EWROPA
Nûçeyên Dawî
-
NPA: Em Rojava ji dagirkeriyê biparêzin
Partiya Antîkapîtalîst a Nû ya Fransî, li ser gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyanî da û got: "Em parastina Rojava bikin, Erdogan rawestînin." -
KCDK-E'yê vîna li Dusseldorfê derket holê silav kir
KCDK-E’yê got, “Em spasiya gelê xwe, dostên xwe, şoreşger, demokrat, parêzvanên mafên mirovan, jin, zarok, ciwan û kal û pîrên ku ji gelek welatên Ewropayê hatin Dusseldorfê û biryardariya xwe anîn ziman û îradeya xwedîderketinê nîşan dan.” -
Qibris nêzî hedefa xwe ya îmzeyê dibe
Îro li standa îmzeyan a li sê bajarên Qibrisê hatibû danîn zêdetirê 5 hezar îmze hatin berhevkirin, li gorî vê yekê hat gotin ku ew nêzîkê hedefa xwe ya 60 hezar îmzeyan dibin. -
Salîh Cizîr û Dr. Huseyîn li Dortmûndê hatin bibîranîn
Şehîd Salîh Cizîrî û Dr Huseyîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a 5’ê Hezîrana 2021’an şehîd bûn, li bajarê Dortmûnd bi meresimeke girseyî hatin bibîranîn. -
Zîlan li Tolouseyê hat bibîranîn
Ji bo gerîlaya PKK‘ê Zîlan (Zeynep Kınaci) ya di çalakiyeke fedayî ya 30’ê Hezîrana 1996’an a li dîjî artêşa Tirk a li Dersimê de şehîd bû, li bajarê Tolouse yê Fransayê hat bibîranîn. -
Li Erîvanê dewleta Tirk hate protestokirin
Kurdistaniyên li Erîvana paytexta Ermenistanê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Li Bordeaûxê mitînga ‘Kurdistanê biparêze‘ hat lidarxistin
Li bajarê Bordeaûxê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîn çekên kîmyewî mitînga ‘Kurdistanê biparêze‘ hat lidarxistin. -
Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û xiyanetê meş hat lidarxistin
Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û xiyanetê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze” meş hat lidarxistin. -
Dusseldorf bi ruhê berxwedanê yê Zapê re bû yek
Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan, bi dirûşm û tîliliyan berxwedana Zapê silav kirin û dewletên piştgiriya dewleta Tirk dikin şermezar kirin. -
Meşa Dusseldorfê ya li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî destpê kir
Meşa Dusseldorfê ya li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dest pê bû. Di meşê de bê navbir diruşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gerîlayan’’ tên berzkirin. -
TCŞ û TekoJIN’ê ji bo tevlîbûna meşa Dusseldorfê bang kirin
TCŞ û TekoJIN’ê ji bo meşa ku wê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li dijî dagirkerî û xiyanetê li Dusseldorfê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû ciwan û jinên ciwan kir. -
Enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan tevlî nobetê bûn
Enternasyonalîstan Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê wergirtin û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de azad bibe. -
KCÊ-E'yê banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir
KCÊ-E, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê ya 25’ê Hezîranê kir û got:"Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, îro li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan qirkirinê pêktîne. Êdî dem dema têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê li her qadê ye." -
CDK-S’ê kampanyaya îmzeyan a ji bo naskirina komkujiya Êzidiyan da destpêkirin
CDK-S’ê bi daxwaza naskirina bi fermî ya komkujiya Êzidiyan ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve û parastina bi navneteweyî Êzidiyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. -
Endamên MPKE’yê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin
Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, bang li Ewropayê kirin ku bêdengiya xwe ya li hemberî tecrîda li Îmarliyê bişkînin û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin. -
Krîza gazê ya li Elmanyayê: Asta alarmê hate çalakkirin
Hikumeta Elman, ji ber krîza gaza Rûs di çarçoveya plana rewşa lezgîn de 'asta alarmê' çalak kir. -
KON-MED: Em biherikin Dusseldorfê û berxwedanê mezin bikin
KON-MED'ê ji bo meşa Dusseldorfê ya 25'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir û got, "Li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê li her qadê dema mezinkirina berxwedanê ye." -
Çalakiya îradeyê ya 10 salan: Nobeta Azadiyê
'Nobeta Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li pêşiya Konseya Ewropayê destpê kir, 10 sal li pey xwe hişt. Kedkarên çalakiya nobetê Helene Dersim û Rojda Emekçî li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivîn. -
‘Bila deriyê Îmraliyê were vekirin‘
Wezîrê berê yê Îzlandayê Jonasson ê di rûniştina Konferansa Ewropayê ya bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Îmraliyê axivî û got ku ji bo aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê divê deriyên Îmraliyê were vekirin. -
FCDK-KAWA, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir
FCDK-KAWA, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê ya 25’ê Hezîranê kir û got: "Dem dema têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê li her qadê ye." -
Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê rûniştina li ser PKK'ê
Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, têkildarî doza PKK'ê ya li dijî lîsteyên 2020 û 2021'ê rûniştin pêk hat. -
Li gundekî Yewnanistanê yê ku Abdullah Ocalan çûbû wir, çalakiyek hate lidarxistin
Komeleya Çanda Kurdistanê li gundekî Yewnanistanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekê lê mabû, çalakiyek li dar xist. -
KCDK-E: Bi ruhê berxwedanê tevlî meşa Dusseldorfê bibin
Hevserokatiya KCDK-E ji bo parastina Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, banga meşa di 25’ê Hezîranê de ya li Dusseldorfê kir. -
Encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş hate eşkerekirin
Di encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş de hate gotin, "Li ser xebatên 99. û 100. salvegera Peymana Lozanê hate rawestan, komîteya xebatên sed saliyê hate firehkirin û plansazî hate çêkirin." -
Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn wê li Dortmûndê bêne bîranîn
Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ji bo Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn wê 26'ê Hezîranê li Dortmûndê çalakiyeke bîranînê lidar bixe.