Li Brukselê bi hezaran kes ji bo Fîlîstînê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes ji bo agirbesteke mayinde ya li Şerîda Xezeyê meşiyan. Di meşê de êrîşên li ser Rojava jî hatin şermezarkirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes ji bo agirbesteke mayinde ya li Şerîda Xezeyê meşiyan. Di meşê de êrîşên li ser Rojava jî hatin şermezarkirin.
Meş roja Yekşemê pêk hat û saet di 14:00 de ji stasyona Nordê destpê kir. Girseya gel bi korejê ji nava bajêr derbas bû û saet di 16:00 de gihîşt stasyona Bruksel-Mîdî.
Di dema meşê de tim û tim ji bo Fîlîstînê dirûşm hatin qîrîn û alên Fîlîstînê hatin hildan. Xwepêşandêran bang kirin ku li Şerîda Xezeyê agirbesteke mayinde pêk were û dawî li sûcên li dijî Fîlîstîniyên li wê derê bê anîn.
Komeleya Belçîka-Fîlîstîn, Kolektîfa Fîlîstîniyan Beitna, CNCD, FGTB, Solidaris, Tevgera Karker a Xiristiyan û Yekîtiya Yahûdiyên Pêşverû ya Belçîkayê jî di nav de koalîsyonek ji 60 koman meş pêk anîn.
Korteja Kurdan jî bi pêşengiya Komîteya Piştevaniya Rojava tevlî meşê bû. Ciwanên Kurd peyamên têkoşîna hevpar ji bo gelê Fîlîstînê dan û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê. Di meşê de ku piştevaniya Fîlîstîn û Kurdan nîşan da tim û tim dirûşmên ji bo têkoşîna hevpar hatin qîrîn.