Dostê Kurd sosylog û aktîvîst Stephen Bouquin jiyana xwe ji dest da

Dostê Kurd dîroknas û sosylog Stephen Bouquin hefteya derbasbûyî li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Di 28'ê Çileyê de bi merasîmekê hate veşartin.

Akademîsyen, sendîkavan û aktîvîstê sosyalîst Stephen Bouquin ku tevkariyên girîng li qada zanista siyasetê û dîroka nûjen kiriye, beriya rojbûna xwe ya 57'emîn jiyana xwe ji dest da.

stephen Bouquin yek ji nivîskarên pirtûka bi navê "La commune du Rojava: L’alternative kurde à l’Etat-nation" (Komuna Rojava: Alternatîfa Kurd a li hemberî netewe dewletê) bû.

Bouquin li Zanîngeha Vrije Universiteit van Brussel (VUB) a li Brukselê perwerdeya dîroka hemdem wergirt. Teza xwe ya lîsansê jî li ser pêvajoyên şikestinê yên piştî şerê federasyona Anversê yê Partiya Sosyalîst a Belçîkayê ya navbera salên 1944-1950 de kir.

Piştre li Fransayê bi cih bû û li ser zanista siyasetê doktora kir. Di kariyeta xwe ya akademîk de piştî ku li Amiensê li zanîngeha Université de Picardie Jules Verne weke profesorê sosyolojiyê kir, di sala 2011'an de weke profesor li Zanîngeha Evry a ser bi Paris-Saclay hate tayînkirin. Di navbera salên 2011-2018'an de dîrektoriya Centre Pierre Naville kir.

Eleqeya Bouquin a ji têkoşîna sosyalîst re di temenê ciwantiyê de destpê kir. Li VUB'ê tevlî nava refên Jeune Garde Socialiste (JGS) û Parti Ouvrier Socialiste (POS) bû. Di destpêka salên 1990'î de li bakurê Belçîkayê piştî ku partiya Bloka Vlaams a faşîst bilind bû, tevlî hewldanên cuda yên berxwedanê bû. Di kongreyên POS'ê de fikrê hindikahiyan parast û bal kişand ser girîngiya tifaqên sosyal-demokrat ên berfireh.

Bi rengekî çalak tevlî têkoşînên sendîkayî yên li Belçîkayê bû û li sendîkaya Syndicat des Employés, Techniciens et Cadres (SETCa) perwerde da. Bouquin ku mafên karkeran parast, piştgirî da sendîkavanan.

Stephen Bouquin di jiyana xwe de bû yek ji wan entelektuelên kêm hatine dîtin ku teorî û pratîka xwe kirin yek. Di mijara armancên sosyalîst û piştevaniya sendîkayî de têkoşînên girîng meşand.