BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê di hefteya 658’an de ye

Koma Rennes a ku di hefteya 658’an de Nobeda Azadiyê dewr girt, peyama “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome” da.

Nobeda Azadiyê ya ku Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dabû destpêkirin, di hefteya 658’an de bi biryardarî didome.

Nobeda Azadiyê ya ku bi armanca rakirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, her hefte ji aliyê komek ji gelê Kurd û dostên wan ên Ewropayê ve tê dewr girtin. Vê hefteyê koma bajarê Rennes ê Fransayê Ahmet Ozturk, Mazlûm Kaya û Şahîn Teker nobed dewr girt. 

Ahmet Ozturk li ser navê komê axivî û got, “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome.”

Ozturk dewletên Yekîtiya Ewropayê yên li hemberî komkujî û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng dimînin şermezar kir.