Li ber konsolosxaneya Tirk a li Viyanayê çalakiya şermezarkirinê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi pêşengiya Navenda Civaka KUrd a Demokratîk (DemKurd) çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi pêşengiya Navenda Civaka KUrd a Demokratîk (DemKurd) çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.
Çalakî roja Çarşemê pêk hat û belavokên bi Kurdî û Elmanî hatin xwendin. Çalakgeran tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di axaftinên li qada çalakiyê de işaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî hate kirin. Her wiha bang li gelan hate kirin ku bala wan li ser bûyerên li Kurdistanê bin û dengê gelê Kurd bilind bikin.