Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li Parîsê berdewam kir.
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li Parîsê berdewam kir.
Meşa Dirêj a di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorîent ê Frnasayê destpê kir, îro gihîşt Parîsê. Meşa Dirêj bi girseya ku li pêşiya Navenda Çanda Kurd Ahmet Kaya ya Parîsê civiyan berdewan kir.
Girse heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an lê hatin şehîdkirin, meşiyan.
Girse qurnefîl danîn ber avahiya Buroya Enformasyonê û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em îro di roja 10’an a meşa xwe de li Parîsê ne. Em ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me dimeşin. Parîs ji bo me bajarekî sembolîk e; l vir em du caran hatin qetilkirin. Ev çalakî di heman demê de hesabpirsîna ji hêzên ku hevalên me şehîdkirine ye. Em ji bo Sakîneyan û Evîn Goyiyan dimeşin. "
Piştî bîranînê, girse ji pêşiya buroyê heta Dêrê Spî meşiyan. Di meşê de belavokên Fransî yên derbarê armanca çalakiyê de hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hatiye destpêkirin wê di rojên pêş biçin bajarên cuda.