Li bajarê Mantes la Jolieyê hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin
Komîteya Dîplomasiyê ya Meşa Dirêj li bajarê Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunist Marc Jamet û şaredarên Rolleboise, Mantes la Jolie û Limayê re hevdîtin pêk anîn.
Komîteya Dîplomasiyê ya Meşa Dirêj li bajarê Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunist Marc Jamet û şaredarên Rolleboise, Mantes la Jolie û Limayê re hevdîtin pêk anîn.
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de destpê kir, di roja xwe ya 7’emîn de li bajarê Mantes la Jolieyê bi peywendiyên dîplomatîk berdewam dike.
Komîteya Dîplomasiyê ya Meşa Dirêj li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunîst ê bajarê Mantes la Jolieyê Marc Jamet re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de her du alî li ser girîngiya têkoşîna hevpar axivîn û hate diyarkirin ku pergala modernîteya kapîtalîst û avaniya netewdewletên li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn ti rêyên çareseriyê ji gelan re nehiştine û berovajî wê jiyana yekreng a ku li ser gelan tê ferzkirin rê li ber kûrbûna pirsgirêkan vekiriye.
Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku şoreşa li Rojava li dora fikrên Rêber Apo pêk hatiye û bi rêya şoreşê jiyana komunal a hevpar ji hemû gelan re hatiye îspatkirin û hate diyar kirin ku ji ber vê yekê gelê Kurd li dora Rêber Apo kom bûye û têdikoşe.
Sekreterê Partiya Komunîst ê bajarê Mantes la Jolieyê Marc Jamet ê ku bi baldarî guhdariya şandeyê kir, da zanîn ku ew li ser gelek xalan weke Tevgera Azadiya Kurd difikirin, dixwazin têkoşînê mezin bikin û piştevaniya gelê Kurd bikin.
Şandeya dîplomasiyê bi Şaredarê Rolleboiseyê Beatrice Vesco re jî hevdîtinek pêk anî û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo ji bo gelan pêşxistî û geşedanên dawîn ên li Rojava ragihand û dosyayeke têkildarî van mijaran pêşkêşî Şaredar Beatrice Vesco kir.
Beatrice Vesco jî anî ziman ku ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin.
Şandeyê bi Şaredarê Limayê Djamel Negdar û Şaredarê Mantes la Jaolieyê Raphael Cogner re jî hevdîtin pêk anî û dosyayeke têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî” û sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, pêşkêşî şaredaran kir.
Şaredarê Mantes la Jolieyê Raphael Cogner diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê û ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê dibe mînak û da azanîn ku ew geşedanan bi eleqeyeke mezin dişopînin.