KOMAW’ê qirkirina sivîlan şermezar kir û banga çalakiyê kir

KOMAW’ê bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bikind bikin û ji bo tevlîbûna çalakiya ku dê li Dortmundê were lidarxistin, bang kir.

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi daxuyaniyekê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi taybet ên li ser Bendava Tişrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye;

‘’Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrînê binesaziya av û enerjiyê ya herêmê hedef digire û jiyana bi milyonan welatiyan dixe talûkeyê. Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Firatê ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de ji bo welatên derdor jî gelekî girîng e. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe hiqûqa navneteweyî jî binpê dike. Divê tavilê civaka navneteweyî li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Êrîşên li ser çavkaniyên avê û binesaziyên enerjiyê sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

Ewlehiya Bendava Tişrînê ne tenê berpirsiyariya gelê herêmê ye di heman demê de berpirsiyariya hevpar a hemû mirovahiyê ye. Divê binesaziyên av û enerjiyê bi tu awayî weke amûreke şerî neyên bikaranîn. Em bang li dewleta Tirk dikin ku demildest van êrîşên xwe bide sekinandin û dev ji van polîtîkayên xwe berde. Her wiha bang li civaka navneteweyî jî dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.’’

KOMAW’ê ji bo tevlîbûna mîtînga ku dê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê di 31’ê Çileyê de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin jî bang kir.