Li Londonê bi hezaran kes tevlî festîvala ku bû mijara ‘lêpirsînê’ bûn
Li Londonê bi hezaran kes tevlî festîvala Gîk-Derê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bibû mijara ‘lêpirsînê’ bûn û li dijî nijadperestî, faşîzm û lêpirsînan peyama dawî dan.
Li Londonê bi hezaran kes tevlî festîvala Gîk-Derê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bibû mijara ‘lêpirsînê’ bûn û li dijî nijadperestî, faşîzm û lêpirsînan peyama dawî dan.
Komeleya Çand û Hevgirtina Karkerên Koçber (Gîk-Der) ku li paytexta Brîtanya Londonê xebat dimeşîne, 15’emîn Festîvala Parkê ya li dijî nijadperestî û faşîzmê bi coşek mezin lidar xist. Festîval bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji bo zêdetirî 30 kesên ku tevlî festîvala ku ji aliyê Gîk-Derê ve hatiye lidar xistin bûne, bi hinceta "têkiliya bi rêxistinke neqanûnî" re danîne lêpirsînek da destpêkirin.
Li dijî lêpirsînê, Gîk-Derê ragihandibû ku ew ê li dijî Wezareta Karên Hundir û dozgerên Tirkiyeyê giliyê sûc bikin. Ji ber lêpirsîna hatiye destpêkirin hunermend Îlkay Akkaya, Alî Jiyan û Gulsevan Medar nerazîbûn nîşan dan û banga tevlîbûna festîvalê kiribûn.
Hevseroka Gîk-Derê Bedriye Avcil, ku axaftina vekirinê ya festîvalê kir spasiya her kesê ku beşdar bû û helwestek zelal li dijî nijadperestî, faşîzm û lêpirsînan dane kir.
Hevseroka Gîk-Derê Bedriye Avcil, di axaftina xwe ya li festîvalê de banga têkoşînê li dijî nijadperestî, faşîzm û şer kir. Bedriye Avcil, êrîşên Îsraîlê yên li ser Filîstînê û operasyonên li dijî Îranê şermezar kir.
Bedriye Avcil, bi tundî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Gîk-Derê rexne kir û destnîşan kir ku tevlîbûna xurt a ji bo festîvalê bersiva herî bi hêz li dijî van zextan bû.
Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanî, jî daxuyaniyek da û hewldanên dewleta Tirkiyeyê yên ji bo tirsandina muxalîfan li derveyî welêt şermezar kir û diyar kir ku têkoşîna yekgirtî dê xurtir bibe.
Di axaftinên din de jî bal kişandin ser têkoşîna hevgirtî ya li dijî nijadperestî û faşîzmê û hat diyar kirin ku dewleta Tirkiyeyê bi lêpirsînên bi vî rengî zirarê dide ‘hêviyên aştiyê’.
Piştî axaftinan festîval bi sehneyek hevbeş a Koma Dongu, Bîrgul Tunç, Burcu Aytaç, Zeyno Durar, Gulseven Medar, Koroya Zarokan a Akçabocegî û hemî hunermendên jin bi dawî bû.