EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li pêşiya balyozxaneya Tirk a li Berlînê mîtîng hate lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Roijhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Bendava Tişrînê li pêşiya balyozxaneya Tirk mîtîng hate lidarxistin. -
Parêzer Raziye Ozturk bi PA û CPT’yê re hevdîtin pêk anî
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk CPT jî di nav de bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, burokratên payebilind û hin komên cuda yên konseyê re hevdîtin pêk anî û xwest têkildarî tecrîda Îmraliyê pêngav werin avêtin. -
Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li Parîsê berdewam kir. -
Li ber konsolosxaneya Tirk a li Viyanayê çalakiya şermezarkirinê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi pêşengiya Navenda Civaka KUrd a Demokratîk (DemKurd) çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Londonê hatin protestokirin
Li ber avahiya Konsolxaneya Tirk a Londonê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên ku li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Çalakiya Cenevreyê 4 sal li pey xwe hişt: Çalakiya me wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike
Bi boneya salvegera 4’an a çalakiya Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku çalakî wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike. -
KOMAW’ê qirkirina sivîlan şermezar kir û banga çalakiyê kir
KOMAW’ê bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bikind bikin û ji bo tevlîbûna çalakiya ku dê li Dortmundê were lidarxistin, bang kir. -
Êrîşên li ser Rojava li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike.” -
Meşa Dirêj li bajarê Melunê bi biryardarî dewam dike
Kurdistanî û dostên wan jî tevlî Meşa Dirêj a li bajarê Melunê berdewam dike, bûn. -
Ji bo azadiya Rêber Apo, name ji Konseya Ewropa re
Endamên Kampanyaya Peace in Kurdistan a li Îngilistanê, ji bo azadiya Rêber Apo ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavier Bettel re name nivîsandin. -
Dostê Kurd sosylog û aktîvîst Stephen Bouquin jiyana xwe ji dest da
Dostê Kurd dîroknas û sosylog Stephen Bouquin hefteya derbasbûyî li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Di 28'ê Çileyê de bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji 21 wekîlên Parlamenta Ewropayê nameya 'Rojava'
Ji Parlamenta Ewropayê 21 wekîlan nameyek ji Alîkar Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re şandin û jê xwestin ku Komîsyuona Ewropayê piştgiriyê bide civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Nobeda Azadiyê di hefteya 658’an de ye
Koma Rennes a ku di hefteya 658’an de Nobeda Azadiyê dewr girt, peyama “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome” da. -
Meşvanên Meşa Dirêj salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin
Meşvanên Meşa Dirêj di roja 8’an de li DKTM’ê ya Grigny ya Parîsê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin. -
Kurdan û dostên wan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Darmstadt ê Emanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava protesto kirin. -
Meşa Dirêj di roja 8’an de li Grignyê berdewam dike
Meşa Dirêj di roja 8’an de gihîşt Grignyê. Meşvan ji ber walîtiya Grignyê heta şaredariya Grignyê meşiyan û gotin, “Ger em dixwazin jiyana azad ji sibrojê re bihêlin, pêwîste azadiya Rêber Apo pêk bînin.” -
Ji Heilbronn’ê heta Strasbourg’ê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Ji welatên cuda yên Ewropayê Kurd û ciwanên enternasyonalîst, wê ji bo “Meşa Dirêj” li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bên ba hev. Meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê di navbera 9-15’ê Sibatê de were kirin. -
Li bajarê Mantes la Jolieyê hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin
Komîteya Dîplomasiyê ya Meşa Dirêj li bajarê Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunist Marc Jamet û şaredarên Rolleboise, Mantes la Jolie û Limayê re hevdîtin pêk anîn. -
Li Hamburgê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li Qada Sternschanze ya Hamburgê, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hat pîrozkirin. -
Meşa Dirêj kete roja 7’emîn: Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike
Meşa Dirêj di roja xwe ya 7’emîn de li bajarê Mantes-la-Jolieyê berdewam dike. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî çalakiyê bû û got: "Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike." -
Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn. -
Li Brukselê bi hezaran kes ji bo Fîlîstînê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes ji bo agirbesteke mayinde ya li Şerîda Xezeyê meşiyan. Di meşê de êrîşên li ser Rojava jî hatin şermezarkirin. -
Li Leipzigê Kurd û dostên wan ji bo Kobanê û Tişrînê meşiyan
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê, ji aliyê Kurd û enternasyonalîstan ve meşek hate lidarxistin. -
Meleyan ji bo Rojava bang kirin
Meleyên ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kirin.