BI DÎMEN

Çalakiya Cenevreyê 4 sal li pey xwe hişt: Çalakiya me wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike

Bi boneya salvegera 4’an a çalakiya Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku çalakî wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin,  4 sal li pey xwe hişt.

Kurdistanî û dostên wan bi boneya salvegera 4’an a çalakiyê li qada Palais Wilson ku avahiya Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî lê ye li hev civiyan û heta qada Nations ku avahiya Neteweyên Yekbûyî lê ye meşiyan.

Çalakiya ku vê hefteyê bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin û bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin û heta kona nobetê ya li qada Nation meş hate kirin.

Li vir Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr axivî û Meclîsa Gel a Kurd a Cenevreyê û Kurdên li Cenevreyê pîroz kir ku 4 sal in vê çalakiyê didomînin.

Ozdemîr anî ziman ku ev çalakî bi fedakariyeke mezin dewam dike û destnîşan kir ku çalakî wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike. Ozdemîr wiha got: “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Niha li Rojava, Bendava Tişrînê berxwedanek heye. Gelê me tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û wê bi ser bikeve.”

Li ser navê çalakvanên Cenevreyê Amiya Martin daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend û wiha got: “Em wekî Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û (CDK-S) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan in çalakî li dar dixin. Meşa îro ji aliyê Tevgera Serhildan, Greva Feminîst a Cenevreyê, Enternasyonalîst, rêxistinên mafên mirovan û ji aliyê welatparêzên ku piştgiriya doza Kurd dikin ve tê piştgirîdayîn.

Ji ber vê yekê em li pêşiya Palais Wilson ku navenda Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî ye, meşa protestoyî û çalakiyekî sembolîk li dar dixin. Ev çalakî berdewamiya çalakiya me ya berxwedanê ya ku me di Çileya 2021’an de da destpêkirin û her Çarşemê li qada Place des Nations dewam dike ye.

Amiya Martîn destnîşan kir ku çûyîna heyeta DEM partiyê li Îmraliyê encama têkoşîna hatî dayîn e û wiha got: “Tirkiye ne ji ber niyeta xwe ya baş destûr da vê hevdîtinê. Ev hevdîtin bi saya berxwedana gelê Kurd û pêngava ku li seranserê cîhanê hat destpêkirin, pêk hat. Niyeta Tirkiye û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi guman e. Em ji civak û saziyên navneteweyî re dibêjin ku polîtîkaya rejîma AKP-MHP’ê bi awayekî rasteqîn ne hatiye guhertin. Ev hikûmet êrîşên xwe yên li ser sivîlan didomîne. Roj nîne ku sivîl jiyana xwe ji dest nedin û ev êrîş li ber çavê cîhanê tê kirin. Em bang li her kesê ku bawerî li edalet û aştiyê tînin dikin ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tevlî vê têkoşînê bibin. Divê civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî yên eleqeder ji bo bidawîkirina komkujiya sivîlan û qirkirina li dijî gelê Rojava bikevin dewrê. Em bang li saziyên NY’ê û navneteweyî dikin ku ji bo azadiya Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tavile destwerdanê li ser hikûmeta Tirkiyeyê bike.”

Piştre li ser navê YJK-S’ê Hatîce Kandal, li ser navê PYD’ê ya Swîsreyê Gulîstan Sadon û li ser navê Komîteya PJAK a Swîsreyê Jamil Pale axivîn.

Girseyê piştî daxuyaniyê derbasî konê nobetê bûn û çalakiya xwe heta saetên êvarê domandin.