Tulay Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got, "Em tenê dengên xwe dernexin. Werin em bi hev re li dijî dizên dengan, dizên sindoqan û yên ku siyaseta qeyûman dimeşînin, sindoqan bi rêxistinî biparêzin."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarî çalakiya li Enqereyê ya ji aliyê ekîba kampanyaya "Piştgiriya Jinan bi Gultan re ber bi Enqereyê ve" ve ji bo namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hat avakirin, bû.
Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe ya li vir de wiha got:
"Gultan dema bû namzetê Enqereyê, sedema namzetiya xwe bi du sernavan rave kiribû. Em dixwazin di dawiya kampanyayê de careke din van her du sernavan li vir parve bikin. Ya yekem; ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd  rê û rêbazên aştiyane û demokratîk bên afirandin. Gultan gotibû, 'Çareserî bi tenê ne li Amedê û ne jî li Enqereyê ye. Rêya bidawîkirina şer û pevçûnên 40 salên didomin, di pira aştiyê ya ji Amedê heta Enqereyê bê avakirin de derbas dibe’. Em careke din bin vê ijara watedar careke din xêz dikin.
Heta pêvajoya çareserî û diyalogê dest pê bike em ê têkoşîna xwe bidomînin.

BANGA PARASTINA SINDOQAN

Kampanyaya namzetiyê ya birêz Gultan yek ji qadên herî girîng ên vê têkoşînê ye ku ji aliyê tevgera jinên femînîst ên li Tirkiyeyê û tevgera jinên Kurd ve bi hevparî tê meşandin. Em jin ji bo parastina bedena xwe, keda xwe, ziman û çanda xwe vê têkoşînê dimeşînin. Bi hevgirtina jinan em ê ji vê zîhniyeta tarî paşde têk bibin. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de vê zîhniyeta tarî bi hev re li ser sindoqan binax bikin. Em li vir soza vê yekê didin.
Bi saetan beriya hilbijartinan em careke din bang li hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê dikin: Ji kerema xwe her kes biçin ser sindoqan, bila her kes dengê xwe bide. Bila tenê bi dengdayînê re xwe sînordar nekin. Werin em bi hev re li hember dizên sindoqan, dizên sindoqan û yên ku siyaseta emniyetê dimeşînin, bi awayekî rêxistinî sindoqan biparêzin. Hem di dema dengdayînê de hem jî di dema jimartinê de em ê sindoqên xwe biparêzin. Her wiha em ê sindoqên xwe yên dengdanê di dema yekkirina encaman de li desteyên hilbijartinan ên navçe û encumenên hilbijartinê yên bajaran biparêzin. Em ê bi gelê xwe re sindoqên xwe biparêzin. Em ê bi hev re bersiva herî mezin bidin wan kesên ku bi parastina sindoqan hewl didin îradeya DEM Partiyê û bi taybetî gelê Kurd bidizin. Ez hemû gelê xwe vedixwînim parastina sindoqan.”