BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike.”

Komeke Kurdistanî îro danê nîvro li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyê ya li navenda paytext Brûkselê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê kom bûn, pankart vekirin û êrîşan şermezar kirin.

Ji ber zêdebûna êrîşên qirker yên bi armanca dagirkirin û wêrankirina Rojavayê Kurdistanê bi taybet qetilkirina xelkê sivîl li Bendava Tişrînê, bi pêşentiya NAV-BEL’ê komeke Kurdistanî li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê ya li paytext Brûksel kom bûn û çalaki lidar xistin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên hovane Rojava bombebaran dike. Di van êrîşan de bi kuştina sivîlan sûcê şer dike. Rojavayê Kurdistanê di nava hêzên hegomonîk de bûye qada bazariyeke qirêj. Tirkiye bi awayeke eşkere li ber çavê cîhanê berê komên cîhadîst û terorîst dide ser Kurdan. Li gelek cihan jî leşkerên Tirkiyê ketine nava vî şerê qirêj ku her roj gelê li herêmê tê qetilkirin. Ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj, cîhan jî dengê xwe ji wan êrîşan re nake. Her wiha Tirkiye ji bo ku Kurd nebin xwedî statûyeke, bi her awayî êrîş dibe ser Kurdan. Ji sala 2011’an û heya bi roja îro, gelê Kurd li hemberî komkujî û êrîşan berxwedaniyeke pir mezin dike. Êdî pêwîste cîhan bizanibe ku li Sûriyê ne pirsgirêka rejîmê, pirsgirêka Tirkiyê heye, ji ber ku çavkaniya wan pirsgirêkan Tirkiye ye. Ji ber ku bi ev êrîşên li ser Rojava, bi armanca qirkirin, dagirkirin û wêrankirina sîstema heyî ye. Êdî cihana derve pêwîste bi awayeke zelal helwesta xwe diyar bike. Dijminatiya Tirkiyê bi Kurdan re diyar e, ji ber vê çendê jî pêwîste Kurd jî bibin xwedî yekitiyeke mezin û bi her awayî li her devera cîhanê xwedî li rojava derbikevin.

Di çalakiya ku saet 14:00’an destpê kir û nêzî saetek ajot, bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Nato fînanse dike û Tirkiye dide kuştin” hatin berzkirin.