Li Hamburgê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li Qada Sternschanze ya Hamburgê, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hat pîrozkirin.
Li Qada Sternschanze ya Hamburgê, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hat pîrozkirin.
Li Qada Sternschanze ya bajarê Hamburg ê Elmanyayê, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê, Meclîsa Jinê ya Roza û Die Linke Hamburgê hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ewilî Wekîlê Meclîsa Altona ya Die Linke yê Altona û bernamzetê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Yavûz Fersoglu axivî û got: “Berxwedana Kobanê sembola azadî û azweriya jiyanê ya Kurdan e. Berxwedana Kobanê li hemberî hêzên tarî rûmeta mirovahiyê û azadî parast. Piştî berxwedana 134 rojan şervanên YPG û YPJ’ê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Em hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”
Fersoglu, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê jî şermezar kir û got: “Divê demildest êrîşîn li ser Bendava Tişrînê bên rawestandin.” Fersoglu axaftina xwe bi dirûşmeyên “Biji berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî kir.
‘BERXWEDANÊ DÎROK GUHERAND’
Serokê Die Linke Hamburg yê navçeya Altona Malerie Kleinert jî axivî û got: “Berxwedan û serkeftina Kobanê ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê bû hêvî. Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de bi berxwedan û wêrekiya Kurdan azad bû. Berxwedan timî dîrokê diguherîne.”
Malerie Kleinert xwest Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad bibin û got: “10 sal berê jinan, gelan û berxwedanê Kobanê rizgar kir. Em ê piştevaniya xwe ya bi Kurdan re bidomînin.”
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Biji berxwedana Kobanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.