EWROPA
Hemû Nûçe
-
Dewleta Îranê li Duisburgê hat protestokirin
Li Duisburgê bi çalakiyekî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê hatin protestokirin. Di çalakiyê de peyama, “Şîara Jin, Jiyan, Azadî mezin bikin û darvekirinan rawestînin” hat dayîn. -
Li pêşiya NY’ê Qirkirina Êzidiyan hat protestokirin
Girseya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê li hev civiyan, Qirkirina Êzidiyan protesto kirin. -
KCDK-E: Xwedî derketina li Şengalê wezîfeya me hemûyan e
KCDK-E’yê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji xiyaneta PDK’ê cesaret wergirtin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî kirin. Divê em xwedî li Şengalê derbikevin.” -
Peyama Nobeda Azadiyê: Azadiya Rêberê me armanca bingehîn e
Çalakgerên Nobeda Azadiyê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û gotin, "Heta ku azadiya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin." -
Li Helsînkiyê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hate lidarxistin
Li dijî biryara îdamê ya Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî, li ber Konsolxaneya Îranê ya li Helsînkiyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. -
Li Frankfurtê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê dagirkerî hate protestokirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê li hemberî dagirkeriyê mîtîngek hate lidarxistin. -
Şoreşa Rojava li Sydneyê hat silavkirin
Bi wesîleya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Sydneyê pîrozbahî hat lidarxistin. Hevserokê DKTM’ê Tîmur Tatvan di pîrozbahiyê de axivî û got, “Heta ku li Kurdistanê xiyanet neyê têkbirin, dawî li dagirkeriya dijmin nayê.” -
Li Leipzigê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê meşiyan
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
Li Zurihê 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Li Zurihê 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Di çalakiyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin û bang li partî û saziyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkerî û xiyaneta li Başûrê Kurdistanê rawestin. -
Gerîlayên YRK’ê li Evryê hatin bibîranîn
Gerîlayên YRK’ê Cengawer Mîkayîl, Andok Tolhildan û Raman Rênas ên di 14’ê Tîrmehê de li Pêncewînê şehîd bibûn, li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn. -
Tecrîda Îmraliyê li Stuttgartê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat protestokirin. -
Li Kielê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kîelê hat protestokirin. -
Li Kopenhagê çalakî: Heta ku dagirkerî û tecrîd bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin!
Kurdistanî û dostên wan li Kopenhagê, dagirkerî û tecrîd şermezar kirin û peyama "Heta ku tecrîda Îmraliyê bê şikandin û dagirkerî bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin“ dan. Di çalakiyê de gerîla hatin silavkirin. -
Kurdistanî ji Lozanê bang kirin: Me qebûl nekir, em ê qebûl nekin!
Kurdistaniyên ku di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan peyama, “Me ev înkara 100 salî qebûl nekir, em ê qebûl nekin” dan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga mezinkirina têkoşîna hevpar dan. -
Ji bo 3 gerîlayên YRK’ê li Parîsê bîranîn
3 gerîlayên YRK’ê yên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Wîllîams: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Seroka Hewldana Jinê ya Nobelê Jody Wîllîams anî ziman ku divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zextê li Tirkiyeyê bike û banga tevlîbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir. -
Li Nurnbergê dagirkerî hat şermezarkirin û gerîla hatin silavkirin
Li Nurnbergê êrîşên dagirkeriyê û xiyanet bi çalakiyekê hat şermezarkirin û berxwedana gerîlayan hat silavkirin. -
Meclîsa Ciwanan a Darmstadê: Ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê mezin bikin
Endamên Meclîsa Ciwanên Darmstadê yên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşînê bidomînin û bang li ciwanên Kurd kirin ku rêxistiniya xwe mezin bikin. -
Ji NY’ê banga ji bo Tirkiyeyê: Divê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin
Neteweyên Yekbûyî piştî rûniştinên li Cenevreyê rapor amade kir û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. -
Ji Xelatgirên Nobelê nameya ‘Abdullah Ocalan’
69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin û ev bang kirin: “Ji bo parastina mafên Abdullah Ocalan, wezîfeyên xwe bi cih bînin.” -
KCDK-E’yê di sala 101’an a Peymana Lozanê de banga tevlîbûna çalakiya protestoyî kir
KCDK-E’yê got: “Em peymana qirkirinê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan a Lozanê, di sala 101’an de protesto dikin.” KCDK-E’yê banga tevlîbûna meşa girseyî kir ku wê sibe li Lozanê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê lidarxistin. -
69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê rehîngirtin, 69 xelatgirên Nobelê bi nameyeke hevpar bang kirin. -
Li Rûsyayê rêxistina jinan ji bo salvegera qirkirina Êzidiyan serdana partiya herêmê kir
Komek jin ên Kurd bi boneya nêzbûna salvegera qirkirina Êzidiyên li Şengalê serdana partiya herêmê ya Rûsyayê kirin û banga hişyarbûnê hat kirin. -
Li Milano mîtînga ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêz e’ hate lidarxistin
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolxaneya Tirk a li Milano hatin ba hev, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dirûşma “Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêz e” mîtîng li dar xistin. -
Pergala êşkenceya Îmraliyê li Kolnê hat protestokirin
Li Kolnê cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî hat protestokirin.