EWROPA
Nûçeyên Dawî
-
Li Londrayê li dijî dagirkeriyê meşa dirêj dest pê kir
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li Londrayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJin meşa dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir. -
Li Swîsreyê Meşa Dirêj destpê kir
Li Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin. -
Meşa Dirêj a li Elmanyayê di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a li Elmanyayê ku bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Essenê dewam dike. -
Li Lîmasolê di Festîvala Çandê de 2157 îmze hatin komkirin
Li Qibrisê di Festîvala Çandê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin 2157 îmze hatin komkirin. -
Li Yewnanistanê Meşa Dirêj destpê kir
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li Yewnanistanê meşeke dirêj destpê kir. Meşa Dirêj ku ji kampa Lavrîo destpê kir wê heta navenda Atînayê 3 rojan dewam bike. -
Tûrnûvaya Sporê ya Ciwanan a Şoreş Amed bi dawî bû
Tûrnûvaya Sporê ya Ciwanan a Şoreş Amed ku li Rennesê pêk hat, bi dawî bû. -
Şehîdên meha Gulanê li Dresdenê hatin bîranîn
Li Dresdenê şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûn hatin bîranîn. -
Yewnanîstan ji Meşa Dirêj re amade ye
Amadekariyên Meşa Dirêj a bi sê rojan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ku wê ji Kempa Lavrîo ya Yewnenanistanê destpê bike û heta bi navenda paytext Atînayê dewam bike, temam bûn. -
Li Grellîngen û Strasboûrgê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Grellîngen ê Kantona Solothûrnê ya Swîsreyê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Şehîdên Meha Gulanê bi meresimên girseyî hatin bîranîn. -
Şehîdên Meha Gulanê li Freîbûrgê hatin bibîranîn
Li Freîbûrgê Şehîdên Meha Gulanê û gerîlayê HPG’ê Bawer Nas (Ayhan Înalhan) ê çend roj berê şehîd bû bi tevlêbûna malbatan hatin bibîranîn. -
Şehîdên Meha Gulanê li Mannheîm û Reîmsê hatin bibîranîn
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û bajarê Reîms ê Fransayê ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê civînên bibîranînê hatin lidarxistin. -
Li Elmanya Meşa Dirêj a ciwanan destpê kir
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê” li bajarê Dortmûndê starta Meşa Dirêj da. -
Ji bo meşa dirêj a li Swîsreyê banga tevlîbûnê hate kirin
Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li Swîsreyê wê di 30'ê Gulanê de dest bi meşeke dirêj bikin. Ji bo tevlîbûnê bang li ciwanan kirin. -
Li Melbourneyê şehîdên Gulanê hatin bîranîn
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
Li Valencîa'yê ji bo PKK'ê îmze hatin komkirin
Li bajarê Valencîayê di Festîvala Femînîstan de ji bo derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'rêxistinên terorê' îmze hatin komkirin. -
Li Nurnberê Rojên Çanda Kurd bi coşek mezin bi dawî bû
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê “Rojên Çanda Kurd” ku ji aliyê Mala Gel a Medyayê ve îsal cara 11’emîn hate lidarxistin, bi dawî bû. -
Li Frankfûrtê li dijî qedexeya PKK’ê çalakî berdewam in
Li Frankfûrtê bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe her roja Şemiyê li cihên cuda konê îmzeyan tê danîn. -
Şehîdên Meha Gulanê li Lozanê hatin bîranin
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo şoreşgerên di meha Gulanê de şehîd bûne merasîmek hate lidarxistin. -
Li Stockholmê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û gefên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan di çalakiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir. -
Koma 'Jinên Reş' a Îtalyayê dewleta Tirk protesto kir
Koma 'Jinên Reş' a Îtalyayê li Parma û Piacenzayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. -
Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst dest pê bû
Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst, bi şiara “Têkoşînê bike yek-kapîtalîzmê xera bike!’’ li Elmanyayê dest pê bû. -
Li dijî qedexeya PKK’ê 7 hezar îmze berhev kir
Welatparêzê Kurd Îsmet Tîmûrturkan ku li Lîmasolê dijî, ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin 7 hezar îmze berhev kir. -
Koma Bîelefeldê Nobeta Azadiyê wergirt
Koma Bîelefeldê Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt û bang li PDK’ê kir ku bila dev ji hevkariya dijmin berde. -
Li Toûloûse dewleta Tirk a qirker hat protestokirin
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Toûlûse’yê hat protestokirin. -
Çalakiyên Malmo û Goteborgê: Na ji tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re!
Di çalakiyên li Malmo û Gotebergê de, bertek nîşanî îhtîmala tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re ya ji bo endamtiya NATO'yê de hat dayîn û hat gotin, "Eger Erdogan careke din êrîşî Rojava bike, em ê êrîşî şîrketên li vir bi dewleta Tirk re dixebitin bikin.