Şîrketa bi navê OpenAl ku navenda wê li San Franciscoyê ye, eşkere kir ku ev yekem peymana wan a giştî ya di çarçoveya hewldana bi navê “OpenAI for Government” (OpenAl di xizmeta dewletê de ye) de ye.
OpenAl wê di warên berhevkirina daneyan, parastina sîber û lezandina karûbarên îdarî de amûrên ku piştgiriya artêşa bikin, pêş bixe.
Şîrketê da zanîn ku wê hemû pergalên ku pêş bixin li gorî polîtîkaya bikaranînê û qaîdeyên exlaqî bin.
Ev pêngav weke perçeyeke berberiya teknolojîk ya zêde dibe ya di navbera hêzên mezin de tê pênasekirin.
Girêdayî vê yekê eleqeya şîrketên hişê çêkirî bi taybetî ji bo sektora parastinê her ku diçe zêde dibe. Şîrketên bi navên Meta, OpenAl û Palantir di demên dawîn de ji artêşa DYE’yê re xizmetên cuda pêşkêş dikin. Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2024’an de OpenAl’ê li hemberî êrîşên balafirên bêmirov bi şîrketa teknolojiyên parastinê ya bi navê Anduril’ê re hevkarî kiribû.