EWROPA
Nûçeyên Dawî
-
Li St Gallen û Lûganoyê ji hezarî zêdetir îmze hatin komkirin
Di civînên ku li bajarê St Gallen ê Swîsreyê û di çalakiyên 'Turnuvaya Futbolê ya li dijî faşîzm û nîjadperestiyê' ya li li Lûganoyê ku bi armanca derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê hatin lidarxistin de, bi hezaran îmze hatin berhevkirin. -
Mexdûrên qedexeyê: Li ser me peyamê didin Kurdan
Kurdistaniyên mexdûrên qedexeyê yên di forûma “Qedexeya PKK’ê” ya li Berlînê dewam dike de axivîn, wiha gotin: “Li ser me ji Kurdên ku li vir dijîn re peyama ‘Temaşe bikin em ê vane li we jî bikin’ tê dayîn.” -
Li Dûîsbûrgê Mihrîcana Îvana Hoffmann a 7’emîn hat lidarxistin
Li Dûîsbûrgê Di Mihrîcana Îvana Hoffman a 7’emîn de li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê, peyama têkoşînê hat dayîn. -
Li Baselê meşa ‘Ji bo Aştiyê Sosyalîzm’ hat lidarxistin
Li bajarê Basel a Swîsreyê li dijî dagirkeriya hêzên emperyalîst a li ser Kurdistan, Filistîn, Sûriye, Efganistan, Yemen, Erître, Lîbya û Ûkraynayê meşa “Ji bo Aştiyê Sosyalîzm” hat lidarxistin. -
Forûma qedexeya li ser PKK’ê
Serokê VDJ’ê Joachîm Kerth-Zelter ê di Forûma ‘Qedexeya li ser PKK’ê” de axivî, bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku nehuqûqiyên li hemberî Kurdan bidawî bike û wiha got: “Terorîst ew e ku sivîlan dikuje.” -
Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Şoreşa Rojava didomin
Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava de didomin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Ûlmê hatin protestokirin
Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
Li Krefeldê ji bo PKK’ê îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Krefeldê ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî were derxistin stand hat danîn û gelek îmze hatin berhevkirin. -
‘Em dest ji Şengalê bernadin‘
Li Hannoverê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Dagirkeriya dewleta Tirk a bi navê ‘herêma ewle’
Demek e Tirkiye gefên li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêde kiriye. Bi heman hinceta ‘herêma ewle’ beriya niha Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiribû, ku revandin, girtin, kuştin, destdirêjî li van herêman bûne kiryarên rojane. -
Mexdûrên qedexeya li ser PKK'ê wê li Berlînê di forûmekê de biaxivin
Bi pêşengiya saziyên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqnasan wê di 18-19'ê Hezîranê de bi navê "Qedexeya li ser PKK'ê ya 28 salan: Em niha diaxivin" forûmeke ji 2 rojan tê lidarxistin. -
Li Aaraûyê êrîşên li ser Şengalê hatin protestokirin
Li Aaraûyê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Bernê ji bo PKK’ê îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Bernê ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî were derxistin stand hat danîn û gelek îmze hatin berhevkirin. -
Kurdên li Rûsyayê: Ji bo Şengalê em berxwedanê mezin bikin
Kurdên li Rûsyayê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin. -
Aydar: Mîtînga li Dusseldorfê divê asta herî bilind be
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji bo meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Ev çalakiya me divê bibe asta herî bilind a hemû çalakiyan." -
Êrîşa li ser Şengalê li Saarbruckenê hat protestokirin
Êrîşa bi balafira bêmirov a biçek a li ser Şengalê ya dewleta Tirk ku di encamê de kal û nevî hatin qetilkirin, li Saarbruckenê hat protestokirin. -
KNK: Êrîşên Tirkiyeyê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne
KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got: “Êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne û bi armaca qirkirinê tên kirin.“ -
Çalakiya standê li Lozanê berdewam dike
Çalakiya standê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefteyê li bajarê Lozanê tê danîn, dewam dike. -
Li Parîsê kampanya îmzeyan ji bo PKK’ê berdewam dike
Li Parîsê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin kampanyaya îmzeyan berdewam dike. -
Sarica: Em bi ti awayî nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica bal kişand ser êşkenceya tecrîdê û diyar kir ku ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin. -
KCDK-E: Em ji bo civaka Êzidî dakevin qadan
KCDK-E’yê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got “Em li hemberî êrîşên li ser civaka Êzidî dakevin qadan.” -
'Nobeta Azadiyê' ya li Strasboûrgê bi koma ji Bîelefeldê dewam dike
'Nobeta Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê û wê di 25'ê Hezîranê de deh salan li pey xwe bihêle, bi endamên koma Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelefeldê dewam dike. -
Dr. Exo: Elmanya piştgiriyê dide siyaseta qirêj a Tirkiyeyê
Endama Înisiyatîfa Defend Kurdistanê Dr. Mechthîld Exo diyar kir ku Elmanya piştgiriyê dide polîtîkaya qirêj a Tirkiyeyê û got “Elmanya naxwaze ev pirsgirêk li ser zemîneke polîtîk were nîqaşkirin û di şerê li hemberî Kurdan de dibe parçeyek.” -
Enflasyon li Elmanyayê bû ji sedî 7.9
Li Elmanyayê enflasyon gihîşt ji sedî 7.9'an û bi vî rengî derbasî asta herî bilind a 50 salên dawî bû. -
Katsîafîcas: Divê Erdogan ji ber sûcên şer bê darizandin û girtin
Dîroknasê Yewnan û teorîsyenê civakî George Katsîafîcas diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Katsîafîcas OPCW jî rexne kir ku siyaseta hêzê dimeşîne.