Hevşaredarên ji DEM Partiyê: Wê şaredariya gel bê bicihanîn

Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, bi gel re derbasî şaredariyê bûn. Hevşaredaran gotin, "Wê şaredariya gel bi cih bê anîn."

Hevşaredarên ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) mazbatayên xwe wergirtin û bi gel re ketin hundirê şaredariyê.

SÊRT

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku bi dengekî bilind bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin.

Şandeya ji hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyê, Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Saritaş Erdogan, hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê bi hev re ketin avahiya şaredariyê.

Hevşaredarên Sêrtê mazbatayên xwe ji Hevşaredar Bêrîvan Helen Işik wergirtin ku wezîfeya wê hatibû desteserkirin.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş anî ziman ku xelkê Sêrtê kedeke mezin da, xwedî li îradeya xwe derket û anî ziman ku wê ji niha û pê ve projeyên xwe yên nîvco mayî bi cih bînin. Sofya Alagaş got, "Ev şaredarî şaredariya gel e. Wê di xizmeta gel de be. Ne di xizmeta şexsan de, lê di xizmeta bajêr de be. Bila gumana kesî ji vê nebe. Gel wezîfeya xwe bi cih anî, xwedî li îradeya xwe derket. Niha dor a me ye. Em ê wezîfeya xwe pêk bînin û xizmetê ji Sêrtê re bikin. Em ê xizmetê ji her kesî re bikin ên ku dengê xwe dane me yan jî nedan me. Xelkê Sêrtê bi salan e bi tenê tê hiştin. Ji bo xizmeta herî bedew pêşkêşî Sêrtê bikin çi ji destê me bê em ê bikin."

Hevşaredar Mehmet Kaysî jî got, "Sêrtê şoreş kir, niha dor hatiye me yên hilbijartî." Kaysî diyar kir ku deriyê şaredariyê 7 sal in li gel girtî bû û got, "Ev derî wê êdî li her kesî vekirî be."

MÊRDÎN

Hevşaredarên Artûklû ya Mêrdînê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker jî bi dahol û zirneyê tevî bi sedan kesî ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Hevşaredar ku Ahmet Turk jî bi wan re bûn, li ber avahiya şaredariyê ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredar Munevver Olker jî diyar kir ku ew ji bo şaredariya gel hatine û got, "Di çarçoveya temsîliyeta wekhev de em ê xizmetê ji tevahiya gelên xwe re bikin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî ragihand ku wê bi kadroyên têgihiştî karê xwe bikin.