BI DÎMEN

Li Londonên civîna gel: Hêza me ya herî girîng meşa bi gel re ye!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, hêza herî girîng a Tevgera Azadiya Kurd meşa bi gel re ye.

CIVÎNA GEL

Li Navenda Civaka Kurd a li paytexta Îngilistan Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd ve civîna gel hate lidarxistin. Tevlîbûneke zêde ji bo civînê çêbû. Nivîskar û Derhêner Îlham Bakir moderatoriya civînê kir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek weke axaftvan di civînê de cih girtin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, hêza herî girîng a Tevgera Azadiya Kurd meşa bi gel re ye û bi bîr xist ku Tevgera Kurd di siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn de dînamîkek girîng e.

Bakirhan got, “Weke DEM Partî em ne tenê mafên Kurdan, em mafên Elewiyan, sosyalîstan, xwendekarên muxalîf, kedkar û hemû mexdûran diparêzin.”

Tuncer Bakirhan li ser rolê CHP’ê yê di pêvajoyê de jî nirxandin kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk, divê “mase jinûve were avakirin”.

Ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek jî di civînê de mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku înîsiyatîfa pêvajoyê di destê Rêber Apo de ye û wiha got, “Ev pêvajo divê di du astan de were nirxandin. Li aliyekê Rêbertî bi dewleta Tirk re asta hiqûqî nîqaş dike, li aliyê din ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me jinan. Divê em bi pêşengiya jinê aştî û civaka demokratîk ava bikin.”

https://anfturkce.com/uploads/tr/articles/2025/06/20250628-55b550e3-3806-4de3-ba10-82a0de0db705-jpegcad472-image.jpg