Di Kongreya KON-MED’ê de 10 biryar: Li hemû komeleyan qursa Kurdî

Di 4’emîn Kongreya Asayî ya Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) de, biryar hate dayîn ku li hemû navendên civakê ji bo hemû zaravayên Kurdî qurs bên destpêkirin.

Kongreya ku 22’yê Hezîranê hatî lidarxistin, diyarî kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, hate kirin.

Li bajarê Bergisch Gladbach, bi tevlîbûna bi sedan delege û mêhvanan kongre hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Siyamed Mûînî, namzetê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê Hani Mortter, Nûnerê Dîe Lînke Heiner Kockerbeck jî beşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi şîara ‘Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk ve’ hate lidarxistin.

HEJMARA ENDAMAN TÊRÊ NAKE, HEDEF HATE BILINDKIRIN

KON-MED a ku 5 federasyon, 46 meclîs, 16 komun û 15 komîteyan di bunyeya xwe de digire, li Elmanyayê ku nêzî 2 milyon Kurd lê dijîn, hejmara endaman a tenê bi 5 hezar 344 sînordar mayî netêrker dît û kir armanc ku vê hejmarê herî kêm bike 30 hezar.

Di encamnameya kongreyê de wiha hate gotin: “Gelê me yê ku ji ber qirkirina fîzîkî û çandî ya li welatê wan hatî ferzkirin, reviyane û neçar mane li dîasporayê bijîn, li welatên ku koç kirine rû bi rûyê rîsk û gefên cidî ne. Gelê me ji bo li welatên biyanî yên mîna Elmanyayê nasname û nirxên xwe yên dîrokî bide jiyîn, her ku diçe zêdetir pêdivî bi rêxistinbûn û sazîbûnê dibîne.”

Di encamnameyê de divê ji bo hemû pirsgirêkên bi dewleta Elman re bi rêya diyalogê bên çareserkirin, hewl dan zêde bibin.

KURDÎ LI DIBISTANAN BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ

Di dewama encamnameyê de ev tişt jî hate gotin: “Pirsgirêka gelê me yê li dîasporayê dijî, tenê bi zextên li welêt re sînordar nîne. Di jiyana li Elmanyayê de jî pêdivî û pirsgirêkên cidî hene. Ji perwerde û tenduristiyê heya ekonomiye, pêdiviya bi xwe rêxistinkirinê û avakirina amûrên vê yekê her roja borî zêdetir dibe.

Divê zimanê Kurdî ji perwerdeyê heya ekonomiye, ji hunerê heta siyasete weke zimanek fermî were qebulkirin û li dibistanan perwerde were dayîn.”

HEVSEROKÊN DEMA NÛ

Li gorî danezanê piştî rexne û pêşniyarên têkildarî raporên ku ji kongreyê re hatine pêşkêşkirin ji bo serdema nû hilbijartinên hatine lidarxistin. Hevserok Rûken Akça û Kerem Gok di serdema nû de jî hatin hilbijartin û di kongreyê de li gel qadên Çavdêrî, Dîsplîn, Hiqûq û Dîplomasiyê bi yekdengiya 21 endamên ku ji hevserokên federasyonê pêk tên reveberiya nû hate hilbijartin.

BIRYARÊN HATINE WERGIRTIN

Dı kongreyê de saziyên ku di warên civakî û çandî de serkeftî hatin xelatkirin û ji bo xebatên serdema nû hedefeke ku ji 10 xalan pêk tê hate diyarkirin.

Biryarên 4’emîn Kongreya Asayî ev in:

1. Bikaranîna mafên Yasayî û Demokratîk, ji bo vê avakirina raya giştî û xebata hevpar ya li gel rêxistinên civakî,

2. Têkoşîna li hemberî polîtîkayên hikûmeta Elmanyayê yên krîmînalîzekirina Kurdan; di serî de Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç, tavilê serbestberdana hemû siyasetmedarên Kurd ên girtî,

3. Esasgirtina têkoşîna bi şîara ‘’Bi Rêbertiya azad re ber bi civaka demokratîk ve’’

4. Qebûlkirina rêgeza sereke ya li çar perçeyên Kurdistanê ku Kurd bi gel û baweriyên ku pêre dijîn re bi awayekî azad, wekhev û aşitiyane bijîn û xebat û têkoşîna ji bo vê yekê,

5. Jibo pêşxistina civaka demokratîk, ekolojîk û xwe dispêre azadiya jinan  esasgirtina têkoşîna bi rê rêbazên demokratîk û aşitiyane,

6. Zêdekirina xebatên ku li dibistanên Elmanyayê berê zarokên Kurd dide perwerdeya bi zimanê dayikê, piştgiriya wan xebatan dikeî ji bo wan têdikoşin û destpêkirina kûrsên hemû zaravayên Kurdî yên li hemû navendên civakî,

7. Esasgirtina kampanyaya endamtiyê ya weke xebata sereke,

8. Ji bo pêşketina çanda Kurdî ya di bin sîwana hemû rêveberiyên meclîsên me de, pêşxistina projeyên di warên sînema, şano û edebiyatê de,

9. Birêxistinbûna ciwanan ya li hemberî hînbûniyên xirab û jiyana dejenere û bi taybetî teşwîqkirina werzîşê ya ji şaxên cuda,

10. Bi armanca têkariya civaka welatê ku em lê dijîn parvekirina proje û fikrên di warên perwerde, tenduristî û aboriyê de yên li Elmanyayê ya bi sazî û çapemeniyê re.