Di sala 100'emîn a Serhildana Şêx Seîd de li Brukselê 'Konferansa Neteweyî'
Di salvegera 100'emîn a serhildana gel de ku bi pêşengiya Şêx Seîd sala 1925'an pêk hat, li paytexta Belçîka Brukselê konferanseke akademîk a navneteweyî hate lidarxistin.
Di salvegera 100'emîn a serhildana gel de ku bi pêşengiya Şêx Seîd sala 1925'an pêk hat, li paytexta Belçîka Brukselê konferanseke akademîk a navneteweyî hate lidarxistin.
Konferansa ku li Centre Culturel Espase Magh destpê kir û wê du rojan dewam bike, ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve tê lidarxistin.
Konferansê bi xwendina sirûda Ey Reqîp û rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs axivî û anî ziman ku li Lozanê îradeya gelê Kurd tine hatiye hesibandin û serhildana Şêx Seîd jî bersivek li hemberî vê înkarê ye.
BI RENGEKÎ HÎN XURT Û BI RÊXISTINÎ DEWAM DIKE
Karamûs ragihand ku gelê Kurd êdî veguherîne hêmanekî çalak ê çareseriya herêmî û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê gihîştiye zemîneke rêxistinî û stratejîk. Karamûs got, "Têkoşîna azadiyê ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di oxira wê de canê xwe feda kirin, îro bi rengekî hîn rêxistinî û xurt dewam dike. Ev têkoşîn îro bi îradeya gelê me, li ser rêya azadî û yekîtiyê bi biryardarî dewam dike."
ÎNKAR BI DAWÎ BÛ
Serokê CÎK'ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku di pêvajoya hilweşîna Osmanî de Kurd li gel Tirkan sekinîn, lê belê Ataturk bi polîtîkayên înkar û komkujiyê bersiv da vê piştgiriyê. Çakir gotina 'Ez zanim hûn ê min darve bikin, lê belê neviyên me wê tola me hilînin' a Şêx Seîd bi bîr xist û anî ziman ku ev têkoşîn îro ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve tê meşandin. Çakir got, "Înkar êdî bi dawî bû. Kurd îro bi lêgerîna maf û aştiyê li dora maseyê ye."
DIVÊ KURD XWEDÎ LI YEKÎTIYA XWE DERKEVIN
Ji Enstîtuya Kurd a Belçîkayê Dervîş Ferho anî ziman ku dîroka Kurdan ji aliyê hêzên derve ve hate vegotin û got, divê Kurd xwedî li dîroka xwe derkevin.
YEKÎTÎ ŞERT E
Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat jî bi dîmen peyamek şand û bi bîr xist ku serhildana Şêx Seîd têkoşîna azadî û maf a gelê Kurd e. Firat got, "Îro li vê derê di şert û mercên vê serdemê de banga me li siyaseta hêzên gelê Kurd hemûyan e; divê em bibin yek û bi hev re tevbigerin. Ev gelekî girîng e. Di vê oxirê de me bi sed hezaran şehîd dan, şert e ku ji bo bîranîna ewqas şehîdan em yekîtiya xwe pêk bînin."
Konferansê bi nîşandana sînevîzyona li ser Serhildana Şêx Seîd dewam kir.