Li Belçîkayê li xizmetên cemaweriyê û balafirgehan grev
Li Belçîkayê roja Çarşemê greva pêncemîn a mezin a vê salê destpê kir. Grev li xizmetên cemaweriyê û balafirgehan pêk tê.
Li Belçîkayê roja Çarşemê greva pêncemîn a mezin a vê salê destpê kir. Grev li xizmetên cemaweriyê û balafirgehan pêk tê.
Ji ber greva personelên ewlekariyê yên li balafirgehan, sefera gelek balafirên bazirganiyê yên li Bruksel-Zaventem û Charleroiyê betal bûn. Brussels Airlinesê ji sedî 85 ê seferên xwe yên plankirî betal kir, tenê wê ji seferên vegerê 30 sefer pêk were.
Grev bi banga sendîkayên Xiristiyan (CSC), Sosyalîst (FGTB) û Lîberal (CGSLB) pêk tê. Sendîka polîtîkayên hikumetê yên li hemberî destketiyên dewlet a civakî weke 'hilweşîna civakî' pênase dike.
Guhertina ku herî zêde bû sedema nerazîbûnê jî rakirina rejîmên teqawîtbûnê yên taybet bû.
Hikumeta Bart De Wever a rastgir ku beriya pênc mehan dest bi wezîfeyê kir, biryar da ku lêçûnên civakî kêm bike û budçeya parastinê bi zexta NATO'yê zêde bike.
Ev tercîh ji aliyê sendîka û xebatkarên cemaweriyê ve bi tundî tê rexnekirin.
Îro li Brukselê wê bi beşdariya bi hezaran kesî meşeke mezin bê lidarxistin.
STIB ku li Brukselê xizmetên ragihandina cemaweriyê dike, diyar kir ku di xetên metro, tramvay û otobusan de wê astengiyeke cidî rû bide.