Meleyan ji bo Rojava bang kirin
Meleyên ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kirin.
Meleyên ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kirin.
Ji CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku çawa Beşar Esad çû, lîderên dewletên din ên zilmê li Kurdan dikin jî wê biçe û got, "Ji bo vê jî divê em bibin yek. Eger em tifaqa xwe çênekin û nebin yek, gunehê zarok, ciwan û jinên me yên têne qetilkirin di stuyê me de dimîne."
Meleyên ji CÎK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û komkujiyên ku dike ji ANF'ê re axivîn.
KARKIRINA JI BO STATUYA ROJAVA FERZ E
Mele Davîd Sefanî: Xwedê rewşa civakekê heta ku nexwaze naguherîne. Gelê Kurd ji bo guhertina rewşa xwe têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji bo ev têkoşîn û berxwedan bi ser bikeve, ji bo Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statu û azad bibe li ser Kurdên li çar aliyên cîhanê ferz e ku têkoşîneke hevpar bimeşînin. Di jiyana Kurdan de li her qad û platformê divê mijara esasî Rojava be. Îro dagirker êrîşê dibe ser destketiyên gelê me yê li Rojava û ji bo tinekirinê komkujiyan dike. Ji bo parastina van destketiyan û rawestandina komkujiyan divê gelê me vê têkoşînê derbasî her qadê bike.
DIVÊ EM ZANIBIN KU DIJMINÊ ME GELEKÎ ZALIM E
Mele Mihemed: Gelê Kurd di demên gelekî zehmet re derbas dibe. Her roj komkujî û zilm lê tê kirin. Eger em li hemberî vê zilmê tênekoşin û xwe jê vegirin, hingî em ê bibin şirîkê vê zilmê. Em ê bibin berpirsyarê zilmê. Lewma divê gelê me bibe yek û li ber zilmê rabe. Li her derê em bibin yek û hişyar bin. Em bi vê zanibin; dijminê me gelekî zalim e, êrîşî malan dike, êrîşî sivîlan dike. Em ji bîr nekin; zeviyan jî dişewitînin, darên me, xaka me dişewitînin. Di dîroka wan de jî ev heye. Dema diaxivin dibêjin em xwişk û birayê hev in, lê belê pêwîstiya bê yekê bi cih nînin. Tenê zilmê li Kurdan dikin.
OLDARÊN RASTEQÎN WÊ PIŞTEVANIYÊ BI KURDAN RE BIKE
Mele Kasim: Xwedîderketina li Rojava ji bo me ji aliyê olî, exlaqî û mirovî ve wezîfeyek e. Ji derve gelek çete xistin nava Sûriyeyê. Dixwazin ji van çeteyan bibin xwedî hêzekê, lê belê dixwazin Kurdên li ser xaka xwe de bê statu û bê nasname bihêlin. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava wê bi ruhê berxwedana Kobanê bêne şikandin. Ruhê berxwedanê yê Kobanê divê ji bo Rojava li qadan be. Gelê me li ku dibe bila bibe li hemberî komkujiyên li dijî mirovên me yên sivîl divê rabe ser piyan. Eger em xwedî li maf û mirovên xwe dernekevin kes xwedî li me dernakeve. Dagirker û çete bombeyan li me dibarînin, jin, xwişk, bira û ciwanên me qetil dikin. Banga me li mirovahiyê ye. Her kesên xwedî wijdan û oldarên heqîqî divê li ber vê zilmê rabin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.
ARMANCA WAN XALÎKIRINA ROJAVA JI KURDAN E
Alîkarê Serokê Giştî yê CÎK'ê Harûn Sever: Rojava dilê Kurdistanê ye. Em eşkere dibînin ku dewleta Tirk naxwaze Rojava rehet bihêle. Armanca wan ew e ku Rojava ji Kurdan xalî bikin. Weke gelê Kurd, em Kurdên berê nînin; êdî li çar parçeyan û li Ewropayê em gelekî bi rêxistin û têgihiştî ne. Em ê ti carî xwe ji parastina Kurdistanê nedin alî. Di nava yekîtî û hevgirtinê de em ê bi hemû hêza xwe Rojava biparêzin. Weke CÎK em li hemû mizgefên xwe ji bo Rojava alîkariyê kom dikin, her wiha hewl didin rewşa Rojava di rojevê de bihêlin. Di vê demê de ji bo parastina Rojava û piştevaniya pê re çi ji destê me bê em ê bikin.
BI MOHRA 'TERORÊ' QETLA ME HELAL DIKIN
Mele Cemal: Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedî mafê çandî, olî û xweser ên neteweyî ye. Eger Kurd mafên xwe yên neteweyî biparêzin hingî wê wezîfeya xwwe ya olî jî bi cih anî be. Her Kurd divê xwe, welat, ziman û çanda xwe biparêze. Eger tu ol, welat û zimanê xwe neparêz e tu yê ji vê berpirsyar be. Lewma divê Kurd xwe biparêze. Ji ber ku em mafên xwe dixwazin gotina 'terorê' li hemberî me bi kar tînin. Bi mohra 'terorê' welatê me dagir dikin, qetla me helal dikin, jinên me dikujin Li hemberî vê yekê divê Kurd wezîfeyên xwe yên olî bi cih bînin.
HEWL DIDIN BI 'XWIŞK Û BIRATIYA OLÎ' ME BIXAPÎNIN
Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli: Asta êrîşên li ser gelê me ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Hem Şîa hem jî Sûniyan qetilkirina Kurdan li xwe helal kirine. Sekreterê giştî yê berê yê Hîzbûllahê û Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Kurdan gotin 'Serê mar' û kirin hedef. Dema ku pêwîstiya wan pê çêdibe ji bo Kurdan dibêjin 'Neviyên Selaheddîn Eyyûbî' û pesnê wan didin. Gelê me û mirovên xwedî bawerî yên durust divê bi vê yekê znaibin: Ev yek bi şênberî bazirganiya li ser ol e. Rewakirina komkujiya li dijî gelekî bi navê ol, yek ji gunehên herî mezin e. Rejîma Esad hilweşiya, lê belê em dibînin ku meseleya esasî Esad nîne. Ya ku dixwazin bikin tinekirina gelê Kurd e. Ji aliyekî ve îdîa dikin ku 'xwişk û birayên olî ne' li aliyê din jî hewl didin gelê me bixapînin.
DIVÊ EM TIFAQA XWE XURT BIKIN
Îro li Tişrînê bi birçîbûn û tîbûnê êrîşî Kurdan dikin. Bi deh hezaran çete amade kirine û êrîşî gelê Kurd dikin. Dixwazim vê yekê ji gelê me re bibêjim: Sûnî, Elewî, yan jî ji baweriyeke cuda ferq nake; meseleya me meseleya olî nîne, meseleyeke mirovahiyê ye. Li pêş çavên tevahiya cîhanê gelê me qetil dikin û kes ji kesî nayê. Ji ber vê yekê divê em tifaqa xwe xurt bikin. Divê em van komkujiyan li Rojava rawstînin. Çawa ku Beşar Esad çû ev ê jî biçin. Lewma divê em bibin yek. Eger em tifaqa xwe nekin û yekîtiya xwe pêk nînin, gunehê jin, zarok, ciwanên me yên têne qetilkirin wê di stuyê me de bimîne.