BI DÎMEN

Li Leipzigê Kurd û dostên wan ji bo Kobanê û Tişrînê meşiyan

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê, ji aliyê Kurd û enternasyonalîstan ve meşek hate lidarxistin.

Piştî daxuyaniya li Willi Brandt Platz hatî dayîn, meş destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin, êrîşên di sê mehên dawî de zêde bûne, gelê herêmê neçarî koçê dike û tê xwestin ku Rojava bi temamî bê dagirkirin. Bi taybetî hat diyarkirin ku Bendava Tişrînê her roj tê bombekirin û hat destnîşankirin ku ev êrîş dibin sedem ku mirov bên qetilkirin, bêav û bêelektirîk bimînin.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku êrîşên Tirkiyeyê bên sekinandin û pêkanîn lê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mînaka jiyaneke demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn, li Rojava tê jiyankirin û hat destnîşankirin ku mîna 10 salên berê, wê îro jî Rojava were parastin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna kesên li Tişrînê hatine qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin. Piştî berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Rojava” çalakî li parka Rabet bi dawî bû.