BI DÎMEN

Meşa Dirêj di roja 8’an de li Grignyê berdewam dike

Meşa Dirêj di roja 8’an de gihîşt Grignyê. Meşvan ji ber walîtiya Grignyê heta şaredariya Grignyê meşiyan û gotin, “Ger em dixwazin jiyana azad ji sibrojê re bihêlin, pêwîste azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de destpê kir, di roja xwe ya 8’an de li banliyoya Grigny a Parîsê berdewam dike.

Kurdistanî û dostên wan li ber walîtiya Grignyê meşvanan pêşwazî kirin. Girse ji ber walîtiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Biji Serok Apo", "Biji berxwedana Rojava", "Biji berxwedana QSD’ê” heta şaredariyê meşiyan. 

Di meşê de belavokên bi Fransizî yên li ser armanca Meşa Dirêj a 26’an ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. 

Li ber şaredariya Grignyê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Em di roja 8’an a Meşa Dirêj dli Girgnyê ne. Di meşê de em ji hêla gelê me û dostên me ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Em ji we re gelek spas dikin. Ev çalakiya ku me di 21’ê Çileyê de destpê kir wê di 15’ê Sibatê li Strasbourgê bi dawî bibe. Di 15’ê Sibatê de wê li Strasbourgê mitîng bê lidarxistin. Gelê me û dostên we ji her derê Ewroapyê biherikin qada mitîngê. Em ê di mitîngê de azadiya Rêber Apo biqîrin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin wê têkoşîn û pêngava me bidome. Azadiya Rêber Apo azadiye me hemûyan e. Ger em dixwazin jiyaneke azad ji siberojê re bihêlin divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Wê têkoşîna me vê yekê diyar bike. Çalakiya li Strasbourgê gelekî girîng e. Wê ji her derê ji bo çalakiyê otobus bên rakirin. Malbatên xwe, heval, hemû mirovên li dora we agahdar bikin û bi beşdarî çalakiya Strasbourgê bibin."