BI DÎMEN

Meşa Dirêj kete roja 7’emîn: Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike

Meşa Dirêj di roja xwe ya 7’emîn de li bajarê Mantes-la-Jolieyê berdewam dike. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî çalakiyê bû û got: "Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike."

Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya "Pêngava ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de destpê kir, di roja xwe ya 7’emîn de li bajarê Mantes-la-Jolieyê berdewam dike.

Meşvanan seredana esnafan kir û ji bo meş û mîtînga ku dê di 15’ê Sibatê li Strasbourgê were lidarxistin, danezan belav kir û têkildarî meşa xwe gel û esnaf agahdar kirin. 

Esnafên Kurdistanî eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan da û meşvanan têkildarî pêvajoya siyasî ya giştî û azadiya Rêber Apo peyam dan.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ê ku ev sê roj in beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku çalakiyên li vir têkildarî hemû geşedanên li Kurdistanê ne. Sariyildiz bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên qirêj û diyar kir ku wê têkoşîn û îradeya gelê Kurd pêvajoyê diyar bikin.