AKP'ê li Çinarê bi 2 milyonî deng kirî

AKP'ê li 4 gundên Çinarê hezar û 200 deng bi 2 milyon lîreyî kir.

HÎLEYÊN HILBIJARTINÊ

AKP hîn çend hefte beriya hilbijartinan polîs û leşker şand Kurdistanê û mîna di her hilbijartinê de di vê hilbijartinê de jî li bajarên Kurdistanê lîstikên qirêj dilîze.

Li gundên navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê belgeyeke bertîlê eşkere bû ku namzete AKP'ê bi hin keya, îmam û Midûrê Alîkariya Civakî re îmze kiriye ku deng ji AKP'ê re bêne dayin.

Di belgeyê de tê gotin, li gundên Halioren, Dogruk, Kûrgûn û Darê yên Çinarê hejmara giştî ya hilbijêran hezar û 200 kes e û di berdêla hezar û 200 dengî de wê 2 milyon TL bi rêya îmamê gundê Haliorenê ji keyayan re bê dayin.

Yên ku mohra xwe danîne binê belgeya bertîlê:

Midûrê Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Çinarê Mûharrem Dûman

Namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Çinarê Davût Arzû

Keyayê taxa Haliorenê Kamîl Bulbulcu

Keyayê Haliorenê Mahfûz Bîlgîç

Keyayê taxa Gorece Sabah Ozpinar (Di fermiyetê Nûrî Ozpinar derbas dibe)

Keyayê taxa Dogrukê Mahmût Ozgulter

DI SALA 2023'AN DE PARTIYA KESK ÇEP BI RÊJEYEKE BILIND LI PÊŞ BÛ

Di hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên sala 2023'an de li van gundan Partiya Çep Kesk bi rêjeyeke bilind a dengan li pêş bû. Li gorî vê yekê:

Yeşiltaş: Partiya Çep Kesk: 273, AKP: 19 

Düğrük: Partiya Çep Kesk: 256, AKP: 14

Halıören: Partiya Çep Kesk 305, AKP 35