Meşvanên Meşa Dirêj salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin
Meşvanên Meşa Dirêj di roja 8’an de li DKTM’ê ya Grigny ya Parîsê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.
Meşvanên Meşa Dirêj di roja 8’an de li DKTM’ê ya Grigny ya Parîsê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.
Meşa Dirêj a 26 rojan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kir, di roja xwe ya 8’an de li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê didome. Meşvanan li Komeleya Çanda Kurd a Demoraktîk a Grignyê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.
Beriya pîrozbahiyê, di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê de ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Meşvanan di pîrozbahiyê de diyar kirin ku ew ê bi ruhê Kobanê berxwedana Tişrîn mezin bikin û gotin: "Kobanê-Tişrîn-Qereqozax xeta serketinê ne."