Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd: Divê li dijî qeyûman helwest bê nîşandan

Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd got: ‘’Ev hilbijartin li dijî pergala qeyûman mînakeke helwestnîşandanê ye û wê helwesta gel a li dijî şerê berdewam dike jî diyar bike.’’

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Saîd ragihand ku ew ê di hilbijartinên xwecihî de li dijî qeyûman bisekinin.

Komeleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hilbijartin bi awayekî adilane, wekhev û demokratîk nayên kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hilbijartin ji sala 2016'an û heya niha di bin rêveberiya qeyûman de tên kirin û hate gotin ku li dijî siyasetmedarên Kurd polîtîkayên zext, binçavkirin û tasfiyekirinê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

‘’Operasyonên leşkerî yên tund, li dijî herêmên Kurdan û cihên ku Kurd lê dijîn berdewam dikin. Ji aliyê hikûmet û dewletê ve daxuyanî tên dayîn ku ev rewş her ku diçe zêde dibe. Di vê pêvajoyê de li gorî mîsyona komeleya me hewce ye em li hemberî zilm û zordariyê li rex bindestan bisekinin û ev yek jî berpirsiyariyeke olî û însanî ye. Bihêzkirina xîmê yekitiya gelê me sereketirin helwesta me ye.Hewce ye gelê me li hemberî zext û zilma heyî helwesta xwe nîşan bide.

Hilbijartinên li Kurdistanê ne tenê hilbijartinên rêveberên xwecihî ne. Ev hilbijartin li dijî pergala qeyûman mînakeke helwestnîşandanê ye û wê helwesta gel a li dijî şerê berdewam dike jî diyar bike. Her çend şert û mercên hilbijartinê newekhev bin jî helwêsta gelê me ya di van hilbijartinan de dikare rê li ber pevçûnan bigire û bi bihêzkirina yekitiya gelê me dikare pirsgirêkên heyî çareser bike. Helwestên ku ji doza giştî ya gelê me qut bûne, divê tu carî neyên erêkirin, bi têgihiştinek wijdanî û adilane helwestek ji bo bindestan bê girtin. Divê zemînên ku yekitiya herî berfireh a gelê me pêk tê, bên xurtkirin.’’