Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) 22'ê Hezîranê Kongreya Asayî ya 4'emîn li Bergisch Gladbachê pêk anî.
Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok pêvajoya kongreyê, biryarên hatin wergirtin û armancên xwe ji ANF'ê re nirxandin.
Kerem Gok anî ziman ku ew kongreyê weke pêvajoyekê dibînin û got, "Me sê-çar civînên berfireh lidar xistin. Jİ bilî van komîteya amadekar civîn di nava xwe de pêk anî. Me jî bi hevserokên federasyonan re civîn dikirin. Me xalên rojevê dinirxandin ku di civînên komîteya amadekar de derkevin pêş. Pêşniyar û nêrîn werdigirtin. Lewma nîqaşên hatin kirin nîşan dan ku kongreya me ne rojek, du rojan bû, kongreyeke demekê bû. Yanî kongreya me ji bo kêliyekê nebû. Kongre pêvajoyek bû."
Rûken Akça jî bal kişand ser aliyê civakî yê amadekariyên kongreyê û got, "KON-MED li Elmanyayê hêza herî civakî siyasî ya rêxistinbûyî ya Kurdan e. Dikare bê gotin, li Elmanyayê ku nêzî 2 milyon Kurd lê ne, nûnerê herî diyarker KON-MED e. Ji ber vê jî ji bo xwedîderketina civakê ya li kongreyê, ji bo serweriya li ser rojeva kongreyê û tevlîbûna wê, karekî civakî hate meşandin."
Rûken Akça bi bîr xist ku kongre bi dirûşma 'Em ê bi îradeya jin, ciwan û gel modernîteya demokratîk û yekîtiya neteweyî ava bikin' pêk hat û ji hemû federasyon, pêkhate û gelê welatparêz ê li Elmanyayê tevlîbûneke xurt lê çêbû.
Kerem Gok ragihand ku li kongreyê bi giştî 34 biryar hatin wergirtin û destnîşan kir ku bi esasî hate destnîşakirin ku divê çanda demokrasiyê bi pêşengiya saziya me bê pêşvebirin. Kerem Gok ragihand ku li Elmanyayê Kurd ji aliyê siyasî ve zêdeyî 30 sal in bi pratîkên hiqûqî yên ne adîl re rû bi rû dimînin û got, "Lewma di avaniya KON-MED'ê de yekemcar me aliyekî hiqûqî ava kir. Di dema pêş de em ê mafên xwe yên hiqûqî bi rengê herî xurt biparêzin. Li aliyê din di nava siyaseta Elman de nakokî hene. Ji aliyekî ve banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî dibîne, ji bo gavavêtina ber bi çareseriyê ve name ji Tirkiyeyê re tê şandin, li aliyê din jî hevserokê berê yê KCDK-E'yê Yuksel Koç, ku bi xwe di nava siyaseta Kurd a li Elmanyayê de yekî naskirî ye, di pêvajoya aştiyê de li Elmanyayê tê girtin ku ev yek nakokî ye. Ji bo sererastkirina vê rewşê em bangê dikin. Yanî banga me li Wezareta Karên Hundir a Elman e; dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin. Ev nijadperestiya antî-Kurd zerarê dide demokrasiya Elman jî
Li ser meşandina hin karên dîplomatîk jî hin biryar hatin wergirtin. Di dema pêş de em dixwazin bi hikumeta Elman re têkiliyên xwe xurt bikin, bi parlamentê û saziyên din re têkiliyê dînin. Di asta lokal de jî em dixwazin têkiliyê bi parlamentên herêmî, rêxistinên civakî yên sivîl re dînin. Her wiha ji bo rêxistiniya civakÎ me biryar dan ku karên endametiya xurt bikin.
Di kongreya me de ji bo xurtkirina karên çand û hunerê, pêşvebirina zimanê dayikê û perwerdeyê biryar hatin wergirtin. Her wiha ji bo zêdekirina karên perwerdeyê yên dema nû hin biryar hatin wergirtin."
Rûken Akça jî destnîşan kir ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo ew hewl didin civakeke rêxistinbûyî ava bikin û weke KON-MED di nava 2 salên bê de bi pêşengiya jinan û dînamîzma ciwanan li ser binegha meclîs û komunan wê hewl bidin civaka Kurd a li Elmanyayê bi rêxistin bikin. Weke KON-MED'ê em bang li hemû partiyên siyasî, sazî û platformên Kurd ên li Elmanyayê dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî di bin heman sîwanê de bicivin. Em têkoşîna xwe ya demokratîk bikin yek û mezin bikin."
Rûken Akça her wiha bang li dewlet û saziyên Elman jî kir ku guh bidin daxwazên gelê Kurd û rêyên demokratîk pêşkêş bikin.