Li Fransayê piştî germahiya dijwar bahoz rabû: 2 kes mirin

Piştî ku li gelek herêmên Fransayê germahî 35°C’yî derbas kir, roja Çarşemê ji ber bahoza dijwar ku bandor li piranî welêt kir, 2 kes mirin.

Meteo-France, ragihand ku bahoz, ku di roja heftemîn a germahiyên ji 40°C derbas bûn de hatin, dijwar bûn. Pêla germahiyê, ku ji 19’ê Hezîranê ve berdewam dike, 50’emîn pêla ku ji sala 1947’an vir ve li welat hatiye tomar kirin e. Zêdetirî nîvê van pêlan piştî sala 2000’an çêbûn. Pispor vê rewşê bi guherîna avhewayê ve girêdidin.

Hate ragihandin ku zarokek 12 salî û mêrek 59 salî di encama bahoza ku rabûye de jiyana xwe ji dest dane.

Meteo-France, pêşbîne ku roja Pêncşemê li tevahiya welêt hewa hênik bibe. Hat ragihandin ku bahoz dê ber bi bakur-rojhilat ve biçin û germahiyên bilind dê tenê li perava Deryaya Spî berdewam bikin.