin. Qeyûman dizî û gendeliya xwe li ser kevirên parkeê kirine.’’

Turgayê destnîşan kir ku piştî hatina qeyûm gelek kes ji kar hatiye avêtin û personelên şaredariyê hatine mexdûrkirin û kesên derdora xwe standine kar û got: ‘’Em ê wan personelên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine avêtin û mexdûrkirin dubare bistînîn. Ji bo ku nas û xizmên xwe bistînin kar, gelek personelên şaredariyê yên jêhatî ji kar avêtine. Gelek kes hatine mexdûrkirin. Em ê vê mexdûriyetê ji holê rakin.”

Tûrgay di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên qeyûman yên qirêj û ev yek anîn ziman: ‘’Çawa ku me mazbatayên xwe stand, me deriyên şaredariyê bi temamî ji gel re vekir. Beriya niha qeyûm ji bo ku gel neyê şaredariyê û karê xwe nebînin, serî li her rêbazên qirêj û neqanûnî daye. Dema ku welatî dihatin şaredariyê û wesayitên xwe li ser cadeya ji şaredariyê jî wêdetir park dikirin, ceza li wan dihat birîn. Bi vî rengî hewl didan ku welatî neyên avahiya şaredariyê û kiryarên wan ên qirêj nebînin. Di têketina binaya şaredariyê de xalên kontrolê danîbûn. Bi van yekan hewl didan ku welatiyan bitirsînin û ji şaredariyê dûr bixin. Gelê Qoserê jî van kiryarên qeyûm baş dizane. Tevî hemû şert û mercan jî piştevaniya me dikin û gel pir kêfxweş e ku dawî li pergala xespkirina îradeya wan anîne. Xwedîderketineke mezin heye. Çawa ku me dest bi kar kir dayika Ûgûr Kaymaz hate serdana me. Çawa ku hat, dest bi giriyê kir û got: ‘’Baş bû me ev rojên xweş jî dîtin. Qeyûm peykerê kurê min Ûgûr Kaymaz jî rakir.’’