Kurdistan û dostên wan bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Dest Dan- Hêvî û Meclisa Nav Berlînê li ber balyozxaneya Tirk a Berlînê mîtînga protestoyî li dar xistin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Dewleta Tirk piştî ku li Kobanê têkçû êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne. Di van êrîşên ku sivîl hedef tên girtin de hewl didin Şoreşa Rojava ya qada hemû gelan e ji holê rakin. Piştî rûxandina rejîma Esed hevsengiya li Sûriyeyê guherî, dewleta Tirk bi çeteyên xwe êrîşî Rojava dike. Divê em li her derê li dijî van êrîş û komkujiyan dengê xwe bilind bikin.”
Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên "Es lebe Rojava", "Jin jiyan Azadî", "Kinder Morder Erdogan" hatin berzkirin.