Ji Heilbronn’ê heta Strasbourg’ê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’

Ji welatên cuda yên Ewropayê Kurd û ciwanên enternasyonalîst, wê ji bo “Meşa Dirêj” li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bên ba hev. Meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê di navbera 9-15’ê Sibatê de were kirin.

Meşa ku wê 9’ê Sibatê li Heilbronn’ê destpê bike, li ser Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg û Freiburg im Breisgau re dewam bike, 5 bajarên cuda yên Elmanyayê wê bigire nava xwe. Çalakî dê 15’ê Sibatê li Strasbourg’ê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Organîzatoran diyar kirin ku meş ne protestoyeke ji rêzê ye, semboleke girîng a têkoşîna azadiya ji gelan re ye. Beşdaran bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, anîn ziman. Hat diyarkirin ku wê Komploya Navneteweyî ya 1999’an û sîstema îzolasyonê ya li Îmraliyê were protestokirin.

Tê payîn ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bibin. Ev çalakî ji bo têkoşîna hevpar, peyameke girîng a piştevaniyê dide. Di tevahiya meşê de ciwan wê bi banga “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dengê xwe bilind bikin.

Dema çalakiyê:

- 09 Sibat: li Heilbronn kombûn

- 10 Sibat: Heilbronn 

- 11 Sibat: Ludwigsburg - Stuttgart 

- 12 Sibat: Stuttgart - Böblingen 

- 13 Sibat: Offenburg - Lahr 

- 14 Sibat: Freiburg im Breisgau 

- 15 Sibat: Strasbourg