Cîhan bi dirûşma 'Defend Rojava' li ser piyan bû

Li ser banga Defend Rojava duh di serî de Ewropa li gelek welatên cîhanê Kurdistanî û dostên wan daketin qadna, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Di çalakiyên li gelek welatên cîhanê hatin kirin de, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin, hate gotin ku divê êrîşên dagirker bên sekinaidn û divê qetlîamên dewleta Tirk bi lezgîn derbixin holê.

Di serî de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Danîmarka, Norweç, Swêd, Fînlandiya, Yewnanistan, Qibris, Ewûstralya û li her devera cîhanê Kurd û dostên xwe xwedî li berxwedana Rojava derketin û peyama ‘Em ê bi domdarî xwedî li Rojava derbikevin’ dan.

ÇALAKIYÊN HATIN KIRIN WIHA NE...