BI DÎMEN

Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên ku li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

 Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya konsolusxaneyên Tirk ên li bajarên Koln, Essen, Frankfurt û Hamburg ên Elmayayê hatin protestokirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ve hate organîzekirin û Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Tirkiye” hatin bezkirin û flamayên YPG û YPJ’ê hatin vekirin.

Çalakvanan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk têkildarî qetlîam û êrîşên dewleta Tirk bi Elmanî agahî dan û piştre jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe welatiyên sivîl ên weke zarok, jin, rojnamevan û hunermendan qetil dike.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirk sûcên şerî û li dijî mirovahiyê dike û divê pêşî li wan êrîşan were girtin û rawestandin.

Kurdistaniyan bi çepik û berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe ya protestokirinê bi dawî kir.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî çalakiyeke bi heman rengî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê ve hate lidarxistin û di çalakiyê de pankarta ‘Kurdistanê Dê Bibe Gora Faşîstan’ hate vekirin, dirûşme hatin berzkirin û qetlîamên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyeke bi Elmanî jî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk binesaziyên sivîlên li Rojava hedef digire û divê civaka navneteweyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

FRANKFURT

Girêdayî banga KCDK-E’yê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Frankfurtê û Meclîsa Jinan ve jî li pêşiya Konsolusxaneya Tirk a li Frankfurtê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û dirûşmeyên ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’, ‘’Bijî YPG û YPJ’’ û ‘’Kujer Erdogan’’ hatin berzkirin.

HAMBURG

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Hamburgê Apo Amed axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna xwe ya li Kobanê bi armanca tolhildanê di êrîşên xwe yên li ser Rojava de israr dike. Ji bo ku têkçûyîna xwe ya dîrokî bi qirkirinê re bi encam bike çi ji destê wî tê dike. Êrîşên li ser sivîlan roj bi roj zêde dibin.

Dewleta Tirk bi guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê re ku bi hilweşandina rejîma Esas re pêk hat, êrîşên xwe bi bermayiyên DAÎŞ’ê, SMO’yê re didomîne. Berxwedana Bendava Tişrînê 22 roj in bi qehremanî dewam dike.

Di êrîşên dewleta Tirk a li dijî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê de heta niha herî kêm 21 sivîl şehîd bûn û zêdeyî 120 kes birîndar bû.

Erka me ya Kurdistaniyên li Ewropayê ye ku li dijî êrîşên li ser Tişrîn û Rojava têkoşînê mezin bikin. Divê em bi ruhê têkoşînê yê hê zêdetir rabin. Divê ji bo parastina Rojava û mezinkirina berxwedana Tişrînê qadên Ewropayê bi dirûşmeya “Statu ji bo Rojava” bihejînin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Êrîşên Tirk û cîhadîstan rawestînin”, “Rojava û Şoreşa Jinê Biparêzin”, “Ji Şer re Na” û “Ji Rojava û Sûriyeyê re Azadî” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

MUNIH

Li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiye ya li bajarê Munih ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û nîştecihên sivîlan ên li Rojava ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Munihê ve mitîng hate lidarxistin.

Di mîtîngê de daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin. Di axaftinên çalakiyê de jî hate destnîşankirin ku li herêmên Kurd binesaziya sivîlan tê hedef girtin û wiha hate gotin: “Bi taybetî avahiyên şaredariyan, nexweşxane, santralên elektîrîkê gelek cihên di bin kontrola Kurdan de tê bombekirin. Bi tunehesibandina hiqûqa navneteweyî komkujiyên li ser sivîlan tê dewamkirin.”

Di axaftinan de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku demildest li djî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bikevin tevgerê.

Çalakiya Kurdistaniyan piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiiye” "Bijî Berxwedana Rojava", “Bijî Berxwedana Tişrînê ” ,”Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana YPJ” bi dawî bû.