Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hatine qetilkirin, hatin bîranîn.
Xizm û dostên Bavê Teyar û yên şehîdên Tişrînê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Hevserokê KOMAW’ê Xoşnav Ata, endamên PYD, TEV-ÇAND, Yekîtiya Êzidiyan û xizmên şoreşgerên li Tişrînê şehîd bûne, axivîn. Soz hate dayîn ku têkoşîna şehîdan bi ser bikeve.
Di axaftinan de wiha hate gotin, “Em îro ji her demê zêdetir xurt in, em ê derfetên ketine destê xwe bi rengekî aqilane bi kar bînin û bi biryardarî li dijî dijminên xwe têkoşînê geş bikin. Eger Kurd nebin xwedî statu û Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em ê qadên têkoşînê û kolanan terk nekin.”
Di merasîmê de derbarê têkoşîna Bavê Teyar û Şehîdên Tişrînê, sînevîzyon hate temaşekirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” bi dawî bû.