BI DÎMEN

Kurdan û dostên wan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Darmstadt ê Emanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava protesto kirin.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi dehan Kurd û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê li qada Luisenplatzê kom bûn û mîtîng li dar xistin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 50 roj in êrîşî herêmê dikin û di nava wan de hunermend û zarok jî hene bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku gel ji bo parastina Bedava Tişrînê zarok û pitikên xwe li malê hiştin û beşdarî berxwedana Tişrînê bûn û hat gotin ku dewleta Tirk bi balafirên bê mirov sivîlan bomberan dike û gelek sivîl şehîd bûn.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî QSD, YPG, YPJ’ê” bi dawî bû.