Êrîşên dagirkeriyê li Londonê hatin protestokirin

Li ber avahiya Konsolxaneya Tirk a Londonê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Li paytexta Îngilîstanê Londonê bi pêşengiya Komuna Ciwanan a Kînda Zîn û Meclîsa Jinan a Jiyan li ber Konsolxaneya Tirk çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin. Dostên gelê Kurd û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêne û alên Rêber Apo, YPG û YPJ’ê hatin hildan.  

Ciwanan li ber konsolxaneyê bêyî navber dirûpme berz kirin û stran gotin. Ciwanan di çalakiyê de peyama, “Em dixwazin li her derê polîtîkayên qirker û faşîst ên li ser gelê me bên tehşîr bikin û li aliyê din bi çalakiyê xwe coş û moralê bidin berxwedêrên li Bendava Tişrînê.” Dan.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Hamza Ahmed axivî. Ahmed anî ziman ku divê li her derê êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bên teşhîrkirin. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Kurdsitanê li her dera cîhanê terorê îxrac dike.”

‘DEWLETA TIRK SIVÎLAN QETIL DIKE’

Di çalakiyê de li ser navê dostên gelê Kurd danezek hat xwendin. Danez ji aliyê Mila Yewnan ve hat xwendin. Mila Yewnan bal kişand bi ser qetlîamên sivîlan ên li derdora Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyan. Mila Yewnan diyar kir ku dewleta Tirk hemû derfetên di destê xwe de bikartîne û êrîşî gel dike. Bi domdarî Yewnan wiha got: “Di encama êrîşên dewleta Tirk de jin, zarok û kalepîr jî di nav de hatin qetilkirin. Li dewsa ku dewleta Tirk a faşîst di vê pêvajoyê de ku herî zêde pêdiviya wê bi diyalog û roleke avaker heye, bi helwesta xwe ya provokatîf û gefxwarinê dixwaze di nava gelên Sûriyeyê de rageşiyê ava bike.

Bi êrîşên li ser Qeraqozax û Tişrînê diyare ku armanca sereke ya dewleta Tirk dorpêçkirina Kobanê ye. Divê civaka navneteweyî li ser vê mijarê hişiyar be.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” bi dawî bû.